|
Zagrosê Haco:
Rexnevan Rezoyê Osê
Sibe 4.3.2012 du sal di ser koçbûna mirovê hêja,
dostê dilsoz û nivîskarê resen Rezoyê Osê re
derbasdibin. Bi bîranîna Rezo re, bi windakirina
newext, ya mirovekî xisletzêrîn re gelek hestên
xemgîn serê xwe bilind dikin, lê dema navê Rezo
li cihekî, di civatekê de derbas dibe, bi baran
nimûne û serpêhatiyên tijî hezkirin li ser wî û
li ser jiyana wî têne gotin; ev jî dilxweşî ye
ko hê Rezo bi giyanê xwe di nav me de ye. |
|
Konê
Reş:
Mamoste Rezoyê Osê! Me Bibexşîne!
Wa dostê gerim wek germahiya Beriya Mêrdînê, wek
nêrgizên ku her bihar di newal, qelaç û hêrikên
derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan de dibişkivin,
geş dibin û dikenin..
Wa dostê gerim wek germahiya Beriya Mêrdînê, wek
nêrgizên ku her bihar di newal, qelaç û hêrikên
derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan de dibişkivin,
geş dibin û dikenin.. Wa zindiyê di bîranînên
min de bilind, wek bilindahiya çiyayê Şingalê û
Bagokê.. Rêkê bide min ku ez lêborînên xwe
derbarî vê yadvegera |
|
Berzo Mehmûd:
Raman û
dîtinên Rezo di keltûra Kurdî de li Sûriyê
Rezo yek ji wan kesên ku temenekî nehindik (ji
sih salî pirtir) di karê Kurdîniyê de derbas
kir, hem di warê nivîsîna bi zimanê Kurdî, hem
jî di warê partîzanî de, ji bilî ku yek ji
endamên damezrêner bû di avakirina komela Kawa
ya rewşenbîrî bû, re komela bo vejandin û
çapkirina pirtûk û berhemên bi basa kêşeya kurdî
pabend in.
|
|
Samî Ehmed Namî:
Rezoyê Osê di bîranîna duwemîn
de
Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê
kurd di roja 10.10 1950 de li gundê Dekşûrî qeza
Qamişlo hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li
bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li
goristana gundê Dekşûrî hate veşartin.
Ez xweş bawerim ko di vê bîranînê de wê giyanê
Rezo di buhuştê de şa be. Bêgoman şabûna
pakrewnê wî, wê bi çapkirin û weşandina pirtûka
wî ya bi navê CIVÎNA PÊLAVAN be. |
|
Tengezarê marînî:
Li ser şana demê û rondik
Erê
mamosteyê min, ma dê peyv cihê xwe di êş û
bîrkirina me de têrê bikin?! Ma dê ev tevlîhevî
me jî di bin sîwana azarên te bi xwe birî de
vehewîne? Ma dê ev parçe çame têra hêjabûna te
bike? Ma dê mirin çend caran berê xwe bide
dukela hişê me? Ma ev gotinê dê bigihin meqamê
te? Eve salek, Rezo, te kulavê vê jiyana mirî li
ser serê me hişt,te barkir û kenekî hêmin
|
|
|
|
Siyamend Brahîm:
Koçbarkirin zû bû hey Rezoyê Osê
Ji nişkave Nêrdewana
mirina reş wêjevanê kurd î hêja Rezoyê Osê
ji nav me bir, xuyaye meha Avdarê kaniya vê
şîn û boblêtên mezinên ku behra Kurdan jê bê
sînorin, û teqez ev nîşana tracîdiya me ya
herî xurt barze, Adara kul û derdan wekî
nehengekî birçî dilive?!
|
|
Heyder Omer:
Rezoyê Osê wek ku min nas kir*
Rezo yê Osê yekek ji wan kesên zû ji nav me
barkirin bû, Ku em hîna jî hewcedarên ked û
pênûs û cefayên wan bûn, lê mixabin, wek ku
penda kurdî dibêje; gava mirin hat nabejê evî
mezin e, an biçûk e, nabêje ev xebatkar, çalak,
berhemdar e, an tenbel e, belê destên xwe
digerîne, û pirê caran jî kesên kêrhatî, çalak û
ji bo gel û welatê xwe sûdar in, bi ber dava wan
destan dikevin.Weha jî mirinê vê carê
|
|
Zagrosê Haco:
Bîranîna dostê dilsoz Rezoyê Osê
Li
gor tecrûbeya min ya dûr û dirêj bi Rezo re, ya
di nav qûnaxên rengereng re dersbas dibû, jiyna
Rezo her û her bi xisletên bilind xemilandî bû,
yên wek welatperwerî, dilsoziya bi dostan re,
rastgoyî, zimanê kurdî yê resen, zarê şêrîn,
civatxweş, wêjevanê berhem bi nirx, rexnevaniya
babetane û mêraniyê.
|
|
Berzo Mehmûd:
Bîranîna
Rezo bîranîna peyva Kurdî ye
Bi
mirina Rezo re, çirake şewqdayî li bajarê
Qamişlo hate vemirandin, û roniyeke geş ji nav
me çû, ne tenê wilo jî xemgîniyek di nav heval û
hogirên wî de çêbû. Ya baş ew e em hewl bidin
şûna xebatkerên xwe dagirin, em roniya wan li
riya kar û xebatê pêbixin, bi vê yekê em wan sax
dikin, û giyanê wan jî bi me re pêşde diçê. Ya
dîtir jî em wan li bîra xwe bênin. Îro bû salek
di ser wefata kak Rezo re derbas dibe, em çend
|
|
Samî
Ehmed Namî :
Rezoyê Osê di salvegera yekemîn de
Di
rojeke wek vê rojê de, ronakbîr, siyasetvan,
nivîskar, helbestvan, û rexnevanê kurd Rezoyê
Osê bi nexwşiya penceşera bêqudoş li bajarê
Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li gundê
Dekşurîya Aşîta hate veşartin.
Navê wî Ebdulrezaqê Elîyê Îsayê Osê ye. Di roja
10.10. 1950 an de, li gundê Dekşurî, parêzgeha
Cizîrê, “Qamişlo“, hatiye dinyayê.
Xwendina xwe ya serete li gundê Tenûriyê û ya
navîn
|
|
Bavê Nazê:
Kê gotiye Rezo miriye?
Na,Rezo ne miriye û ne bi derewa dema navê wî
derbas dibe, ew bi aramî û bêdengiya xwe tête
ber çavên min. her dem jî, ez di bêdengya wî de
,nehêniyê dibînim ku
|
|
Ehmedê
Huseynî:
Destên Rezoyê Osê
Em
di bîra limişt û tofanan de, wek rimên
bêhûdeyiyê, wek şevçiraxên tozê yên bajarên
tozperest, wek welatên ku ji xwîna me ber bi
tavsorkê ve dibezin, em; neviyên
|
|
Dr. Sadedin Mele:
Min çawa Rezo Osê nasdikir
Sala 1972 an, mamusta Rezo (Abdulrezaq) Osê, bi
mebesta xwendinê, hate Berlinê û cara pêşî min
ew li wir naskir. Wî li şaxê optîkê navê xwe
tomar kiribû û dewam dikir, zimanê almanî
dixwend û jibo karibe xwe xwedî bike,
|
|
Xalis Misewer:
Helbestvanê me Rezo Osê û Mehrecanek ji Wêneyên
Netewî ..
Rezo Osê carekê dibîne “Gêşek kevok ji ser xaka
Helebçe radibe.
Û bi awakî pir bi istîtîk û hunerî, di vê babetê
de sirûda xwey bi navnîşana (Kevoka min), weha
di ezmanê xeyala xwe de dinivîse.
Kevokên gewr birek derket ,bi reftarî ,bi
azmanan |
|
Deham Ebdulfettah:
Tu çûyî ….! Lê ,Tû jibîr nabî heval …!!
Hîn
jî ez bawer nakim ku te koça xwe ya dawî kir … ,
te ji nav me barkir û di kûrahiya bêdengiyê de
te riya xwe girt û tu çûyî …! Gelo raste tu ji
me xeyidî … û bê xatirxwestin te pişta xwe da me
û tu çûyî … te heval û hogirên xwe di nîvê rê de
hiştin û tu çûyî …? !
Tucarî ez bawer nakim ku tu … , tu bi wî dilê
xwe yê fireh
|
|
|
Rezoyê
Osê
|
CIVÎNA PÊLAVA
REZOYÊ OSÊ
Gelek spas ji bo weşanxaneya Lîs, mamoste Lal û
xebatkarên weşanxaneyê re. Bere destên wen sax
bin ji bo karên weha pîroz.
Bi çapkirina van pirtûkan hûn pirtûkxaneya
kurdî, çand û toreya kurdî dewlemen dikin. Emê
çavnihêr û bendewarê derçûna berhemên Rezo yên
li ber çapê bin.
Ez naxwazim di vê bîranînê ji wilo bihtir
binivîsim, çiko Rezo hêjaye ko mirov di
bîranînên wî de çiqas gotar û lêkolînan li ser
kar û xebata wî di warê kurdayetî û toreya kurdî
de binivîsîne, bêgoman her wê kêm be. Çiko karê
ko Rezo di jiyanê xwe de kiriye hêja ye wan
pesindanan ne.
Dawî, de bere çavên xwendevanên berhemên Rezo û
hezkiriyên wî bi derçûna vê pirtûkê de, bi ronî
bin.
Bere serê gelê Kurd, malbat, dost û heval,
şagirt û xwendevanên nivîsandinên Rezo sax be.
Sedrehmet li giyanê wî yê pîroz be.
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 4.3.2012
|
Berzo Mehmûd:
Bîranîna Rezo bîranîna
peyva Kurdî ye |
Zagrosê Haco:
Bîranîna dostê dilsoz
Rezoyê Osê |
Serdana
Gora mamoste Rezoyê Osê
|
|
|
|
!
|
|
|