|
|
Berzo
Mehmûd: Bîranîna Rezo bîranîna peyva Kurdî ye
I
Bi mirina Rezo re, çirake şewqdayî li bajarê Qamişlo
hate vemirandin, û roniyeke geş ji nav me çû, ne
tenê wilo jî xemgîniyek di nav heval û hogirên wî de
çêbû. Ya baş ew e em hewl bidin şûna xebatkerên xwe
dagirin, em roniya wan li riya kar û xebatê pêbixin,
bi vê yekê em wan sax dikin, û giyanê wan jî bi me
re pêşde diçê. Ya dîtir jî em wan li bîra xwe bênin.
Îro bû salek di ser wefata kak Rezo re derbas dibe,
em çend xort ji Qamişlo me berê xwe da gorra wî û
baqek gul li ser tirba wî danî. Hezar silav û rêz
li can û mergê vî mirovê çak û qenc bê, yê ku jibo
civaka xwe, civaka Kurdewarî nemerdî nekir û jiyana
xwe hemî di vê xebatê de derbas kir. Min pênc xelek
li ser berhem û kar û bawerîyên Rezo di malpera
kulturname de belav kirine, û hîn pênc xelekên dîtir
jî nehatine belavkirin. Yê ku bixwazê van xelekan
bixwênê, navûnîşana malperê ev e:
II
Di vê bafîkê de, ezê çend gotina li ser mêhvangeh û
dîwana Rezo baxêvim, ew cihê ku li salên navbera
1994-an ta dema ku nexweş ket li heyva êlûna sala
2008-an, nêzîkî pazdeh salan em wek nivîser û
rewşenbîrên Kurd seraqet lê diciviyan, û ev cih ji
me re bibû cihê civat û dîwana rewşenbîran.
Peyva (dîwan) ne tenê bi mebesta pertûka helbestan
tê, lê bi wateyeke dîtir jî bikar tê, û ji zû ve
hatiye zanîn ku ew cih e ya ew ode ye ku mêhvan lê
diciviyan bo ku li ser babeteî baxêvin, nemaze li
malên mezin û girgirek û axa û serek eşîr hebû. Bi
vê wateya dawî em dibêjin dîwana Rezo, belê ev dîwan
ne li mala wî bû, li cihê karê wî yê endazyariyê bû,
ku jêre bi gotinê Erebî (Mekteba Hendesî) tê gotin,
bi Ingilîzî (engineering office) tê.
Rezo yek ji wan kesên ku hez ji rûniştina civatê
dikir, û hedana wî bê heval û hogir û mêhvanan
nedihat. Lewra, Rezo gelek demê xwe li warê
nivîsgeha xweya endazyariyê dibûrand, û pêşewaziya
hemî kesan dikir, û nivîsgeha wî, ji bilî karê
endazê, bibû cihê axaftin û dan û standinê, nemaze
ew axaftinên di warê ziman û wêje û rewşenbîriya
kurdî de digeriyan. Rezo yek ji wan kesên amade bû
ku demekî dirêj li ser babetê ziman û wêje û keltûra
Kurdî baxêvê. Di vê dîwanê de gelek nivîser û
rewşenbîr û hincar siyasiyên kurd jî lê vedihewiyan.
Rezo mirovekî zarnerim, rêzgir, devliken bû, me’dê
xwe ticarî ji mêhvanan tirş nedikir, ticarî gotinên
tewşomewşo nedigotin, bi ser ku hewedarî û
dilxwestin bi kesî re nedikir, raya xwe jî hişker
digot. Rezo bi xwe re rast bû, ji xwehrîyê hez
nedikir, herûher ya rast digot çi tal û çi şîrîn. Ez
û wî gelek caran em li ser peyvên ziman radiwestiyan
û axaftin bi me re dirêj dikir. Rezo di zarê
Kurmancî de pisporekî kêm wek wî hebûn, gelek peyvên
Kurdî di ferhenga hişê wî de hebûn. Çi pirsa te jê
dikir bi singferehî bersiv dida, eger nizanîba jî,
digot: Bibûre, ez nizanim, bê ku xwe aciz û sil bikê.
Civata Rezo bi kesên wêjedost û Kurdîhez û
welatparêz xweş bû. Serhişkiya wî jî di hin helwêst
de nedibû sedema jihevdûrketinê navbera wî û hevalê
wî. Civata zilaman di dîwana Rezo de seraqet û
herwext digeriya, û gelek caran gengeşe û ştexalî
têde dihimhimî, nûçe û deng û basên wêje û nivîsîna
xortan, çi ew gotarên di internêtê de, û çi yên di
govarên Kurdî de dihatin belavkirin di salona Rezo
de diketin ser zimanê haziran, nemaze ew gotarên di
warê rexne de bûn, her yekî raya xwe têde dida.
Ji nivîserên ku di dîwana Rezo de amade dibûn, emê
navên hin kesên werê bîra me, ezê bêjim: li despêkê
Berzo Mehmûd, Deham Hesen, Konê Reş, Xalis Misewer,
Zinar Mistefe, Newaf Bişar, Mehfûzê mele Reşîd,
Xalid Mihemed, Mûsa Zaxuranî, Ehmed Simayîl, Fewaz
Evdê, Derwêş Xalib, û hinin dîtir jî, navê wan vê
kêlîkê nayê bîra min. Helbet gelek nivîserên dîtir
jî hene , yên ji hawîrdora Qamişlo, û hevalên wî yên
ji Ewrupa dihatin Qamişlo.
Bi rastî vê hêwirgehê gelek xweşî ji nivîser û
rewşenbîran re tanî, nemaze em wek Kurd cihekî xuya
ku em hemî bikarin lê bicivin nebû, û jixwe çênabê
, ango hikûmet vê yekê qebûl nakê, ji ber ku hikûmet
vê tevgerê bi xwe napejirênê, lewre nivîsgeha Rezo
hem wek cihê wîyê karê endazyarî bû, hem jî cih û
warekî wilo bû nivîser û rewşenbîran dikarîn lê
bicivin, ji bilî ku danûstandina Rezo jî pir xweş bû,
û qedrê mêhvanê xwe hemiyan digirt, bê ku ferqiyê
bixê nav wan de. Rezo wek kes û mirov dibû cihê
hevdîtinê, cihê ku têde derd û kulê xwe ji hev re
bêjin. Ya dîtir hevdîtin û naskirin û li lev hatin
jî têde peyda dibû. Ji bilî wilo jî siyasiyên Kurd
jî carcaran serî lêdidan û nerînên xwe jî li vê
dîwanê belav dikirin û raya xwe digihandin xelkê
digotin.
Xaleke dîtir heye ku ew jî bo min giring e: Em,
evên bi wêje û peyva zimanê Kurdî mijûl dibûn, ji
xwe çiva me li hemû kesî nayê, lewre civînên me bi
Rezo re dibûn hander bo nivîsînê, ji ber tevdana
bîrûrayên nû di wêje û ziman de.
|