Samî Ehmed Namî
Rezoyê Osê di bîranîna duwemîn de
Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd di
roja 10.10 1950 de li gundê Dekşûrî qeza Qamişlo
hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li bajarê
Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana gundê
Dekşûrî hate veşartin.
Ez xweş bawerim ko di vê bîranînê de wê giyanê Rezo
di buhuştê de şa be. Bêgoman şabûna pakrewnê wî, wê
bi çapkirin û weşandina pirtûka wî ya bi navê CIVÎNA
PÊLAVAN be.
Ji bilî vê pirtûkê Rezo xwediyê pênc pirtûkên
zarokan yên çapkirî ye:
1-Dîk-dîko
2-Libhinarê
3-Şengê û Pengê
4-Bavê Hepûn
5-Finda Şemal
Herweha bi sedan gotar, lêkolîn, rexne, çîrok,
metelok, şano, helbest û hwd…. Bi zimanê kurdî û hin
bi zimanî erebî ne, hîna destnivîs in, li benda
berhevkirin û çapkirinê ne.
Civîna Pêlavan pirtûka pêşî ye, ji pênc pirtûkên ko
hîna li benda çapkirinê ne li vê weşanxanê.
Civîna Pêlavan, pirtêkek ji 12 kurteçîrokan hatiye
avakirin, ji weşanxaneya Lîs li bajarê Diyarbekê
hatiye çapkirin û weşandin.
Naveroka pirtûkê:
1-Pêşgotin
2-Kurtenasnameya Rezoyê Osê
3-Pêçek
4-Bersivdan
5-Tizbihên Kehreman
6-Rotika Yadê Pîrê
7-Hêlîna Talankirî
8-Newala Xencerê
9-Civîna Pêlavan
10-Bibûre
11-Hespik
12-Keçên Pîrê
13-Ciwanî û Kalî
|