|
Dr.
Sadedin Mele:
Min
çawa Rezo Osê nasdikir
Sala 1972 an,
mamusta Rezo (Abdulrezaq) Osê, bi mebesta xwendinê,
hate Berlinê û cara pêşî min ew li wir naskir. Wî li
şaxê optîkê navê xwe tomar kiribû û dewam dikir,
zimanê almanî dixwend û jibo karibe xwe xwedî bike,
li febrîkeyekê nîvkar dikir.
Di ber xwendin û karê xwe re, Rezo di xebata siyasî,
çandî, komelayetî û civakî de, di nav revenda kurd û
xwendevanên biyanî de jî bi çalak bû. Endametiya
”Partiya Çepa Kurd li Sûriyê” ji netewperweriya wî
ya perfireh re nedibû asteng. Hingê hesteke hevaltî
û dostanî ya xweser di nav refê kurdên Kurdistana
Sûriyê de li Berlinê pêda bibû û xebata wan a germ
li hundur û derveyî welêt deng vedida. Rola
kesayetiya Rezo di hunandina wê tevna civakî ya
bedew de, di meyandina bahweriya hevaltî, dostanî û
germkirina çalakiyan de gellekî mezin bû. Ta roja
îro jî heskirina Rezo dil dilê kurdên Berlina wê
demê de hatiye parastin û bajarê Berlîn hîn şûn û
şop ên wî jibîr nekirine.
Berevajî piraniya revenda kurd li Almaniya, Rezo
dixwest rojekê berî ya din xwendina xwe bibe serî û
vegere welêt, nav miletê xwe. Lewra jî bi rê ya
hevalên xwe zemaleya xwendinê wergirt û sala 1974 an
çû Yekîtiya Sovyêtê. Sala pêşî wî li Baku derbas kir
û ya duyem li bajarekî ukraynî - (Krîvoy Rog) xwend.
Jê pê ve, Rezo li instîtûta neftê ya bi navê Gubkîna
li Mosko endezyarî bire serî û sala 1980 yan diploma
magister wergirt. Herçendî mamusteyên wî xwestin ko,
ew xwendina xwe ya bilind berdewam bike û têzisa
doktorayê emade bike jî, bala Rezoyî her liser welêt
bû, soza xwe jibîr nedikir û yekser vegeriya Sûriyê.
Ta roja vegera welêt Rezo endamê komîteya rêxistina
(Partiya Hevgirtina Gelî Kurd li Sûriyê), li
Ewropayê bû û berpirsyarê rêxistina wê ya Sovyêtê bû.
Ligel van xebatan Rezo çalakiyên xwe yên komelayetî
û çandî bêhedan û bêwestan berdewam dikirin. Kursên
hînbûna zimanê kurdî li Moskow vedikirin û
nûneratiya rêxistina xwe di komeleya xwendevanên
kurd li Ewropa de dikir. Havînan, beşdarî di karên
brîgadên xwendevanan de, li sovxozan dikir. Piştî
serpêhatiyeke çandî ya balkêş, Rezo Osê, Bavê Nazê,
M. Abdo Necarî û Seîd Mele ”Hevbenda Kawa ya
rewşenbîrên kurd ên çep” sala 1977 an li Moskow
damezrandin. Bi alîkariya hin xwendevanên kurd, wan
pirtûkên liser kurd û Kurdistanê werdigerandin erebî
û jibo weşandinê ew dişandin Lubnanê. Rezo
berpirsyariya erşîva hevbendê û pêwendiyên wê dikir,
destnivîsa destûra wê jî li cem wî bû. Biryara her
çaran ew bû ko, piştî xwendina li Sovyêtê, ew xebata
hevbendê ligora mercên nuh, çi li welêt û çi li
Ewropa berdewam bikin. Lê meruvê ko, xwe dabû ber
çapkirina berhem û pirtûkên wergerandî li Lubnanê
liser soza xwe nema û xwest hevbendê jibo nav û
berjewendiyên xwe yên kesane bikar bîne, û ev yek bû
sedemê bêhintengî û sarbûna endametiya damezranerên
hevbenda Kawa.
Rezo ji bêkêrî û jihevketina tevgera kurd li
Kurdistana Sûriyê ne razî bû. Wî gazin ji
destdirêjiyên rêjîmê dikrin û piştî neserketina
hewildanên guhertinê, Rezo nema bû endamê ti
partiyên siyasî. Lê hayê wî ji tevayîya pêvejoya
siyasî hebû, rexne û bahweriyên xwe herdem,
biberpirsyarî, vekirî û bêmêldarî digihandin her
kesî.
Rezo projeyeke xwe ya netewî hebû û hemû jiyana xwe
jibo nasandina nasnameya gelê xwe, dîrok û çanda wî
terxan dikir. Wî digot: ” rewşenbîriya Kurdî ji hêka
kurdewariyê derdikeve”. Nala sofîyekî zahid, wî şev
û roj, di ber armanca xwe de, bêwestan xebat dikir.
Welatperweriya wî ji heskirina axa Dekşûriyê dihat,
bi naskirina dîrokê û bi germbûna kurdewariyê re ew
girêdan her xurtir dibû. Ew evîndar û dîlberê zimanê
kurdî bû. Şêrînbûna çand û zimanê kurdî ji şîrê
dayika wî û dilovaniya wê dihat, bi keyandina
zaroktiya wî ya kurdewarî re hev digirt. Lewra jî
Rezo nikarîbû ne li Almaniya, ne li Soviyêt yan li
Swêd cih ji xwe re bibîne û çavên wî her li
Dekşûriya ko, wî her behsa zevî û beyarên wê dikir,
bûn. Dawî jî, wek tê zanîn, Rezo vegera welêt di ser
hêviyên dermankirina nexweşiya xwe li Ewropa re girt
û xwest nêzî çiyayê Bagogê, li tenîşta dê û bavê xwe
li axa Dekşûrryê bê veşartin.
Di rewşa asîmîlekirin û erebkirina dijwar û har de,
Rezo herdem digot: ”derdê milletê kurd ew e ko, ew
nikare xwe bi zimanê xwe derbirîne”. Wî herdem çîrok
û çîvanok ên ko, dê ya wî di zaroktiya wî de, jê re
gotibûn dubare dikirin û gelek ji wan jî nivîsandin,
tomarkirin û çap kirin. Fena meruv li mirwaran
bigere, Rezo her li gotinên kurdî yên resen digeriya,
ew dirêstin û bilêv dikirin, da xelkê wî, gotinên
xwe mîna gerdenên mirwarî bi gerdena azadiya ya xwe
ya netewî ve vekin û karibin hemû derdên xwe bi
zimanê xwe û bi rawanî derbibirin. Rezo lêkolînên
zanistî çêdikirin, folklor û kelepûr dicivandin,
çîrok, metelok berhev dikirin, helbest bi kurdî û
erebî dinivîsandin. Wek rewşenbîrekî jêhatî, Rezo
berhemên pir bilind, objektîv û zanistî di warê
rexnegiriyê de dinivîsandin, lê mixabin jiber
sitemkariya nijadperesta rêjîmê û bêçareya aborî,
xemsariya dezgeh û çapxaneyên netewî, ew negiha
hemûyan çap bike. Bi xebatên xwe yên dehsalan, Rezo
bibû husteyê zimanê kurdî û gencîniyeke bêhempa ji
huner û çanda netewî ya kurd re.
Rezo meruvekî rastgo û mêrxas bû, tucarî zexelî,
derew, durûtî, şellafî, keyseperestî û sextekarî
qebûl nedikir. Ew ji dil û bi hemû giyanê xwe ve
heval û dilsozê hevalê xwe bû. Netewperwerekî xweser
û sade bû û bi vê bahweriyê herdem Rezo xwe di ser
sînorên parteyetî, çînî û komelayetî re digirt. Li
Sûriyê, roj bi roj fişara şovenî li ser Rezo
girantir dibû, merc û baredoxên jiyanê lê aloztir
dibûn, lê nikarîbûn Rezo bitirsînin. Berevajî wê,
Rezo bêhêvî nebû, xebat û berxwedana xwe kêm nekir û
serê xwe ne tewand. Lewra jî, Rezo tenê hin berhemên
xwe karîbû bi alîkarî û hevkariya hevalê xwe Dr. M.
Necarî, biweşîne, lê negiha piraniya wan çap bike.
Rezo meruvekî nerm, dilovan û mêşinî bû, bi her kesî
re, çi zana û çi cahil, çi regez, nijad, cins yan
zimanê wî ba, çi mezin çi biçûk, wî karîbû bi wan
re, bi awayeke xweser, bidebistîne. Xwe di ser ti
kesî re nedigirt, her aram , bêhnfireh û nefsbiçûk
bû. Çawa ew zimanxewesh û devliken bû, her wiha ew
guhdarekî baş bû û xwedî disiplîn bû. Liberxistina
yê hemberî xwe erkê xwe didît, bi merdane û bi
bêhneke fireh dîtin û zanebûna xwe jê re rave dikir
û digihand. Meruv ji axavtina wî têr ne dibû. Bi
nermî û zarê xwe yê şêrîn, bêyê ko, ew prinsîpên xwe
winda bike yan ya xwe bifroşe, karîbû xwe nêzî
meruvî bike û zimanê hevbeş pê re pêdabike. Bê
tekulif, bawerî û sympetiya nas û derdor ên xwe
werdigirt û dikete dilên wan.
Rewşa wî ya tendirustî û sîkolojî çiba, wî ti caran
dilê yê hemberî xwe nedihişt. Wî jî mîna meruv û
dostan nexweşiya xwe nasdikir, tevlî kêferat û
azeriya dijwar, dixwest liber dilê dostan bide, wan
geşbîn bike, bersiva wî her ew bû: ”ez baş im û
nêzîk ezê zora nexweşiyê bibim”.
Nirx û giringiya demê wek erkê jiyana xwe zanîbû û
jibîr nedikir. Lewra jî, bi bêdengî, ew û xebata
bêwestan her hevparên rêyekê bûn.
Mîna mirwaran, Rezo bi demê re mezintir dibû û
xebata wî bedewtir dibû, lê bextreşiya çanda kurd,
nexweşiyê derfet zêde neda wî û ew zu ji nav me
revand. Lê dîsa jî ew di civata me ya netewî de, her
nemûneyeke zindî dimîne û berhemên wî dibin
gerdenîyeke mirwarî di gerdena gelê kurd de.
mîna zorbeya heval û dostan, min bi xwe, bi koçadawî
ya destbirakê xwe Rezo re, perçeyeke giyanê xwe
winda kir û tucarî jiyana min namîne wek ya berê.
Rezo di jiyana xwe de, di rewşenbîrî, ture û wêjeya
kurd a nujen de, kaniyeke zanistî û çandî ya zelal û
merd bû, wek rêberekî pêşengek û çeleng, hîn gellek
tişt dixwest û karîbû pêkanîba. Xebat û zanebûna
Rezo ji gelê kurd re di pêvejoja îro de, hîn gellekî
pêwîst bû, lewra bi yên mîna Rezo stûnên nasnameya
netwan lidar dimîne û dara çanda wan tê avdan.
Bila ew ji mer e bimîne nimûne. Bila tovên ko, Rezo
bi ked û xwêdan a xwe çandine şîn bibin, darên wî
kad bidin û berhemên wan belav bibin. Ev xewn û
hêviyên wî bûn.
Rezo stêrek geş di ezmanê toreya kurd de bû û wiha
jî dê ew di dilê gelê xwe de her bimîne.
Erkê gelê kurd e ko, berhemên Rezo bêne çapkirin û
xwendin, û rojek wê bê, navê Rezo Osê li dibistan,
dezgehên çandî, kolan û cadeyên welêt bête kirin.
Hezar silav li giyanê te yê pak bin Rezo. Serê
malbat, dost û gelê te saxbe.
Sipas
Dr. Sadedin Mele
Stockholm, 18-04-2010
|