|
|
Siyamend
Brahîm:
Koçbarkirin zû bû hey Rezoyê Osê
Ji nişkave Nêrdewana mirina reş wêjevanê kurd î hêja
Rezoyê Osê ji nav me bir, xuyaye meha Avdarê kaniya
vê şîn û boblêtên mezinên ku behra Kurdan jê bê
sînorin, û teqez ev nîşana tracîdiya me ya herî xurt
barze, Adara kul û derdan wekî nehengekî birçî
dilive?! Û vê care nivîskarê me revand ewê bi
nazenîn dikete baxên zimanê kurdî şîrînahiya zimanê
bav û kalan naskir û mûçand, ewî buhayê vî zimanê
qedexekirî nas kir û bi hostayî te pexşanên xwe
dihûnand û bi şengî derbasî çîmenên wêjeya kurdî
dibû û razên wan durr û gewheran nas dikir û ew
tilyên wî yên genimgûnî dahênaneke xurt î berz
ristkir, û tu bi pisporî tulên li ser şaxên zimanê
me yê şîrîn qelemdikir û êmîşên omîdên me hîn
xweştir dikir û rave dikir û digote: Kurdino eve
raza zimanê me yê qeşeng û şîrîne, û sihredariyeke
bêteşe afirand.
Erê ew roja min navê te li ser romana (bavê Nazê)
"Çiyayê bi xwînê avdayî" xwend hingê min dahênerekî
kurd naskir, ew heyva wêjeya kurdî bû, û helbet
ezazîlê dahênanê danezana xwe ya pêşî ristkir û
gote:
Va ye pênûseke bejn bilind kete baxên zimanê kurdî,
xortekî xwedan rûyekî gulfiroş, bişrandineke
fedîkoyî xuya bû, Pişt re roj û sal derbas bûn me
xweşik li cem Dr Edo Necarî naskir, û pêwendiyên me
xurtit bûn, û em ketin gelek guft û goyan, û teqez
ew roja ku tu nemir Ferhdaê Çelebî hatin mala min li
Şamê û we doza sazkirina yekîtiya nûserên Kurdan
kirin û em cardin ketin guft û goyên dûvdirêj û bi
vê tevgera han omêdên me geştir bûn, Em di wê
baweriyê de bûn ku emê tiştekî baş bikin lê mixabin
gelek asteng hatin pêşya me, gelek sernexwiniya çend
kesên ji siha xwe ditirsin û even genî xelekin
dorpêçkirî girtibûn, helebet ew dongiya wan wekî
çeqelên bayebanan
êmên wan vedenga ziwabûna qilikên gwîza xax, û
Asoyên derûn û nerînên wan gelekî nizime.
Ax û sed carî ax û of, emê çi bikin ku bilez û bez
Rezo zû çavên xwe girt Bajarê Qamişloka rengîn sêwî
ma, duh şemê Çexçexa kelo girîbû, û gote: Heyfa
evîndarê min zû ji nav me barkir, ez bi buhna surra
pênûsa wan geş dibûm.
Xweş tê bîra min gava me li Amedê, li paytexta Şêx
Seîdê Pîran û li sezaya wê ya gongera rewşenbîrî
bihev re rojin xweş buhurandin, tu di wan rojên
cehzîranî de lewndekî şeng û jîr bû tu wekî dînemû
digeriyayî, tu ketî dilê tevan, ew nivîskarên me yên
ji her derê berhem û dahênanên xwe dixwendin.
li wir li qiraqa Diclê şepolên xemgîniyê li perda
dilê te dixist, tu li vî çemê evîndar meyze dikir, û
tu berê xwe dida çiyayê Qerjdaxa şewitî dinerî, te
sed ax û of û keser dikşand, gelo ew destpêka
tracîdiya êşa te bû, gelo ew katjmêra pêşîbû ji vê
penceşêra kirêt bû.
Lê tu li ber vê nexweşiyê bi arameke xurt û bi
mêranî rawestî, û digel vê nexweşiya han tu li
rodanka zimanê kurdî bi tundî radiwestî û tu li ser
resenî û rewşenbîriya bilind teqez dikir. Û ez veya
jî dibêjim bê carna di navbera min û te de sari çê
dibû, cardin tu silav dikir û dibişirî ji ber ku tu
qedrê qelemê nas dikir.
Rezoyê nemir, Her kesê ku bihayê zimanê kurdî
dimûçand bejn û bala te ya bilind nas dikir, û ta ku
em sax bin em tucarî ked û westa te jibîr nakin, û
di dawiyê de sed silav û dirûd li can û giyanê te
bibare, û cihê te buhuşt be.
Siyamendbrahim@gmail.com
|