|
Konê Reş:
Mamoste Rezoyê Osê! Me Bibexşîne!
Wa dostê gerim wek germahiya Beriya Mêrdînê, wek
nêrgizên ku her bihar di newal, qelaç û hêrikên
derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan de dibişkivin, geş
dibin û dikenin..
Wa dostê gerim wek germahiya Beriya Mêrdînê, wek
nêrgizên ku her bihar di newal, qelaç û hêrikên
derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan de dibişkivin, geş
dibin û dikenin.. Wa zindiyê di bîranînên min de
bilind, wek bilindahiya çiyayê Şingalê û Bagokê..
Rêkê bide min ku ez lêborînên xwe derbarî vê
yadvegera te a du salî pêşkêş bikim.. Mijûlbûna me
bi şoreşa sûriyê, lihevketina bajarên Beriya Mêrdînê,
bilindkirina ala Kurdistanê li deverên kurdan,
kuştina têkoşer Meşalê Temo, Dr. Şêrzadê Hecî Reşîd,
Nusreddînê Birhik û leşkerên me yên ku her roj di
artêşa sûriyê de têne kuştin, em gêj û sosretmayî
kirine.. Gelek tişt ji bîra me birine û gelek tişt
anîne bîra me..
Jixwe ya herî xerab, di vê rewşa zor dijwar de,
pirbûn û ne lihevhatina Partiyên me ye, du bendî û
sê bendiya wa ye.. Berzurî Yezdan dibim, hêvî û
lavan jê dikim ku raya serkêşên me bike yek û tev di
bin yek kiryar û gotina çak de, xizmeta
berjewendiyên kurdên rojava bikin.. Di vê derbarê de
ev gotina Osman Sebrî xwe bi xurtî tine bîra min:(Tu
caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka
bawerî bi ramanekê heye, vêca gereke her kes azad be
di bîr û baweriyên xwe da, çunkî kes bi zorê weka
mirovî nafikirêt, ez bi ramana xwe û tu bi ramana
xwe, lê em birayê hevin. Nabe em şerê hev bikin, ji
ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî
dixebitin..) Osman Sebrî / Kovara Pêşeng, Hejmara 5
an/1984
Erê, piştî salekê ji şoreşa azadiyê û du salan ji
oxirkirina te, bi hezarên kuştiyan, deh hezarên
birîndaran û girtiyan, êş û janên ku gelê suriyê bi
tevayî têre derbas dibe, em te bibîr tînin.. Bêguman
êş, kul û derdên me kurdên rojava dubare ye.. Me
xweş naskiriye ku, êşa welat ji tev êşan mezintir û
xedartir e.. Wek ku çawa evîna welat mezin e wiha jî
êşa wî mezin e..
Belê mamoste Rezo, me bipexşîn e! Em xweş bawerin ku
Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelaf Axa du perçeyên ji
bihiştê ne û gora te, li gundê te Dekşûrî, gundeke
ji wan gundên ku di bihiştê de ye û tu zindî ye..
Her adar kulîlkên nêrgizan, te û hevalên te ji
Adariyan; Seydayê Tîrêj û Mihemed Şêxo bi bîra me ve
tînin..
Silav bo bîranîna we, ta ku dil bijene.. Hezkirina
we ji hezkirina Beriya Mêrdînê ye.. Bêrîkirina we,
bêrîkirina serketinên kurdên rojav ye. Bi hêviya ku
serkêşên me bibin yek, di kiryarên xwe de ne şûrkêş
bin, şûrdaweşîn bin.. Heyranên berjewendiyên gelê
xwe bin, ne heyranên kesayetiya xwe bin..
Bi soz, em we jibîr nakin, em ê li gor dilê we, di
xizmeta gelê xwe de bin.. Ta ku em û we li wê dinya
din, hev û din bibînin.. Em dikarin sozên xwe di
hezkirina welat û welatiyên xwe de, dûrî
berjewendiyên kesayetî pêk bînin.. Ji ber ku welat
di ser her tiştî re ye û bervedêriya di ber mafê gel
de, ji her tiştî pîroztir e. Wek ku çawa ez zanim
îro hûn di bihiştê de ne…
Serketin bo şoreşa suriyê û tev netewên ku têde
dijîn.. Pêşketin bo tev kesên azadîxwaz û demokrat
di suriyê û cîhanê de.. Silav li heyva adarê bin; li
te bin, li Seydayê Tîrêj û Mihemed Şêxo bin.. Silav
li şûrdaweşênên peyva Kurdî a resen bin, yên ku van
salên dawî çûne ber dilovaniya Xwedê; Omerê Lalê,
Mele Nûriyê Hesarî, Mihemedê Mele Ehmed, Bêbihar,
Rêwî, Keleş û Elîyê Tico.. Silav li Şêx Masûqê
Xiznewî, Meşalê Temo, Dr. Şêrzadê Hecî Reşîd, Farûqê
Îssa û Nusreddînê Birhik bin.. Silav li tev şehîdên
azadiya welatê me bin.. Me bipexşîne mamoste Rezoyê
Osê welatê me dikele.. Û min bipexşîne xwendevano,
her yek li ser miriyên xwe digirî..
Not: Wek ku diyar e berî du salan, di roja
(04.03.2010)de, mamostayê ziman û peyva Kurdî Rezoyê
Osê li Qamişlo, di temenê 60 salî de, ji nav me
barkiriye.
Qamişlo, 02.03.2012
|