|
Zagrosê Haco:
Bîranîna dostê dilsoz Rezoyê Osê
Li gor tecrûbeya min ya dûr û dirêj bi Rezo re, ya
di nav qûnaxên rengereng re dersbas dibû, jiyna Rezo
her û her bi xisletên bilind xemilandî bû, yên wek
welatperwerî, dilsoziya bi dostan re, rastgoyî,
zimanê kurdî yê resen, zarê şêrîn, civatxweş,
wêjevanê berhem bi nirx, rexnevaniya babetane û
mêraniyê.
Rezo di bername û sozên xwe de, di karê xwe yê
prîvat û yê civatî de dilsoz û xwedî disîplîna hişk
bû. Hezkirina Rezo ji ziman û folklora kurdî re
xwezayî bû û xebata wî bo parastina zimanê kurdî
bêrawestan bû. Rezo ziman bingeha sereke û ya herî
giring bo avakirina kesayetiya kurdî ya durist
didît.
Dema Rozo di nav civatekê de dirûnişt bandora
kesayetiya wî li ser her mijara dihat baskirin hebû,
bîr û behweriyên wî bi taybetî li ser çand, wêje,
siyaset, zanist û pirsên civakî pir balkêş û bi nirx
bûn.
Hişê Rezo embara bîr û ezmûnên gelêrî bû. Di civatên
Rezo de pend, çîrokên Mîrza Mihema, Pîra heftdinan û
yên din, siwarbûna cencerê, kelandina savaran û
raxistina savêr li nav teynan, vedana davikan li ber
teyrikan, di zeraqa sibehê de keyandina meşkan, çûna
ber berxikan, razana serê banan û zêrevaniya xemla
ezmên, hûnandina kehnîkan, leystika dam û higulîskê,
stranên paleyî û dankutanê û zanîna gundiyan li ser
her herçar dêmên salê û guhertina seqayê, metelok û
pednên programkirina karê cotkariyê mijarên şêrîn
yên wan civatan bûn. Ez matmayî dimam çawa hê
tiştikên hûrik jî di bîra wî de mane. Çawa ew embara
ezmûnên gelêrî bû, herweha haya wî ji mijarên
zanistiyên nûjen jî hebû û bi zimanê xwe yê resen û
petî wî hesanî dida nav wan mijarên aloz.
Li vir, eger bi kurtî be jî, ez çend bîranînên xwe,
çend wêneyê jiyana Rezo bi dost û hevalên Rezo re,
bi we re par bikim.
Dema Rezo li Berlîna Rojava dima me ji nêzîk ve
hevdu naskir. Tebaxa 1971 Kongra Komela Xwendekarên
Kurd li Ewropa li Berlînê li dar ket. Komele
rêxistineke kurdan ya pir giring û çalak bû li
Ewropa, ji ber wê em xwendekarên kurd endamên komlê
ji tevaya Ewropa dihatin beşdarî kongran dibûn.
Me di wê havînê de gelek caran hevdû didît û zû ez
wî bûne dostê pir nêzîk.
Dostaniya me ji wê demê ve ti caran lawaz nebû. Na,
wek rojan nîşan da, her diçû dostaniya me xurtir
dibû.
Piştî ko min xwendina xwe li bajarê Brno, li
Çekoslovakya tewa kir, ez vegerame Tirbespiyê. Rezo
jî xwendina endazyariyê li instîtûta neftê li
Moskoyê tewa kiribû û vegera welêt. Ez wî me wek
endazyaran li Şirketa Petrolê ya Sûrî, li Rimêlanê
kar dikir, ew di karê xwe de bûbû endazyarê pispor
yê tibaba petrola di bin erdê de. Reveberiyên karê
me di yek avayiyê de bûn û me hesanî her car hevdû
didît.
Me gelek caran guftûgo li ser pirsên parastina çanda
kurdî dikir û hizra projektan di serê me de hebû.
Hê dema Rezo û Dr. Sadedîn Mela li Berlina Rojava
bûn, wan bi hevalên xwe re jimara yekê ya kovara
Şoreşgêr bi çend pirtûk û belavok re weşandin. Rezo
û Dr. Sadedîn ji Berlînê ji bo xwendinê barkirin û
çûne Sovyêtistanê. Sala 1978 ez çûme Berlînê û
nêzîkî salekê li wir mam. Di wê salê de me ji nû ve
dest bi weşana kovara Şoreşgêr kir. Bi alîkariya
dost hevalan min jimara Şoreşgêr ya dido û sisiyan
amadekirin, jimara diduyan li Berlînê hate çapkirin
û weşandin, lê ji ber ez jî li ser riya welêt bûm me
jimara sisyan bo çapkirinê ji Dr. Sadedîn û Rezo re
rêkire Moskoyê.
Ji ber ezmûna me di kovara Şoreşgêr de em ji xwe
piştrast bûm ko em dikarin kovarekê li welêt jî çap
bikin. Lê gelek pirs û alozî hebûn, divabû em çarê
ji wan re bibînin, pirsên teknîkî û lojistîkî hebûn,
lê ya herî giring û aloz pirsa ewlekariyê bû. Di wê
demê rêjîma sûrî bi tundî planê Kembera erebî bi cih
tanî, peyva kurdî qedexe bû, mirov ji ber pirtûk,
kovar û belavokên kurdî diketin ber cizayên giran.
Rêjîmê çapkirin û weşana wan li dijî serweriya
dewletê û ya paritya Bees didît, wê çavsoriyên mezin
li kesên bi karê wilo dirabûn, dikir.
Nêzîkî sersala 1983 ez, Rezo û Ebdilaqiyê Ûsiv em li
mala min li Rimêlanê gehane hev û me basa pêkanîna
projekta çapkirina kovareke kurdî kir. Ebdilaqî
endazyariya elektronîkê beşê rayokomunikasyonê li
Sovyêtistanê xwendibû û di partiya Hevgirtina Gel de
endamekî rêvebir bû, wî pirsên rêxistinî wek
çapkirin, belavkirin, birin û anîna posta kovarê bi
xwe girtin. Karê rêdaktoriya kovarê ma bi min û
Rezo. Me di wê civînê de li hev kir ko navê kovarê
Stêr be û biryar da ko Stêr li Newroza 1983 bikeve
ber destê xwendevanan. Me du wate û sîmbol di navê
stêr de didîtin, ew nûkirina navê kovara Stêr ya
Bedirxaniyan bû û stêra sor ya îdeolojiya sosyalîst
bû.
Sala 1978 dema ez li Berlînê bûm birayê min Ehmed ji
Norwêcê daktîloyeke piçûk ji min re anî, da ez pê
karê xwe bikim. Dema ez vegeram welêt min ew daktîlo
bi xwe re bire Tirbespiyê. Dostan li Berlînê şîret
dikirin digotin li Sûrî daktîlo qedexe ne, lê ez li
ya xwe siwar bûm min daktîlo û çend pirtûkên kurdî
yên destê min ji wan nedibû bi xwe re birin welêt.
Kovara Hawar û her şeş pirtûkên ko sala 1971 mîr
Kamîran Bedirxan ji min şiyandibûn di nav wan
pirtûkan de bûn.
Metirsiya ko pasvanên sînor daktîlo û pirûkan
bibînin li ber çavên min bû. Ez ji Berlînê bi
trembêlê çûme Yûnanistanê û ji wir li ser pişta
keştiyekê çûme bajarê Tertûsa Sûriyê, da ji wir
herime Tirbespiyê. Firaxên bi min re gelek bûn, min
dilê xwe xweş dikir ko dê daktîlo û pirtûk di nav
wan de winda bibin. Lê gava min dît pasvanên sînor
terembêlên berî min bi hûrî sehdikin ez têgehiştim
ko çara veşartina wan nîne. Daktîlo piçûk bû ew û
pirtûk di du kîsan de bûn, min rahişte herdû kîsan û
çûme oda efserê pasvanên sînor, min silav lê kir kîs
li ber danîn û got: keremke va ne firaxên min. Wî li
min vegerand got na, na, ne ev in firaxên te were
bagajê terebmêlê ji min re veke, da ez bibînim te çi
bi xwe re aniye. Ew ji pişt masa xwe derket û da
pêşiya min, min jî rahişte herdû kîsên xwe û em çûne
ber terembêlê. Min deriyê bagaj jê re vekir, ew bi
nav firaxên min ket û ji hev vewjartin. Min gelek
pirtûkên pîşeyî yên xwendina zankoyê û gelek qewanên
stranan bi xwe re anînîbûn. Wan bala efser kişand,
wî protesto kir, got: ev çi ye, te pirtûkxaneyek bi
xwe re aniye! Min jê re basa giringiya pirtûkan bo
pîşeyê xwe kir, wî dawî destûr da ko ez derbasî Sûrî
bibim.
Ta ez li welêt bûm min û Rezo me hemû jimarên kovara
Stêrê bi wê daktîloyê nivîsandin. Lê di destpêkê min
gelek caran daktîlo bi xwe re dibire cem Betalê
Betê, da ew gotarên Stêrê binivîse. Wî li zankoyê
xwendibû û nivîsandin bi daktîloyê beşek ji pîşeyê
wî bû û destê wî di nivîsandina tîpên latînî de pir
sivik bû. Betal Betê li bakurê Kurdistanê
siyasetvan, sêzdeh sal cizayê zîndanê lê hatibûne
birîn. Ew ji ber junta leşkerî ji Serxetê hatibû
Binxetê û li Tirbespiyê di nav xwediyên xwe de bi
cih bûbû. Piştî demekê em tê gehiştin ko em jiyana
Betal li Sûrî dixine ber metirsiya girtinê û
teslîmkirina junta leşkerî ya tirk dikin. Me êdî
biryar da em karûbarê Stêrê bi destê xwe bikin û me
ew bire serî.
Me kovar Stêrê ne li ser kaxezên normal dinivîsand,
pêşî divabû em wê bi daktîloyê li ser pelên hevrîşim
binivîsin. Daktîlo cihê tîpan di pelên hevrîşim de
çêdikir, cihê tîpan qul dikir. Hevalên me di karên
çapkirinê de pelên hevrîşim li ser gundorê ronyoyê,
makîna çapkirinê, siwardikirin, ximav di nav qulan
re derbas dibû ser kaxezên kovarê û bi vî awayî Stêr
dihate çapkirin.
Weke me dibihîst karê wan hevalan, bi taybetî di
kelkela havînan de, gelekî zor bû, çapkirinê wextekî
dirêj dikişand, dengê makîna ronyoyê bilind bû û
metirsiya eşkerebûna cihê wan hebû, ximavê dest û
lepên wan gemarî dikir û jê nediçû bi ser de jî
kvalîta çapê ne pir baş bû. Kirîna pelên hevrîşim jî
ne bê alozî bû, me ew ji pirtûkxaneya Lîwa yan
Midêwayê li Qamişlo dikirî, wan her car diprsî ka ev
pel ji çi re û ji kê re ne, ji bêçareyî kê ji me
kirîbûna me digot em mamoste ne, li filan dibistanê
kar dikin û me navê dibistanekê ji wan re digot.
Sala 1990 ez ji welêt derketim û li Swêdê bi cih
bûm. Carekê sala 2006 ez li mala Rezo bûm, Rezo ew
dektîlo derxist, kêlîkeke xweş me serpêhatiyên salên
weşandina kovara Stêrê bi bîr anin û me çend wêneyên
hev bi daktîloyê re kişandin. Rezo got: ev daktîlo
ya te ye, emanet bû li cem min, keremke ya te ye
bibe. Min lê vegerand: yê herî layiqî daktîloyê tu
yî, dilê min gelekî xweş e ko ew li cem te ye û te
ew parastiye. Di nav salan de pîştî belavûna
komputeran, nivîsandin bi daktîloyê kêm bû, lê Rezo
dixwest her tiştê bi weşana kovara Stêrê ve girêdayî
bide hev. Wî dixwest, ronyo, makîna çapkirina Stêrê
bi dest bixe. Carekê li Qamişlo ez û wî em bi hev re
çûne cem çend kesê Rezo behwer dikir ko haya wan ji
cihê makînê heye û ji wan dipirsî da makînê jê re
peyde bikin. Tevlî ko renyo nema dihate bikaranîn,
lê Rezo dixwest wê bikire û digot eger gelek pere lê
hein jî ezê wê bikirim. Piştre haya min jê nema ka
gelo ew bi dest xist yan na.
Rezo, Bavê Nazê, Dr. Sadedîn û Mihemed Necarî bi hev
re Hevbendiya Kawa ya Rewşenbîrên Çepî Kurd li
Moskoyê damezrand. Bavê Nazê û Rezo li Sûrî jî li
ser navê Hevbendiyê bizav dikirin. Rojekê sala 1983
Rezo telefon ji min re vekir û got:
- Dibêjin ko James Aldridge bûye mêhvanê Mihrecana
Sînemayî li Şamê û Bavê Nazê hêvî dike, ko tu jî pê
re herî bi hev re li ser navê Hevbendiya Kawa ya
Rewşenbîrên Çepî Kurd pêşwaziya wî li Şamê bikin. Ma
tu çi dibêjî?
Min du romanên James Aldrige bi navê Çek û Çiya
(Mockery in Arms) û Diplomat bi zimanê çekî
xwendibûn. James Aldrige kul û derdên kurdan
naskiribûn û bi zanîneke kûr û nazik li ser pirsa
kurdan nivîsandibû. Min, bi rastî di xewnan de jî
goman nedikir, ko ezê carekê pêrgî vî nivîskarê
mezin bêm. Ew li ber çavên min weke kesekê afsaneyî
bû. Min yek nekire dido û got ko erê, ezê bi wan re
herim.
Em çûne Şamê û me James Aldrige dît, lê ev
serpêhatiyeke dirêj e, û min berî niha di kovara
Dugirê de li ser nivîsandiye.
Piştî weşandina kovara Stêrê, li gor wê demê gelek
kesan kovar dixwend û xwendevanan gelek nîşanênên
pozetîv ji redaksyona kovarê re dişandin, lê li gor
nivîsên ji me re dihatin, me ditît ko nivîs tijî
şaşîtiyên vekîtî û rêzimanî ne û tiştê bala me
dikişand ew bû ko not ji sedî ji nivîsan helbest
bûn. Xuya dikir ko piraniya nivîskaran xwe ji
pexşanê û ji tekstên dirêj, yên vekolana ramanan dûr
dikir. Wan bêhtir kul û derdên xwe, hestên xwe bi
lez, bi hevokên kurt yên dûzankirî li se kaxezê
diraxist. Min û Rezo di her derfetê de me dîtinên
xwe li ser şêweyê nivîsandina kurdî ji hev re digot.
Xuya dikir ko pêwistiyeke mezin bi zanebûneke kûrt
ya zimanê kurdî hebû û divabû zimanê kurdî bête
perwerdekirin.
Li Rimêlanê bi destekiya partiya Hevgirtina Gel min
12.7.1985 dest bi kursên hinkirina rêzimana zimanê
kurdî kir. Min rêzek kurs li Rimêlan, Tirbespî,
Dêrik û Qamişlo dan, her kursekî nêzîkî heft heyvan
dirêj dikir. Beşdarên wan kursan pir çalak û bi
disîplîn bûn, bi rastî ew şagirtên nimûneyî bûn. Ta
roja îro jî ez gelekî bi beşdarên wan kursan
serbilind im, nemaze ko jimareke beşdaran pir bi pêş
ve çû û di çand û wêjeya kurdî de pisporên çalak in
û hêjî xizmeta zimanê kurdî dikin.
Rezo jî ji aliyê xwe ve perwedevanekî zimanê kurdî
yê bê westan bû.
Zivistana 2006 ez çûme Qamişlo. Rojekê Salarê Rezo
ji nav bajêr hate malê, ez û Rezo li mala wan li oda
rûniştinê bûm. Salar derbas bû, silav li me kir û çû
odeke din. Kumê li serê Salar gelekî bala min
kişand, ala rengî li ser kum bi rîs hatibû çêkirin,
al mezin bû û rengên kesk û sor û zer bedew bûn.
Matmabûna min ji tecrûbeya salan ya qedexekirina
sîmbolên gelê kurd dihat, ziman, kovar, û rojaname,
pirtûk û ta navên kurdî li zarokan qedexe bûn, ji
xwe hildana ala rengî dibû sedema cizayên giran. Min
ji Rezo pirsî ma metirsî li ser wan nîne Salar bi vî
kumî li nav bajêrê Qamişlo digere.
Rezo got: Rojekê em bi hev re çûne nav bajêr, dîse
ev kum li serê Salar bû. Kalemêrek pêrgî me hat,
kêlîkeke xweş li kum temaşe kir piştre got: Birazî
bi xwedê kumê te gelekî xweşik e. Rezo got min lê
vegeran: Apo keremke bila kum diyarî be ji te re.
Kalo got: Na birazî bi xwedê ev barekî giran e
taqeta min nîne wî barî hilgirim, bila ji xwediyê
xwe re pîroz be.
Rezo berdewam kir: Ew xort in, êdî nema weke nifşê
me qîma xwe bi her çewsandinê tênin.
Min jî dît ko xortên bi welatparêzî û mêraniyê
hatine xwedîkirin êdî serê xwe li ber stemê
natewênin, ev nifşê nû ye, xwediyê pêşeroja xwe ye.
Ne ji mêj ve Rezo du daxwazên xwe ji min re gotin,
ez bi hêvî me ko em bi hev re karibin wan daxwazan
bi cih bênin, ew jî ev bûn:
Dive ji nû ve kovara Stêrê bi awayê miceledan (berg)
bête berhevkirin û çapkirin
Dive mafê mirovan neyê xwarin. Wî digot: Eger yekî,
wek Melayê Palo, tiştekî baş ji gelê xwe re kir,
gerek e ew neyê windakirin.
Rezo ji nav me bar kir û serê xwe danî ser axa sar,
lê kar, xebat û jiyana Rezo hêja ye ji nifşan re
bibe rêbaza kar, xebat û jiyanê. Û da berhemên wî
bêne parastin ez hêvî dikim ko hemû gotar, hevpeyvîn,
name, berhemên di kovar û rojnameyan de, hemû
berhemên çapkirî û neçapkirî bêne danehev û
çapkirin.
Sandviken 10.4.2010
|