|
Xalis Misewer:
Helbestvanê me Rezo Osê û Mehrecanek ji Wêneyên
Netewî ..
Lêkolînek rexneyî
Rezo Osê carekê dibîne “Gêşek kevok ji ser xaka
Helebçe radibe.
Û bi awakî pir bi istîtîk û hunerî, di vê babetê de
sirûda xwey bi navnîşana (Kevoka min), weha di
ezmanê xeyala xwe de dinivîse.
Kevokên gewr birek derket ,bi reftarî ,bi azmanan
Dixwazin ew bixopînin,newal û deşt û sîpanan
Binasin ew ji serdestî,çeman û gol û deryanan
Bi serbestî bibînin ew,şikeft û kelh û beybanan
Kevoka min ji ref ma ye,ne hate lîs û
hêlînê
“Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil.
Nîşana vê sirûdê /Kevoka min/pir bi wate û bi
zanebûn hatiyw bi cihkirin, ji ber ku helbestvanê
me, bi cênavê yekem /min/ serpêhatya kevoka xwey
gewr, ku bi refê xwe re, bi hêlemêl li ser deşt û
newal û bihara li dor bajarê Helebçe dirêsya, îro ew
kevoka bê guneh ji refê xwe maye, gelo ka çi hal û
hewala vê kevokêye..?. Helbestvan vê bûyera watedar,
bi ahîn û kul û keseran tîne ziman, kevoka xwe dixe
dilê xwe, di ponije û di navbera xwe û canê xwe de
dibêje: Yara min kevoka ber dilê min, îro – nizam
çima – tû wendabûye, bi refê xwe re nevegerya lîs û
hêlîna xwe, gelo.. çima..?!.
Rezo weha di rengê diramake tiracîdî de, rewşa
refek kevokên gewr, ku yek ji wan kevoka wî bû,
şêrîna ber dilê wî bû, dibîne çawa di ser ezmanê wan
çol û çiyayên bajarê azardayî Helebçe re difire. Lê
mixabin îro ev kevoka aşîtiyê ji refê xwe maye, û li
lîsê xwe venegeryaye. Weha vê kevokê helbestvanê me
xistiye nav sawêr û xeyalên kûr û dûr de, û dibêje:
Gelo nabe ku ev kevoka bê guneh, bi top û tengên
xwînxur û faşîstan, bê dilovanî hatibe kuştin…an
dibe jî ku wê hê li min vegere…? lê mixabin çû û
venegerya…!.
Ango helbestvan dixwaze van kevokên gewr, mîna
sembol ji miletê Kurd yê aşît xwaz re bide nasîn, û
ewa ji refê xwe maye jî, dibe mîna sembol ji wan
şehîd û pakrewanên, ku bi jehra xerdel û siyanîdê li
ser xaka wî bajarê dilzar, kovan û birîndar şehîd
bûne. Û heta dawî bi dilekî hêvîdar û omîd dixwaze,
ku ev miletê belengaz û bêmical bi azadî û serbestî,
mîna van kevokên spî, li nav kêl û şkêr û şikeft, û
çem, û gul, û çîçekên welatê xwe, bê niçîrvanên
seryan û dafkan bi serbestî bigere. Weha helbestvan
di vir de dide xuyakirin, ku herdem Kurd li dinê
xwazgînên aşîtî û xêrxwazyêne, dixwazin bêkuştin û
zordarî, li welatê bav û kalê xwe bi rehetî rûnên.
Bi vî hawî jî helbestvan dikeve nav fikar û ramanên
kûr û dûr de, û xeyal û sawêrên wî bi gastîna
ezmanê hefta ve hildikşin…! Û dibêje: Ah feleka
bêbext..! çare nîne nêçîrvanên seryan teqze îro serê
vê kevoka bê guneh jêkirine, û bê mirad çûye dinya
ebedîn, û iro bûye mêvanê gora reşî tarî..!.
Di vê sirûdê de, du tabloyên hunerî têne xuyakirin.
- Yek jê, tabloyeke pir spehê û bi istîtîkeke
helbestî, rewşa jiyana mirovên kurd li ser kevirê
komkujyê dineqişîne, ew jî dema ku neyar bihêlin bi
aşîtî di welateke azad de jiyana xwe derbas bikin,
çimkî ev milet bê zirar li vê dinyê bihara jiyanêye,
û miletekî aşîtîxwaze, ne mîna hin ji miletên
hawîrdora xwe, bê însaf, heqsiz û serhilqetêne.
- Ya din, ew petrîşoka ku di dîrokê de, herdem bi
serê Kurda de rijyaye, û afatî bi serê wan de aniye,
ji xwênerê xwe re bi wêneyên xwey helbestî dide
xuyakirin.
Dîsanê helbestvanê me, bi şêwaza çîrokeke diramî û
serpêhatî, ew felaketa bêhemta ku bi serê bajarê
Helebçe de hatiye tîne ziman, û weha bi xeyala xwey
fereh û suryalî, û bi riyalîzma xwey resen,
helbestvan karîbû vê tabloya xwey spehî, mîna
wênegirekî zîrevan li ser xaka Helebçe bi afirîne, û
di ezmanê xeyala xwêner re bibe û bîne, û pişt re di
ber çavê wî re derbas bike. Bi vî hawî jî li vir
helbestvan tabloyeke rengîn û bêhemta ji xurista
Kurdistanê re di afirîne, û ji pêşî de kevoka xwe bi
refê wê re, bi hosteyî li ser van diyardeyên
Cuxrafiya Kurdistanê, mîna – newal – deşt – sîpan –
çem – gul – derya – şikeft – keleh - beyban –
digerîne.
Lê kevoka ji refê xwe mayî, herdem diyardeyeke
giriftariye di mîtolocya Kurdî de, li vir jî
helbestvan ew baş wezîfedarkiriye, çimkî Kurd di vê
babetê de dibêjin: Filankeso ya filankesê, bû kevoka
ji refê xwe qetyayî - ku ew jî - mîna me gotibû - ji
bûyerek pir bi kul û keder re tê gotin. Helbestvan
dibêje jî: Min ev malka dawî ku dibêje: - Nema min
sebr û aramek ji ber jana evîna dil - ji helbesta
Seydayê Cegerxwîn girtiye, bi vî rengî mamoste Rezo
Osê hestên xwe û Cegerxwîn tevlihev dike, û vê
istîtîka helbestî dike nimûne, ji şewat û rivîna
herdû dilên netewperest re, ango bi rengekî din,
helbestvanê me ji xwênerê xwere dibêje: Ez jî mîna
Seydayê Cegerxwîn li vir mame bê sebr û aram, ji
ber jana evîna dil.
Weha em dinêrin ku ev dilzariya ha, bi zêdebûn ji
van peyvên manewînî germ, û şikestina giyan dertê,
peyvên mîna – Nema – sebr – aram – jan – evîn – Ango
ev gotinên ha, êşeke evînî, û hevdijahetiya bê hedan
ku di nava helbestvan de diçê û tê derdixe wê holê.
Dîsanê em karin bêjin: Ku Rezo xwe li vir, bi
malikên xwey helbestî, mîna hunermendekî wênekêş,
zîrek û jêhatî dide nasîn. Ku karîbû xwênerê xwe, bi
van wêneyên helbestî ve mijûl bike, û bala wî
bikşîne ser gotina xwe. Ji ber ku ev malk bi ritim û
kêş û qafiye organîze kirine. Û tê xuyakirin jî, ku
wezîfa wateyî û ritimî li vir bi hev ve hatiye
girêdan, û aliyê istîtîkî di têkista sirûdê de bi
zanebûn diyar kiriye. Wilo helbestvanê me Rezo
Osê , karîbû nebedîbûna kevoka xwey gewr, bi
hestên xwey helbestî di van malkên sirûdê de, xweş
bide nasîn, û wê rivîna şewatê ji hindirê giyanê
xwe, bi helbestiyeke tenik bide xuyakirin, û
pêwendiyeke xurt, di nav derve û hindur de bi
afirîne.
Careke din, helbestvan di van malikên li jor de,
weha dibêje:
Xwezî tiştên dilan îro,bi serbestî bihata mil
Xwezî çavên evîndaran,şev û rokê bidîta kil
Ez ê pirsê bikim îro,gelo kanî Kevoka
sil ?
Kevoka min ji ref ma ye,ne hate lîs û
hêlînê
Li vir dûbarekirina peyva/ xwezî/ û vêre jî
dûbarekirina lazîma- kevoka min ji ref maye, ne hate
lîs û hêlînê- dide xuyakirin, ku helbestvan li
bendey kevoka xwe pir rawestiyaye û çavê wî
qurrimîne, û li ser wê pir kovan û dilzare, lê
mixabin çiqasî vê pirsa bê bersiv dike jî /Gelo kanî
kevoka sil..?/lê ne kes kare bersiva wî bide, û ne
kevoka wî xuyadibe. Dîsanê dûbarekirina
peyva/kevokê/ dibe nîşana girêdaneke giyanî, di
navbera helbestvan û wateya sembola vê peyvê de
peyda bûye.
Û daye xuyakirin, ku bi van malikên bi kêş û ritm
û bi dengê qafiyeke xweş, ku ji tîpên vê sirûda
lihevhatî tê, karîbû sîmfoniyeke mozîkî û awazeke
netewî ji van malikan bi afirîne. Û divabe em
zanibin, ku ji alîkî din de jî, têkista sirûdê
hevdijahtiyeke xurt, ku di hinav û dilê helbestvanê
me de digere, xweş derdixe wê holê. Weha û bi vê
şêwaz û wêneyên helbestî, dengê peyv û naveroka
malkên sirûda xwe dixe guhê xwênerê xwe de. Bi vî
rengî jî helbestvan karîbû xwêner bi bûyerên welatê
wî ve girê bide, û bihêle kîn û nefreta wî li ser
neyar û dagerkerên welêt xurt bibe. Ev nerîna
helbestvan – hatibe, nehatibe bîra wî - bi gotina
şoreşgêrê cîhanî (Ernisto Gîvara) re mîna
jevgirtinê)
تناص)
çêdibe, çaxa dibêje: (Ew miletê ku kîn û nefreta wî
li ser dijminê wî tunebe, ew milet tucaran biser
nakeve).
Bi rastî jî em dibînin ku helbestvanê me Rezo,
tucaran bi hesanî dev ji xwênerê xwe nagere, û bi
van peyvên germ dihêle, li helwêsta welatê xwe
guhdar bike, û evîna welêt bi şewqûşemal di dilê xwe
de bi cihbike.
Piştî helbestvan vê lîztika diramî ji bûyera
Helebçe, ya bi taybet re diafirîne, û bi dilzarî vê
bûyra bi felaket dide xuyakirin, xwe bera nav pêlên
derya mitale û fikaran dide. û li çol û çiya û li
deşt û zozanaên Kurdistanê, li kevoka xwey gewr
digere, lê dawî serê wî li heda dikeve, û polî
poşman li kesayetiya xwe bitenê dizîvire, û vê
kevoka xwey delal di nav refê kevokan de nabîne.
Wilo serpêhatiya wendabûna kevoka helbestvan bi dawî
dibe. Lê bi van wêneyên kovan ku li ser dêmên lazîma
- Kevoka min ji ref ma ye, ne hate lîs û hêlînê –
xuyadikin, helbestvan hêstiran ji çavê xwênerên xwe
dibarîne, û wî dixe nav perçê ewrên li ezmana
bazdayî, ewrên reş û tarî, û di halekî kiriftar, û
di xweneke neciryaî de, wî li ser riyeke bê veger
dihêle, lê wî tucara wî bê hêvî û omîd li vê din
nahêle.
Û dîsanê di sirûda bi navê (Min xwe nasî) de,
helbestvanê me weha dibêje:
Dizanim ez zimanê çûk û maran
Û zarên çîçek û gulçîn û daran
Nizanim ez zimanê xwe bi carek
Wilo kî me, eger tu min binasî ?
Xwenasîn, bi xwe navnîşaneke felsefiye, ew jî ji
mejîyekî dagirtî dertê, ango helbestvanê me di van
malikkên helbestî de, xwe bi xwênerê xwe dide nasîn,
û ji pêşgotineke felsefî hinbihin wî bal bi encamê
de dikşîne, ev jî ji şêwazeke balkişên tê hejmartin,
û bi vê şêweyê pêwendiyekê di navbera mejîyê xwêner
û naveroka têkista sirûdê de di afirîne, û xwêner bi
wate û wêneyên malikan ve hayedar dike, ku dihêle
heta dawî guhê xwe bide gotin û naveroka malikên
helbestvan. Lê şêwazeke din jî di van malikan de tê
dîtin, ango şêwaza surprize yan matman li vir tîne
bikaranîn ew jî da ku xwêner ji xewa xwe veciniqe, û
li wateyên malikên sirûdê vegere û bêje: Gelo ev
malik çi ji mere dibêjin…çi nabêjin?. Evna jî
hunereke helbestiye, bi zîrevanî di vê babetê de
hatiye bikaranîn.
Ew jî çaxa helbestvan xwênerê xwe, di navbera du
firêzên) (عباراتbi
wateyên berovajiyên hev, pozîtîv û nêgetîv de dibe û
tîne – Dizanim ez – Nizanim ez – û bi alîkarya van
herdûk karên nihok, vê têkista helbestî dixin nav
lebateke xurt de.
Lê hatina cênavê yekem/ez/ bi dûv van karan de, û
zîzîna dengê tîpa/z/ku zingîniyeke bi hest û mozîk
li ber guhê mirov dixîne û mirov bi hêrz dike, lê ji
alîkî din ve jî, ev rawestandina ji nişkave li ser
vê tîpa bi deng, lebata van firêzan dicih de di
bire, ango ev lebat û rawestandin bidûvhev de, tê wê
manê ku helbestvan di halekî nefsî bi hêrz û lerz û
endîşe de derbasdibe, û bi vê teknîka helbestî
karîbû bala xwênerê xwe, bi zanebûn bikişîne ser
naveroka têkista sirûdê, û berê wî li wate û
naveroka wê bi zîvirîne..!.
Di wêneyeke helbestînî din de jî, helbestvanê me
careke din bi awakî hunerî, dihêle xwênerê wî
matmayî bimîne, ew jî çaxa xwe di pişt perda miletê
xwe de vedişêre, û li ser zimanê wî di pêşî de
dibêje: – Ez bi zimanê çûk û maran û gulçîçek û
daran jî dizanim- lê bi zimanê xwe nizanim. Bi vê
gotinê helbestvan ecayibên dinê dike heşt..! dema ku
mirov bi her zimanî zanibe, lê bi yê xwe nizanibe,
ango dema zimaê mirov yê zikmakî lê qedexebe û
yasaqbe.
Weha helbestvan karîbû li vir, xwênerê xwe bi
rêz û malkên xwey helbestî ve girê bide, û dîroka
qedexe kirina zimanê wî, di welatê wî de, bi awakî
tiracîdî pê bide nasîn.
Dîsanî di warê hunereke helbestî de, em karin
bidin xuyakirin, ku ezmûneke jiyanî bi taybet bi
xurtayî di helbesta Rezo de xweş tê dîtin, ew jî
çaxa di warê ristesaziyê û di organîzekirina firêzên
xwey helbestî de, bi istîtîkeke hunerî teknîka
pêşxistin û paşxistinê)
التقديم والتأخير)
baş bikartîne, ango ne bi rengekî lasayî, kara berya
cênav bi cihdike – dizanim ez- nizanim ez – bi vê
istîtîka helbestî, Rezo karîbû malikên xwe ji warê
rapor û rasterastiyê bi dûrbixe, û vê şêweya hunerî
bide malikên xwey helbestî.
Dibe ku hin ji gotinên helbestvan bibin cihê
têbîniyekê, ji xwênerê ku xwe baş bi watayên frêzên
wî ve baş micûl nekiribe, Çimkî di vir de gotin û
frêzên helbestvan bi rengekî taybet hatine
organîzekirin, ew jî çaxa ji mirov werê, rengê
berovajî û nedirustiyeke nasyarî di hin gotinan de
peyda dibe, ew jî xuyadike dema ku em dibînin
helbestvan sirûdên xwe bi Kurdî dinivîse, lê di eynê
demê de jî dibêje: Ez bi zimanê xwe nizanim…!
Ango gereke helbestvan li gorî van peyvan bi
Kurdî yekcar nizanibe. Lê bêgûman gotinên helbestvan
bi watayên xwey kûr, ji xwênerekî zîrek ve, û yê hin
haya wî ji dîroka Kurda hebe, xweş tê xuyakirin ku
tu berovajî di van gotinan de nînin, bil-ekis,
hunereke helbestî û kûrbûneke nasyarî di van gotinan
de dibînim, ew jî gava em zanibin ku mebesta
helbestvan ji van gotinan re, ew karê zordarî û
stemkarya ku îroroj bi xurtayî li ser Kurda tê
meşandin, ango ji me re dibêje: Gelî kurda… zimanê
me li me qedexeye, ji ber wilo gelek ji me weke ku
tê xwestin, bi zimanê xwey zikmakî baş nizanin, û
hene jî ew Kurdên ku dijminan embargoya zimanvanî û
wêjeyî, li ser wan û zarokên wan çêkiriye, ta radeya
ku îro bi melyonan zarokên Kurda di mitropolên
miletên hawîrdorî xwe de, di dibistanên van miletan
de, fêrî zimanê bav û kalê xwe nabin, û nikarin pê
bixwînin, ta li hin deverên welêt nikarin pê
biaxivin jî.
Lê helbestvanê mey welatperwer di riya helbestên
xwe re, nahêle tucaran xwênerên wî rehetiya xwe
bistîne, û herdem wî dinav bûyerên Kurdewaryênî bi
felaket de dibe û tîne, û bi teknîka şêwaza
balkişên, xwêner bi watayên malikên sirûda xwe
hayedar dike û dibêje: ) Wilo kî me, eger tu min
binasî ?).
Li vir ev rêza ha bi siwarkirin û ketina cênavan
di navhev de mîna/pirs kî me..û bi guhertina rolan
di navbera cênavê yekem û yê diwem de
jî/me..tu..min..binasî(tu)/ev teknîka siwarkirinê,
endîşe û kîn û nefreteke sosret, di hinava
helbestvan de dide xuyakirin. Ango bi dengekî bilind
dibêje:Xwênerên hêja, hê me çîroka xwey tiracîdî
bidawî nekirye, ezim ev helbestvanê Kurd, ku min
weha belengazî û bêmicaliya xwe û miletê xwe, bi we
daye naskirin, vêca gereke hûn xwe binasin, û li
xwe bixwedî derkevin, hûn li aliyê din jî bizîvirin
çavê xwe vekin û li min guhdar bikin, bê gelo ka
birastî em Kurd kîne çikesin, çima halê me li dinê
wehaye…?.
û weha dîsanê xwe bi we naskirin didim û dibêjim:
Ez im dêw û ez im gernasê waran
Ez im hêştir û gayê xişr û baran
Ker û lal im li cîhanê bi carek
Qirik mişte ji derzî û ji dasî !
Bi vê gernasiyê û bi vê hêza netewî, helbestvanê
me Rezo, li ser zimanê miletê xwey Kurd, di vê
sirûdê de, cudabûnê dixe navbera du beşên jiyana
miletê xwey netewî de.
- Beşê yekem ew sawêr û pirsên bê bersivin, ku di
ezmanê xeyala wî de dicivin, û – mîna me berya anha
gotibû - hevdijahtiyeke nefsî di hinava wî de tîne
afirandin, û pirsa wî ewe ku dibêje: Gelo hê miletên
cîhanê, dîroka me Kurda baş nasnekirine…?. Eger hê
nasnekiribin jî, ezê bi van helbestên xwe, ji wan re
bidim naskirin.
- Beşê diwem jî ewê, yê ku helbestvan pê miletê xwe,
bi miletê cîhanê ve naskirin dide, ango dixwaze ji
herkesî re bêje: Ku miletê Kurd – mîna hemû miletan
- xwedî dîrok û kelepûr û zimanekî zengîne, û
xwenasîneke netewî, û pêşketineke xurt di mejî û
civak wî de çêbûye, lê tevlî wilo jî, li vê dinê ev
milet hê bê mafê herî hindik û dewlet maye.
Weha Rezo bi vê û ji bilî vê sirûda xwe jî,
helbestvanekî Kurd, dilgerm û payebilind û şoreşgêr
ji me ve tê xuyakirin, ji ber ku wî daye pey rûpelên
dîroka Kurda ya bi felaket, û bi şêweyeke hunerî û
bi zîrevanî, karîbû xwênerê xwe tixe nava bûyerên
dîroka milet û welatî wî de, û bi peyvên helbesta
xwey netewî karîbû wêneya raperîneke paşeroj di
ezmanê xeyala xwey fereh de bi afirîne, û xwênerê
xwe pê micûlbike.
Lê careke din ev helbestvan, bi dû astan helwêsta
miletê xwe dide nasîn.
- Asta yekem ewe, ku helbestvan xwe li hember
imhakirin û nicadperestiyê mîna dêw û gernasan bihêz
û bihiner dibîne, ku ew jî ji peyvên mîna - dêw –
gernas - hêştir - û gayê xişir û baran – tê
naskirin. Di vir de çimkî ku mirov xwe mîna /ga/
bide nasîn, di civaka Kurdî de ne hevqsî diruste jî,
lê tê xuyakirin ku helbestvan bi zanebûn ev frêzên
ha bikaranîne, ji ber ku hêştir û ga jî, zindiyên di
kelepûra Kurdî de pir bi hêz û bi dengin û cihê
sosretêne.
Weke vê manê jî diyardeya/ga/ li bal Seydayê
Keleş bikartê, ku di sirûdeke xwe de dibêje:
Bejna bilind li takî xemla wê barê gakî
Mîna van frêzan jî di kelepûra Kurdî de di warê
şer û navtêdanê de pir tîne bikaranîn mîna - ez
guryê qedê me -ez Teyarê dînim- ez jehra Silêmanî
me…hwd- Lê dibe jî ku helbestvan em jî li vir bi xwe
re, kişandibin nava etmosfêra nehişyaryê) (
فضاء اللاوعي.
Ango di vî ezmanê nehişyaryê de, helbestvan bi
xeyala xwe, xwe bera nav pêlên derya mîtolociya
miletê Arî ya herî kevin dide, ku vî miletê ha di wê
çaxê de, ga heywanekî pir bi hêz û rol di efsanên
xwe de didît, ku kesekî ji xwedakê Aryanan yê bi nav
û deng (Mîtra) pêve, nikarîbû pişta wî bide erdê û
pênikarîbû. Evna jî çîrokeke wê ya dûvdirêj heye, ne
hewceye ku em li vir bînin ziman.
Lê mixabin ev helbestvanê dilêr ku hevqasî bawerya
wî bi nefsa wî, û welatperwerya wî tê, li vê dinê
maye ker û lal û /qirik mişte ji derzî û dasî/. Ango
neyaran ew di welatê wî de bêdeng hiştiye, û
nehiştine dengê qêrîna û azarya xwe bigihîne miletê
cîhanê. Tê xuyakirin jî ku peyva/ez im/ di sirûdan
de gelek caran dûbare dibe, ew jî tê wê manê ku
helbestvan – mîna me gotibû - pir ji xwe û miletê
xwe bibawere, û stemkariya neyaran li ser
helbestvan, hiştiye ku xwenasîn û berxwedana wî ya
netewî, di helbesta wî de li hember dijmin bi
xurtayî diyar bibe. Çimkî qedera wî ye, ku xwe di
demeke germ ji dîroka Kurdî de dîtiye, û dîsanê ji
neyaran û cîhanê re dide xuyakiein û dibêje: Em Kurd
ne miletekî aloz û ji weza ketîne, lê çibkim herdem
qedera me kurda ewe, ku qirika me miştbe ji derzî û
dasî.
- Asta diwemîn jî, ew jiyana ku Kurd îro, bi hejarî
û azarî û bê par tê de dijîn, vê jiyana sêfil
helbestvan ji xwênerê xwe re dide xuyakirin, ku evna
jî mirov kare bêje: Ku mîna lîstikek resen û bi wate
di warê- hunerî- dîrokî- mîtolocî-şanogerî…
helbestvanê me bi xwnerê xwe re dilîze, û wîna bi
zanebûn bi bûyerên welatê wî ve hişyardike. Lê em
karin bêjin jî, ku herdûk ast bi hev re du wêneyên
tiracyo – komîdî an komîdya reş, hem ji gernasiyê
hem ji kiriftarya miletê Kurd re baş derdixe wê
navê, ji ber ku ev herdû wêneyên ha ji xwêner ve
têne xuyakirin, ku/gernasî- kiriftarî/ di sirûdê de
berovajyê hevin, lê herdûk ast ji wêneyan di tabloya
dîroka Kurda de, bi rastî jî, dibin yek wêne û bi
hevve tîne grêdan, ango helbestvan taybetiyek dîrûka
Kurda, li ser dêmê sicada tabloya helbesta xwe di
neqişîne, û xwênerê xwe bi watayên vê tabloyê
hayedardike.
Careke din dibêjim, ku helbestvanê mey şahreza,
hesta xwe û miletî xwe herdem tevlihev dike, û xwe
mîna mirovekî Kurd gernas û pozbilind dibîne, û
careke din navê lehengên dîroka Kurda tîne ziman û
dibêje:
Weku şêr û pilingan ez li bax im
Bi hêz û himmet û salox û dax im
……………
Ez im Xani,e z im Bêkes û Behrem
Ez im Guhderz, ez im Qadî û Restem
…………….
Çiqas bêjim, kelêj im, jar û mest im
Gelo ez jî mirov im, can û hest im ?
Bese bavo,ji min kême hewarek
Ev ê halo ez im, va min xwe nasî
Helbestvan Rezo Osê livir careke din
xweyîtiya xwe tev li ya civaka Kurdî dike, û xwe
mîna şêr û pilingan bi hêz û hinr dibînê, û bi
teknîka filaşbagê)
الخطف خلفاً)
ve, xwe nevyê van sembolên dîroka welatê Kurdistanê
mîna – Xani – Bêkes – Guhderz – Qadî - Restem - û
Behrem- dibîne.
Weha helbestvan bi du wêneyên têvel ve malikên
xwe organîze dike, û bi van astên narrative) (المستويات
السردية,
rewşa xwe [ miletê xwe baş dide nasîn, û dide
xuyakirin ku ji qêrîn û hewarê pêve, tu tişt jêre
nemaye, û careke din pêlên endîşe û gûmanan li hinav
û xeyala wî bi giranî dibine mêvan, û mîna
leyistikvanê şanoyeke tiracyo – komîdî- ango geh bi
gernaseî geh bi melûleî, xwe bi temaşevanên vê
şanoyê dide nasîn..!.
Dawiya vê sirûdê bi şêwaza dîscours ) (الخطابيةû
bi peyvên mîna /Bese – va – hewar - xwênerê xwe
radike ser tapanan û wî ser û binî hevdike, jêre
dide zanîn ku ew ev helbestvanê li vê cîhana bê
bext, bûye delîl ji halê xwe û miletê xwe re, ku ew
û tevlî miletê xwey Kurd jî, nema li ser vê hejarî û
kiriftarya bêhemta dirawestin, û mizgîniyê bi
raperînên nîzîk dide..!.
Di sirûdeke din de jî, ku bi navnîşanana (Newroza
gundê me) hatiye nîşandan, weha rezo hestên xwe
derdixe wê holê û dibêje:
Hawîrdorê gundê me, hemî kaş in,kendal in
Dora çemê me,yê zil, şînebest in,newal in
Birek derket bi şahî,hemî xifş in, heval in
De gava ko dirabin,weku pêlan dinalin
……….
De gava ko bi ger bin,sazên me her xelxal in
………..
Êvar-reşê ko dihat,bo Kawa sore-al in
Livir jî helbestvan vê sirûda xwe bi ritm û kêş û
qafiyeke bi awaz lidardixe, û bi kahniya xwey
helbestî tabloyên gulistana xurista welatê bi
wêneyên binêran)
صوربصرية)
mîna– birek derket bi şahî- û yên dengane)
صورسمعية)
jî mîna- sazên me xelxalin – di afirîne, û rewşa
fînemînakên spehî mîna, zerî, û xort, û kal, û xelk,
û bihara xurista gundê xwe re diyardike.
Van diyardeyan bigiştî bi hesteke pir rewan û
zelal, bihev re di sirûda xwe de dicivîne, û
tabloheke bedew ji vê bihara wêneyan re radixe, û
kevin û nuh bihevve girêde.
- Nuh ewe ya ku ev gulîstana bihara gund pê hatiye
xemilandin
- Kevin jî ewe ya ku ala Kawa, li ser xaka
Kurdistana azad, bi hêlemîl dike firefir-. Weha
me dît, bê çawa helbestvan xurist û kelepûr û dîroka
kurdanî ecêb, bi hostayî di sirûda xwe de, bi hev re
wezîfedarbike. Û ev pesnên spehî herdem kahniya hest
û ihsasên helbestvan dipijiqin, û her dilopek ji vê
pijiqandinê nifşên gulên Kurdistanê li ber şîn tên.
Ji loma vê sirûdê hevqasî newroz bi me xweşkiriye,
tu dibê qey cara yekemîne em newrozê bi vî rengê
bedew dibînin û dibihîzin. Evna jî – Bêgûman - ji
zîrevaniyeke helbestî tê. Lê dibêjim jî: Wênwyeke
pir spehî di firêza – weku pêlan donalin – de xweş
xuyadibe, ango helbestvan li vir pêlên derya mîna
lebateke mirovan teşxîsdike, ku ew jî wêneyeke ji
helbesta nûjen tê hejmartin, ango helbestvan bi
rengekî nerasterast, vê wêneya spehî bi xişxişa
xelxalên lingê zeryên gundê xwe, vê gulîstana xwey
rengîn dixemilîne.
Ew jî tê wê manê ku helbestvan ji mere dibêje:
Vaye keçên gundê me, ku ew jî kurtebirekin di vê
tabloya xuristî de, bi van xelxalên lingên xwe
simfoniyeke mozîkî ji vê bihara rengîn û bê kêmasî
re di afirînin. Dîsanê li vir awaz û nalîneke
mozîkî, ji bêvila mirov, bi tîpa dawiya rêzan/N/ve
dertê, ev nalîna mozîkî bêhtir ji dawya malika
didiwa û ya sisyan dertê mîna – şînbest in – newal
in - xifş in – heval in – Weha di riya şêwaza
jêavêtinê ) (الحذف
de, helbestvan tabloyên sirûda xwe bi ritim û bi
mozîk lihev tîne.
Bêgûman – mîna ji me ve xuyaye - ne bi tenê
xeyaleke fereh di van malikan de têxuyakirin, lê
helbestvan me hayedar dike jî, ku ew dikare bi
hostayî, destlatdarya xwe li ser peyv û firêzên
helbesta xwe baş kontrol bike. Lê ji alîkî din ve jî
dibêjim: ku peyva /ko/ di firêza - De gava ko – de
hatiye, hinekî rengê şêwaza netriyet û raporê dide
herdû rêzên sirûdê, û her bi ritim û mozîka rêzan
dilîzê.
Ji ber wilo, û li gorî nerîna xwe jî, ez karim vê
têbîniya ha bidim: Ku çaxa helbestvanekî Kurd
bixwaze peyva/ko-ku/ di sirûda xwe de bikarbîne, di
bawerya min de, divabe ev peyv pirê caran di serê
malik û rêzan de bê, lê ku di orta malik û rêzan de
hat, wê çaxê - pirê caran- rengê gotinên rojane û ne
helbestî dide malik û rêzan, û bi awakî nexweş bi
mozîka hevok, û firêz, û malik, û rêzên helbestî
dilîze.
Lê ji bilî wilo jî, ji me baş têxuyakirin, ku ritm û
mozîkek pir delal di van herdûk firêzên sirûdê de
peydadibin – dirabin–bi gerbin - ji ber wilo me baş
dît, ku li bal helbestvan Rezo gencîneyeke zimanvanî
zengîn û dagirtî heye, û li ser kêfa xwe û di cihê
minasib de, peyvên zimanvanî di rêzên helbesta xwe
de, û bi awakî standard û lihevhatî organîze dike.
Dîsanê di van rêzên li jêr de, helbestvanê me weha
dibêje:
Çiya…Deşt…û zevî
Li ber barê me
Ranebûn…
Me
Xwe,
Di kuna keftêr de,
Veşart…!
Dema roj li me hilat,
Em bûne dêwên heft serî…!
Hinga
Me dev li xwe kir
Û
Xwe,
Di xwîna xwe de,
Gevast…!
Rezo Osê careke din di van malikên xwe de, bi
helbesteke diramî - ku ew jî ji hokarên helbesta
nûjen têjimartin- dîroka Kurda li vê dinê tîne
ziman, û karîbû bi zanebûn bi şêweya sê wêneyên
Kurdewaryê, rewşa vê dîrokê bi tefna helbesta xwey
reng îdyolocî ve bi hevve bihûne, û wêneyeke
dariştî, ji tiracîdiya vê dîroka Kurda re bi
afirîne.
- wêneyê yekem, ew sêfilî û rebenya ku di dirêjya
dîrokê de herdem Kurda jiyana xwe têre derbaskiriye,
ew jî dema dibêje: Ku ji ber stemkarya dijmin bi çol
û çiya dikevin, û ta di qulên keftaran de jî xwe
vedişêrin. Lê ew çiyayên ku Kurda herdem di meteloka
xwe de digotin: Ji çiyan pêde dostên me Kurda nînin.
Em li vir temaşe dikin ku wataya vê metelokê, bi
rengekî berovajî ji wataya wênî kevin hatiye, ew jî
çaxa di demêm teng de, nema çiya bikêrî Kurda
hatine. Ango bi vî rengî helbesrvan bi şêwaza
wergerandinê) (العدول
ve, vê meteloka kelepûrî, bi zîrevanî ser û binî hev
dike, û wê ji wateya wê ya resen werdigerîne, û
watayeke nû jêre datîne, ku hê kesekî bi vê wataya
ha negotiye, ew jî ji bo ji xwênerê xwe re bêje: De
binêre birako, îro ta bi van çiyayên bilind jî, nema
karin wê dostanya xwey dîrokî, ji Kurda re berdewam
bikin.
- wêneyê diwem jî ewe, yê ku wê gernasiya Kurda di
dîrokeke bi felaket de, dide xuyakirin.
- Wêneyê sisyan jî, ew şerê xwebixwetiyêye, ku
herdem bi xwîn û bi felaket dinav Kurda de
destpîdike.
Lê bi gotina: Çiya li ber barê me ranebûn…?.Bi vî
karê buhêrk û bi van hersîk niqutên di dawiya malikê
de hatine, helbestvan dikarîbû, xwênerê xwe dinav
etmosfêra raman û fikaran de bibe û bîne, û bihêle
pirsbike dîrokî ji xwe bike û bêje: Gelo çima ev
çiyayên me, li ber barê me Kurda ranebûn…?. Ew jî tê
wê manê ku helbestvan bixwe dinav endîşe û
sergêjiyek mezin de dijî, û hevdijahtiyeke mezin di
hinava wî de peydadibe. Bêgûman dîsanê helbestvan li
vir, dîroka Kurdanî dirêj û kriftar baş dikole û
lêkolîn dike, zordarî û stemkariya ku li ser Kurda
di dîrokê de hatiye meşandin nîşan dide. ta ji ber
vê stemkaryê Kurda xwe di qulên keftaran de jî
veşartin.
Çimkî em dizanin ku kevtar lawirekî bêbexte jî, û
bê dilovanî mirovan dixwe û bi diranê xwe wan
zîvazîvarî dike, lê wehaye jî ku herdem van Kurdên
belengaz di nav dijminan de, ji vî lawirî dilovantir
nedîtine, lê kiriftarya ji wilo mestir jî ewe, ya ku
çaxa Kurd ji qula Keftêr derdikevin û roja ferecê li
wan hiltê, wê çaxê ji dêvla ku destê biratiyê bidne
hev û birînên xwe derman bikin, ew dibine mîna dêwên
hevt serî, dev li xwe dikin û bi hovîtî hevdû dinav
xwîna hev de vedigizgizînin. Careke din helbestvan
bi firêzên – me dev li xwe kir- xwe di xwîna xwe de
gevast – û bi cênavê yekem û giştî ve/Me/ hesta xwe
û miletê xwe tevlihev dirêse, û bi wêneyekî helbestî
pir bi wate, bi keser û hesret şerê xwebixwetiya
Kurdanî ebedîn û heyman şermezardike.
Nayê veşartin jî, ku van firêzên helbestî, bi
istîtîkeke hunerî, û bi xeyalek fereh û naverokeke
nasyarî û îdyolocî jî hatine rêzkirin.
Weha me li vir Rezo helbestvanê Kurdperwer, xwedî
helbesteke bi istîtîk û huner, û xeyaleke fereh, û
wêneyên li ser dil neqişandî, û leyîztekvanekî
jêhatî di warê helbesta çîroka diramî de dît, û
careke din bi hostayî peyvên xwe di tabloya evîniya
welatperweryê de wezîfedar dike, û dikarîbû xwe mîna
helbestvanekî tekoşer û payebilind, bi derd û kul û
êşên netewî ve bide nasîn. Ango bi zîrevanî helbesta
xwe dixe xizmeta welat û miletê xwe de, û xwe dide
nasîn jî, ku ew wênekêşê jêhatiye di warê mehrecana
wêneyên dîrok û kelepûr û wêjeya Kurdî de. Û
helbestvanekî netewperest ku tucaran çavê xae ji
dijmin naqurmiçîne, û xweş siware di warê şêwaza
xwey helbestî de, ku xeyal û riyalîzmê tevlihev
dirêse (يمزج
بين الواقعية والخيال),
û bi hostayî bûyerên wê dîroka tiracîdî, bi mij û
moran û tarî, li ber çavên mirov datîne, û dawî bi
vê helbesta xwey şanogerî wêneyê raperîneke paşeroj,
di mejyê xwênerê Kurd de di afirîne.
…………………………
|