Zagrosê
Haco:
Rexnevan Rezoyê Osê
|
Xagrosê
Haco |
Sibe 4.3.2012 du sal di ser koçbûna mirovê hêja,
dostê dilsoz û nivîskarê resen Rezoyê Osê re
derbasdibin. Bi bîranîna Rezo re, bi windakirina
newext, ya mirovekî xisletzêrîn re gelek hestên
xemgîn serê xwe bilind dikin, lê dema navê Rezo li
cihekî, di civatekê de derbas dibe, bi baran nimûne
û serpêhatiyên tijî hezkirin li ser wî û li ser
jiyana wî têne gotin; ev jî dilxweşî ye ko hê Rezo
bi giyanê xwe di nav me de ye.
Yek ji xisletên Rezo rexnevaniya babetane bû. Ev yek
di rexneya nimûneyî de li ser pirtûka ”Tu” ya
nivîskarê xwediyê gelek berheman Mehemd Uzun xweş tê
dîtin. Hezîrana 1995 Rezo xeleka pêşî ya rexneya xwe
bi navê Uzunname di jimara yekê de ya kovara Dugirê
de weşand.
Erê, berhemên kurdî di hemû waran de weke kulîlkên
biharê dipişkivin. Jimara berheman mezin dibe û ji
her alî ve jiyanê didine ber xwe, lê li hemberî vê
geşbûnê, di zaravê kurmancî de, stûneke girin kêm e,
ew jî stûna rexnevaniya zanistî, babetane û avaker
e.
Sibe bîranîna koça dawî ya hostayê rexnevaniyê
Rezoyê Osê ye. Ez hêvî dikim ko şêweyê wî yê
rexnekirinê: zanîna kûr ya mijarê, bêalî û avakerin
bibe rêbaza rexnevanan.
Nêzîkbûn ji rêbaza Rezo re, ez vê gotara swêdî bi
navê "Çawa mirov li ser pirtûkan dinivîse?"
dideynime nav destên we.
Çawa mirov li ser pirtûkan dinivîse?
Çavkanî: I läslampans sken
Werger: Zagrosê Haco
Nivîsandina li ser pirtûkan dikare pir rengereng be,
lê gerek e di nivîsa te de ev xalên li jêr hebin:
1. Destpêk
Navê pirtûkê bêje û nivîskar bide naskirin. Eger
mijareke pirtûkê ya sereke hebe wê li vir bide
naskirin. Tu li vir dikarî cureyê berhemê destnîşan
bikî, wek: roman, lîrîk û pûjinî, çîrok, kurteçîrok,
efsane, fabel, drama, hilbest yan jî serpêhatî.
Mirov dikare wan mijaran ji wilo bêhtir şirove bike.
Di romanekê de dibe ko çend şax û per hebin: romana
nependî, romana şirûdî, romana dîrokî û hê gelekên
din, mirov dikare wê jî binivîse.
2. Bûyer
Naveroka berhemê diyar bike, lê ji bûyerên sereke
dûr nekeve.
3. Şan
Kesên sereke di berhemê de destnîşan bike û wêneyekî
wan ava bike. Binivîse ka pêvajoya wan di nav
bûyeran de çawa berdewam dike? Ramanên wan çi ne,
çawa ne?
4. Civak
Nivîskar civakê û dema ko bûyer tê de diqewimin çawa
rave dike? Têkiliyên bi çand û siyaseta wê demê re
çawa bûn? Berhem kengî derketiye?
5. Şêwe
Pesnê zimanê nivîskar bide: gelo ew peyvên rojane bi
kar têne yan ew hevokên aloz û dirêj û peyvên seyr
bi kar têne?
6. Danîn
Pesnê wê bide çawa nivîskar berhema xwe pêkaniye?
Gelo serpêhatî kronolojî ne? Gelo nivîskar di
gotûbêjê de şêweyê yekser yan neyekser bi kar têne,
yan di nav wê û wê de diçe û tê? Li vir bêje ka kî
çîrokê dibêje? Gelo nivîskar nependî ye, darîçav e
yan serdestê hertiştane ye?
7. Peyama
Li vi bêje, ka nivîskar di berhema xwe de dixwaze
çi peyamê ragehêne? Tu niha têgehiştin û dîtina xwe,
yên taybet bêje û çend nimûneyan ji berhemê raxe
meydanê!
8. Berhevdan û nirxandin
Nivîsa xwe bi gengeşeyekê û nirxandineke xwe bi dawî
bêne. Gelo nivîskar di daxwaz û hêviyên xwe de, yên
dixwest, serkeftî bû? Gelo ev berhem îro tiştekî
dide me? Gelo pirtûk hêjayî xwendinê ye? Ma tu
dikarî qewîtiyan li xwêneran bikî, da vê berhemê
bixwênin? Çi başî û çi nebaşî tê de hene û çima?
Bêje sedem çi ye tu bi vê dîtina xwe behwer î?
Ji bîr meke ko tu navê xwe li ser vê nirxandina xwe
binivîsî!
|