SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

Zagrosê Haco: Rezo, dostê dilsoz

 

  Ji roja bihîstina nûçeya tal ya nexweşiketina Rezo bi penceşêrê, ji wê rojê ve ramanên reş carcaran di ber çavên min re derbas dibûn, lê hêvî û behweriya bi zanistên tenduristî yên nû zû ew ewrên reş ji hev bela dikirin û ji nû ve geşbîniyê ez didame ber pêlên xwe û jiyan bi hêminî li ser çerxa xwe diherikî.

Îşev serê min li hedan ket, hêvî û behweriya bi zanistên tenduristî hew karin hedana min bênin. Rastiya tal ev e:

Kurdekî mezin serê xwe danî ser axa sar û ji nav me koça dawî kir. Kurdekî welatperwer, siwarê zimanê resen, dostê dilsoz, zarşêrîn, civatxweş, wêjevanê berhem bi nirx, ji nav koça dawî kir. Û kuleke giran serê xwe di nav dilê me de hilda.

  Nîgar, Salar, Rolan, Îsa û Samî bila serê we sax be, dostên Rezo bila serê we sax, bila serê gelê kurd sax be.

 

Zagrosê Haco


 

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011