SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

Uzunname 2
 

Fraziologiya romana 'Tu'

 

Berî ez li ser van rengên hevoka Kurdî, di romana " Tu " de, rawestim, ezê we agadar bikim, ko mebesta min ji vê yekê danasîna hevoka raste di wêje û çanda Kurdî de. Ew hevoka ko dikare kirasekî nû bi ser bejn û bala heyber de, di kultûra Kurdî de, berde. Lê mixabin, ko nivîskarê romana " Tu " ne desthilatê vê piştrastiyê ye. Belê, ne tenha,di warê pirkirina şaşiyan de, xwe westandiye, lê wilo jî rê ji kesekî re nehiştiye,ko nav di xwe bide,cegerê xwe xurt bike û vî barê giran bavêje ser milê xwe. Lê " barê ketî li rastê-erdê-namîne ".

Min jî, ev bar bi xwe girt û, di warê fraziologî de, 321 hevokên ne durist, ji bedena heyberê romana " Tu ", derxistin. Lê, min dît, ko ji bo lêkolînên gelekin. Min, bê pîvan, yek hişt û yek avêt, mane 160 hevokên bêkêr. Lê, dîse nerîna min de, gelek bûn. Min werbêj kirin, mane 82. Lê, dîse gelekin... we go çi ?. Ez tevan daxim, yan na ?. Eger ez li serê xwe siwar bibim û tevan daxim, xwendina romanê, ji nû ve, dimîne asanîtir. Dêmek, hûnê ji daxxistina wan re " na " bêjin. ..ji ber sergêjayîk, ne tenha di nivîsandina wan de, lê di xwendina wan de jî heye. Û da ez li xwe û we sivik bikim, ezê wan bikim du beş. Beşek wê sade fraziologî be, yek jî wê tenha bi avakirina hevokan ve girêdayî be. Xwe ragirin, bavo !. ..ezê hineke din jî " pûç " bikim, başe ?. ..Naxwe, me li hev kir.

 

1. Beşê fraziologî

Di beşê fraziologî de, nivîskarê romana " Tu ", dibêje :

- " Tiriyên tahnebî zû serî dan.... " R.12

Navê " serî " yê tirî, bi Kurdî, weşî ( guşî ) ye. Û navê dara tirî, mêw e.

Dêmek, mêw wesiyên tirî digre. ..û garis, sîr, pîvaz, kelem ( lehane ). ..... serî didin.

- " Paşê jî we zîl, tov û sapan ji hev cihê dikirin. ". R.12

Navê nûdera genimokan, dendikan, sîsikan û seriyên sîr ü pïvazan ( gava nû şîn dibin ) zîle. Tov jî, ew genimok ( genim, ceh, nîsk, nok. .. ) û dendikên ko bo çandiniyê têne hilandin e. Lê, sap ew pûsê bi simbile, ko hîna ne hatiye hûrkirin ( kutan, gêrekirin ). Dêmek, piştî ko bênder gêre dibe, tê dêran. Û genimok, di prosêse dêranê de, ji kayê têne girtin. Belê, ka û genimok ji hev têne girtin, lê kur û bav ji hev " cihê " dibin. Vêce, zîl di bênderê de ç dikin !!

- " Te xwe bi şiva êvarê baş nepixandinbû. "

Di zimanê Kurdî de, navê xwarinê wextê rojê sînor dike. Belê, navê xwarina sibihê " taştê " ye, ya nîvro " firavîn " e, û ya êvarê " şîv " e. Pêvî van danên bingehîn, li ba Kurdan, sê danên alîkar, bi navên qeletûn ( xurîn ), taştiya palan û paşîv jï hene. Ev nav tev bi pîşkê " xwarin " re têne bikaranîn, lê qeletûn ( xurîn ), bi pîşkê " şikandin " re. De ka bêjin, " şîva êvarê " çiye !?.

- " Dîya te. ..yepraxên birincê dagirtibûn. "

Eprax ( yeprax ) têne pêçan, lê qewêrek ( bacanên reş, xirtik. .. ) têne dagirtin, û rovî têne hîşandin ( heşandin ).

- ", heye ko ez xwe rakêşim tasikê. "

Xwe vekişand = Xwe dûr kir. Xwe hilkişandin = Xwe bi ser de kişandin = Xwe dirêjî tiştekî ( kesekî ) kir. Lê, xwe rakişand = Pê ( bi wî, bi wê ) pevçû, ango, beriztiyê. Ma nivîskarê me diberizî tasike !?.

- " Mejiyê min bûye wekî telîsa gênim. "

Mêjî dibe weku kundirkê ( şebeşê biçûkî kal ) kelandî, weku nîvişkê tavdayî, û bûye deşo ( pêpelûka herî girane ji tênegihiştinê ). Mêjiyê min bi xwe, bi romana " Tu " re, bûye deşo. ..ma yê we ?.

- " ezana xwe dixwendin,. .. " R. 39

Melê bang da, azan da, lê Quran xwend.

- ", wekî dara berûyê zirav û dirêj bû. " R. 44

Dara berûyê çiqasî zirav û dirêj be jî, di zarê Kurdî de, ne bûye pîvan ji pesnê qamê re. Bejna zirav û dirêj, di Kurdî de, bi dara spîndarê, şitla rîhanê û şiva xêzeranê tê bi navkirin ( pesindan ).

- " Nivînên, ko di kulînê de bûn,. .. "

Da kurd livînên xwe ji tozê, mişk û moran biparêzin, stêr çêdikin. Ango, livînên xwe li cihekî ji erdê bilind dideynin. Û bin wê bilindahiyê dikin malik. Navên wan malikan kulînin. Dêmek, livîn li ser kulînan têne nijandin, ne " di kulînê de ". Lê kwarên mewîj, gwîz, benî, bastîq, helîl û nokan, di kulînan de, di sipêrin hev. Loma, di gera sersalê de, zarok dibêjin : " Kebaniyê destzêrînê, destê xwe bavêj kulînê, da`t behra qirdik jê derînê "

- "..., xwelîdankê bide ber xwe,. .. "

Mirov berdilkê dide ber xwe, lê xwelîdankê dideyne ber xwe. Ma xwelîdanka nivîskarê me paçikî ye !!.

-" bi simbêlên...weke pûrtên jûjiyan û çavên...wekî beqan ve. .. " R. 78

Bi ser ko ev hevoka pir dirêj bihnokan nasnake, dimîne em bêjin, ko " pûrt " pirçika nerme. Û navê pora qaqilkê jûjî ( jîjo ) stirî ( derzî ) ne. Wilo jî çav ne " wekî beqan " e, lê wekî çavên beqê ne.

- " rûyê tijî, simbêlên wî gir bûn. " R. 88

Pesnê rûyê qelew ( bi goşt ) " dagirtî " ye. Yê laxer ( bê goşt ) jî " qarûçkî " ye. Lê dibe ko rû tije zîwan, xwirî û girêk be.

- " Li ser serê wî, li dîwêr. .. dardekirî bû. " R. 91

" Li ser serê. .. " fl-k forma mildanîn, bixêrhatin û qebûlkirinê ye. Li vir gotina " raserî wî " şûngirtî ye. Wilo jî, morîk, benî, tizbih bi dar ve dibin. Lê, sûret têne daleqandin. Û ev rewş du formên hevokan distîne :

" Sûret li dîwêr da " û " sûret bi dîwêr ve daleqand ".

- ". .., were em serî bidin wan hevalan. " R. 123

Ga gurand, serî da cîranan. Lê, serek li cîranê xwe da. Dêmek, cudabûnek di navbera " serî " û " ser " de heye.

" Serek li fl-k da " = " çû serdana wî ", lê "serîk li fl-k da " = poçek lê da.

- " Alîkî şîne, alîkî şayî ye "

Diyare ko nivîskarê me, di warê zargotina Kurdî de, xwe westandiye. Lê, ji bîr dike, ko kurtebêjî û ritm rola herî giring di jiberkirin û parastina folklor de dileyzin. Forma rast eve : " Alîk şîne, yek şahî ne ".

- " şixul çek e

li paşla xwe ke

Te hewce tê, derî veke. .. " R. 130

Ev zargotin jî ne li gorî zarê milet hatiye, lê li gorî zanîna nivîskarê romana " Tu " hatiye. Belê, bar li piştê dibin, lê tişt dikevin paşilê de. Forma rast, wilo ye : şuxul çeke, d`paşla xwe ke. Te hewce dî, derî veke "

- ". .., girtî civiyan ser sobê. " R,132

Mirov li dora êgir dicive, ne li ser êgir. Sobe jî koziya ( kûrika ) êgire. Loma, mirov li dora sobê dicive, ne li ser.

- " Wî çay tijî qedehan kir. " R. 140

Avakirina vê hevokê jî ne di forma Kurdî de hatiye. Formên Kurdî di vî warî de evin : " Çayê rûkir ", " qedeh dagirt ", " qedeh tije kir ".

_ " - Apo zimanê te pir xweş e. Wekî şîr zelal e. " R. 153

Bi ser ko bihnok ne di şûna rast de hatiye ( şûna rast, piştî " Apo " ye : ( Apo, zimanê. .. " ), lê me ne jê ye.

Di fraziologiya Kurdî de, " şîr " nîşana helaliyê ye ( weku şîrê dêya te, li te helal be ), nîşana xweşiyê ye ( weku şîr û şekire ), lê hîç nabe nîşana zelaliyê. Ji ber şîr bi xwe herikoxekî ne zelale ( giravî ye ). Herikoxê zelal ewe, ko mirov xxwe têre bibîne. Loma Kurdan gotiye, flan tişt " weku hêsirên kewa ye " - nîşana zelalî û paqijiyê ye.

- " Kalikê min giya lib bi lib nîşan min dida " R. 167

Mewîj, nîsk, nok, birinc,. ..morîk " lib bi lib ". Lê geya, " ta bi ta ", " tûm bi tûm ". Û " nîşandan " jî, di Kurdî de, ne " nîşankirine ". Wilo jî, nivîskarê romana " Tu ", bi dirêjayî, li ser navên geyayên " xwarbar " û yên " nexwarbar " diraweste. Û dibêje : " Ev hemû giyayên xwarbarin..., ev giyayê kerengê ye,. .., ev şîrik,. ... ev pûng, ev selmik,. .. " R. 167

Kereng - Navekî serbixwe ye. Lê di parçebûnê de dibe : Kabik ( qûnik ) a, zîl ( qorat, goşt ) a û pel ( stirî ) yê kerengê. Dêmek, " geyayê kerengê ", bi Kurdî, nîne. Şîrik jî, ji malbata geyayên rotikî ( darikî ) ye. Ko birîn dibe herikoxekî sipî di rengê şîr de - bi navê şîrik - diberde. Ew şîrik demûşî ( zelîqoyî ) ye, nahêle mêş û mor, di rêya birînê re, derbasî bedena darikê bibin. Wilo jî, xwîntewrênekê ( xwerhê ) çêdike. Û ji ber ko darikeke bi heste, li ber awazê dilovan serê xwe ditewîne. Loma, jê re " darika Siyamend " tê gotin. Dibe xwarin ( êm ) ji pez û dewaran re, lê nayê xwarin. Erê " pûng " geyakî xwarbare, lê bihtir weku desinfektor ( mutehir ), ji laşê şimza û zarokan re, tê bikaranîn, Ji ber şûştina laşê biÖûkan, bi ava pûngê, bihna lêş xweş dike û wî paqij dihêle.

Selmik ( senemek, selemek ) nayê xwarin, lê ava wê ( piştî kelandinê ) ji bo zikçûnê tê bikaranîn. Ji geyayên nexwarbar jî " kelemper " hatiye. Lê, nivîskarê me nizane, ko kelepmer darika kerengê ya hişke. Û kelemper havîn û payîzan ber bê dikeve, ne buharan. Loma, bi Kurdî, di pesnê şepirzatiyê de hatiye gotin : " fl - k weku kelempera ber bê ketî ye ". Ango, demê ew daye ber şek û pekan.

- " Guhanên mîh û bizinan ji erdê diçûn, baş dewisîbun. " R. 173

Dû ji erdê diçe, hilm ji erdê diçe. Lê, guhan bi erdê ve dixişiqin ( bi erdê ve diçin ). Û ax, ka, hirî, pembo, geya têne dewisandin. Lê guhan dizirihin, têne dagirtin.

- " Qîrîna mî, bizin. .. " R. 183

Marîna mih û bizinan, orîna çêlek û golikan, hîrîna hesp û mihînan, mirrîna hirç û şêran. .. Lê, " qîrîna " mirovan, bavo !!

- ". ..cihê herî hov û bi xof. " R. 183

Di mîfologiya Kurdî de termînek bi navê " Semirhov " ( tebayê bi terî û şipê ) heye. Dêmek, meriv ( mirov, mirhov ) ew kesê ( tebayê ) xwedî mêjî ye. Ji ber dijraberiya " hovîtiyê " " aqilmendî " ye. Wilo, cih nabe " hov ", lê cihê " bêhov ", di folklorê Kurdî de, ew cihê ko kes û kûs lê nebe.

" xof " jî gotineke Erebî ye, bi wata tirsê ye.

- " - wekî dengekî ko heft qat ji binê erdê dihat - " R. 187

Nivîskarê me çi dixwaze bêje !?. Ji ber " dengê heft qat " = dengê heft bar = dengê heft car = dengê heft deng. Lê, ne eve mebesta nivîskar ji avakirina vê hevokê. Dixwaze bêje, ko deng wilo melûl bûweku ji heft qatên binê erdê derkeve.

- " Û em dizanin hûn hatine xapandinê. " R. 208

Mirov tê dîlanê, lê tê xapandin.

- " Di nav dengên şiv, ço, şitlên hinarê,. .. " R. 216

Ji prosesê rakirina tûmek bacan ( îsot, kelem,. .. ) re, ji makmişarê û çandina wî di mişareke nû de, şitilbelakirin tê gotin. Eger ew tûm, piştî rakirin û çandinê ji nû ve şîn hat, jê re tê gotin : " şitilî ", ango vejiya. Û ev şitil nazike, bi kêrî lêdanê naye. Lê, di folklorê Kurdî de " şiva ter ", bo îskencê, hatiye naskirin. Û ji şivên ter, şaxê ( şiva ) hinarê bi nav û denge.

- " Te kiribûn weke seradê. " R. 218

Bi lêdanê mirov dibe " heban " ( di nepixe, tê pivdan ), lê bi beran ( fîşekan ) û şilfên kêr û xenceran mirov ( laş ) dibe " serad ".

Gotina " serad " di pesnê rewşeke halo de, ji ber awayê avakirina tora wê, ketiye folklorê Kurdî de. Serad hemî qule, parçên sax tora wê de nînin. Loma, laşê bibe " serad " dixerime ( qulqulî dibe ). Li min negrin, lê kulê min pirin. .. nayên gotin. Bi ser wilo de jî ezê, di dawiya vî beşî de, bihna we bi pêkenînokekê fereh bikim, başe ?. Dibêjin, yekî di civatekê de destpêkir :

-Na, na, nebêjin. ..ez pênc salan li Afrîkayê mane. Li wir yan wê te bikujin, yan jî wê bi te bikin !.

- Û tu. .. çi bi te kirin ? -Yekî pirsî.

-Ez, yaboooo !...Kuştim.

Di mîne ez bêjim, ko girtiyên me, bi xwe, di zîndanan de têne " pivdan ". Lê yên zîndanên Tirkan çawa dibine " weke serad ", hûn bêjin !?.

2. Beşê avakirina hevokan

Piştî vê rawestanê, vê vehesandinê, çare ji ba xwedê ye, lê çara min, derbarî beşê didiwan ji vê lêkolînê, namîne. Ev beş jî bi avakirina hevokan ve girêdayî ye. Nivîskarê hevoka rind jî ewe, yê zanibe hevoka rast û durist ava bike. Hevoka çak, rind, rast û durist jî ewe, ya ko avakirina wê sivik û rewan be, ya ko bi terz û evdazên ziman, rêziman, rêziman û rastnivîsê ve girêdayî be, û wan pêk bîne. Dêmek, ew nivîskarê ko nav û alavan ji hev derxe, pîsk û pesnan bi zanebûn di şûna wan de daxe, xal, xîşk, kevan û neynûkan binase, zanibe kengî pirsnişan, seyrnîşan û dabiran rast û şûngitî deyne - nivîskarê hevoka rinde. Di vî war û çarçewê de, ezê li ser avakirina hevokên romana " Tu " rawestim. Me li hev kir ?... de başe :

- " Tiştên, ko dê bikarana, kirin kêzê. " R. 32

Di rastnivîsa hevoka Engelîzî ( kill him, not let him go ) de, navê vê bihnokê bûye bihnoka mirinê. Ji ber danîna wê berî " not " fermana mirinê dide, û piştî " not " fermana serfiraziyê dide. Lê, bihnoka M. Uzun, di vê hevokê de, çi rolê dileyize ?.Eger nav lê bibin, mirov dikare navê " bihnoka pîşpêkirinê " lê ke. Gelo, çi kirin Kêzê !?...darek kirin Kêzê !!.Na, nivîskarê me dixwaze bêje, " Tiştên ko dê bikarina kirin, Kêzê ! " Ji ber bang ji Kêzê re ye, ne pîş bi Kêzê dibe, weku ji danîna bihnoka tê xwiyakirin.

- " Te diviya, tu di dawiya xwe de daxwaz. .. " R. 45

Nivîskarê me, ne " di dawiya xwe de ", divabû daxwaza " komîsar " ji dêya xwe re bêje. Lê, " di dawiya xeberdana ( peyva ) xwe de ".

- ". .., te dixwest tu ber bi wi dengî bizivirînî xwe. " R. 73

Forma avakirina vê hevokê, ji çi zimanî hatibe wergerandin, ne formeke Kurdî ye. Ev hevok, bi Kurdî, halo ava dibe : " te dixwest xwe, ber bi wî dengî de, bizivirînî ". Dêmek, hevoka " ber bi wî dengî de " dibe hevoka navbir ( alîkar ) û " te dixwest xwe bizivirînî " dimîne hevoka bingehîn.

- " Te dixwest, ko tu bi kêmanî serê wî camerî tanî ser cokênn xwe, Û tu di ser wî xwar bûyî, ko binasî. " R. 83

Hawar, ma ev hevokeke Kurdî ye !!.Nna, na, na !!. Ev hevok, di warê rastnivîs, rêziman û avakirina xwe de, çewt hatiye. Eger mirov pîşkên " kirin " û " anîn " bide ber hev û wan, di vê hevokê de, bi " xwestinê " re veguhêze, dibe : " te dixwest,. .. kir. .. "!. Lê, forma durist : " te dixwest,. ..bikira... ".Û tiştê nivîskar dixwaze bêje, eve : " Te dixwest, ko tu, bi kêmanî, serê wî camêrî bînî ser çokên xwe. ".Dêmek, hevoka bingehîn eve : " Te dixwest serê wî camêrî bênî ser çokên xwe. ".Dawiya hevokê jî dibe : " û bi ser wî de xwar bibî, da binasî ".

- " Qisa dawîya dîya te dîsan dihate bîra te,. .. " R. 84

" dawîya dîya te ", di vê hevokê de, aloziyeke mezin berçav dike. Û da hevok rast ava bibe, û bê alozî bê têgihiştin, gereke hevoka navbir ( alîkar ) tê de bê diyarkirin. Diyarkirina vê hevokê jê bi vî awayî dibe :" Qisa dîya te , ya dawî, dîsan dihate bîra te. .. ".Belê, hevoka bingehîn jî eve : " Qisa dîya te dîsan dihate bîra te. .. "

-"- Zû bike lawo zû,bilezîne. R. 85

Pîşkê "kirinê". li vir,aloziyerke fraziologî di xwe de diveşêre. Eger,em "lawo" bi "keçê" biguherin,ferman dibe:"zû bike keçê...",ango,"zû pîş bi keçê bike". Û,ev avakirin ne duriste. Hevok,bê alozî,bi vî rengî ava dibe:"lawo,zû bike,zû...". Lê,bi ser vê yekê de jî,hevok dimîne hevokeke Tirkî,ne Kurdî. Ji ber "Oglim" ê Tirkî,bi wata xwe,ne "lawo" yê Kurdî ye. Û hevoka Kurdî,ya ko "lawo" bihewîne,dilovaniyekê dide xwiyakirin,ne fermaneke leşkerî.

-". Ew fam kirin dijwar e. " R. 96

 

"Fam kirin "û"famkirin" du rewşên ji hev cudane. Belê. nivîskarê me dixwaze bêje,ko famkirina bajarê Diyarbekrê dijware. Dêmek,bê serêş,"famkirina wî dijwar e. ".

-". Agirê sobê te germ kiribû. " R. 116

Mirov avê germ dike,lê êgir gur dike. Agir ji mirov germ dike. Aloziya avakirina vê hevokê,rêzimanî ye. Eger"te"bibe"tu"û"kiribû" bibe "kiribûyî",hevok bi duristî dibe:"Agirë sobê tu germ kiribûyî". Daxwaza nivîskarê me jî,avakirina vê hevoka dawî ye.

- "..û di mîxekî de ko di oda xweşuştinê de bû daliqand. " R.132

Hevoka"ko di oda xweşuştinê de bû "hevokeke alîkare,û hebûna wê struktura hevoka bingehîn naguhere. Lê,bi hihnokan,ne hatiye sînorkirin. Belê,piştî"de"ya pêşî û berî"daliqand"bihnok gerekin.

-"Ew ji saet 8-an re 5 bimîne ji derî xuta bû. " R. 148

Avakirina vê hevokê ne duriste. Bi ser vê yekê de jî,avakirina wê ne Kurdî ye. Dem, bi Kurdî forma "kêm"û"û" distîne. Nimûne:saet 8 kêm 5,saet 8 û 5. Wilo,hevoka M. Uzun dibe:"ew saet 8 kêm 5 ji derî xuya". Lê,hevoka navbir(alîkar)"saet 8 kêm 5"bi bihnokan ne hatiye sînor kirin. Û ev tevlîhevîkê,bi hevokê re,çêdike.

-"Û di nava xwîne de ji xwe diçum..." R. 176

Di "nava" hekê de,lê di "nav" xwîne de. Wilo jî,"ji xwe ve diçum"ne di formeke Kurdî de hatiye. Forma rast,bi Kurdî,ji vê hevokê re,eve:"di nav xwî nê de gevizîm "û"ji dest xwe diçum".

-"Piştî gereke kurt. ..,te anîn dereke." R. 182

Bê ko mirov li ser şaşiyên rêzimanî,di vê hevokê,raweste,hevok bê dawî kutayî dibe. Belê,"anîn dereke" çawa?. Dereke nerm,dereke germ. dereke terî,dereke sar,dereke bi tirs....!?.

-",teng û ji dinê dûr,de diviya...." R. 184

Dibêjin,yekî gundî xwest tinazên xwe bi melayêgund bike. Rabû pelika şemiyê,ji roznamê rakir,danî pêşiya pelika înê û pirsî:

-Seyda,îro çiye?

-Îro,îne-melê lê vegerand.

-Na seyda,şemî ye. -wî got.

Bi vê gotinê re melê destê xwe avête rozname û lê meyzand,dît ko rast şemî li pêşya îne ye,got:"de bi pêxembran,vaye min 50 sal emir kiriye,heta niha min weye,ko în berî şemiyê tê!".

De,"bi xwedê û pêxembran",ev 25 salin ko ez mijûlî Kurdî dibim,hîna min bihnok di vî warî de nedîne!.

-". Çima ji tirsan,hundîre te her diçû zêdetir dibû?" R. 206

Nivîskarê me,çi dixwaze bêje!. Gelo,ji tirsa,nava wî(zikê wî) diçû!?. Gelo,tirsa nava wî,bi wext re,zêdetir dibû?. Çilo be,hevok ne durist hatiye avakirin, û,bi kêsimê xwe,ne hevokeke Kurdî ye.

-"Ji dengên kursiyan diwuya,ko li pêşiya te dereke rûniştin" R. 207

Ez di bextê we de me,ma ev jî hevoke!. Nivîskarê me dixwaze bêje,ko "li dereke nêzîk,li pêşiya te,rûniştin". Yan jî,"ji dengên kursiyn dixuya,ko nêzîkî te rûniştin". Ev"dereke"ya ne di şûna xwe de hatî,hevokê ji kokê dihêrivîne.

-"Weke ko dibêje ro tuneye,heyv,stêrk tune ne. Çawan gelekî dihate înkarkirin?..."

Li vir,bi ser ko hevok ne durist hatiye avakirin,rewş bi tiştên ne desthilat ve tê girêdan. Dêmek,seyrnîşan(!)di şûna pirsnîşane de gereke.

-"Ev çawa pirs bû?. " R. 209

Nivîskarê me ne pirsê dike,lê ji pirsên bersivdarên xwe matmayî dimîne. Dêmek,şûna pirsnîşanê,seyrnîsan gereke. Lê,dîse hevok bi Kurdî saz nabe. Hevoka Kurdî,di vê rewşê de,bi vî rengî ava dibe:"Ev çi pirs bû!". Yan, "ma ev jî pirs bû!".

-"Her derên te mîna,ko tu ketibûyî nav destarê êş diêşiyan.". R. 212

Ez li beşê fraziologî venagerim,û şaşiyên pêve girêdayî nema berçav dikim. Lê,di warê avakirina hevokan de,hevoka bingehîn eve:"Her derên te diêşiyan". Gotinên din tev dikevine bejna hevoka şirovekirinê de. Wilo,şûna rast ji danîna bihnokan re,berî "mîna"û"berî diêşiyan"berçav dibe. Dêmek M. Uzun pergalên rastnivîsê jî,bi duristî,pêknayîne.

 

Uzunname - III

Berdewam dibe

 

 

   
   

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011