SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

Uzunname 1

Min di " Êlim " de soza rawestanekê li ser berhemên M. Uzun dabû. Lê mixabin, ko ez nikarim soza xwe pêk bînim...Û, da ez derewîn dernekevim, ezê tenha li ser romana " Tu " rawestim (ji berhemên din re jî xwedakî me heye) .

Romana " Tu " bi kurtî
Romana " Tu " sala 1984 an, li Stockholmê, hatiye çapkirin. Ev roman ji 220 rûpelan pêk hatiye. Û bi 2 beşan hatiye avakirin. Nexê pêşî jî, di danîna tevna heyber de, çîroka Kêzxatûnê ye. Di rengê avakirinê de, nivîskar xwe dispêre forma têbîran (flash back) . Wilo, roman, bi bûyera girtina nivîskar, ji rûpelê pêşî ve, tê hûnandin...û bi mana wî di zîndanê de kutayî dibe. Dema bûyerên romanê, ya di aksiona avakirinê de, di navbera salên 1956-1972 an de, kenar dibe.

Gava daner di zîndanê de " ji xewa mirinê hişyar " dibe, "kêzikeke biçûk û reş " li ber bêfila " xwe dipelîne. Vê kêzikê dike Kêzxatûna xwe û hevpeyvînekê pê re, di zîndanê de, vedike. Û di rêya wê re xwe, malbava xwe, bajarên xwe civaka xwe û hevalên xwe bi xwêner dide nasîn. Ji hêla din ve jî desthilata xwe, zor û sitem, zîndan û îşkencexanên wî belo dike.

Nivîskar, bi vî şêweyî, dîroka jiyana xwe, ji salên zarokî, tanî girtinê, bi dar ve dike... û lehengiya xwe, di romanê de, pê bi pê, gav bi gav, beşdar û berçav dike. Wilo, romana " Tu ", di rêya Kêzxatûnê re, dibe " Uzunname ".

 

Soza berê


Bêgoman, rexnê di romana- heybera- Kurdî de cihê xwe ne girtiye. Û eger hin pelandin, di vî warî de hatibin jî. Û bi ser ko romana " Tu ", di warê rexnelêgirtinê de, yek ji romanên pêşkêş e, lê di behweriyên min de, me derdê xwe di vê romanê de jî - weku gelek berhemên din - nas ne kiriye, da em karibin derman bikin. Çawa? ...Ji ber ko em taybetiyên gelê xwe, civaka xwe zimanê xwe naxin bin kontrol û pîvanê de...Ne tenha wilo, lê em li gor pîvanên teorî jî nameşin. Ew pîvanên ko bi asanê (eger em banê asoya têgihiştina xwe di warê rexnan de bilind ne kin) nakevin kirasê heybera kurdî de . Lewra rexne, li ba me, cih nagire.
Ez li ser vê romanê, ka forma avakirina wê ji ber kîjan romana Tirkî hatiye girtin , zimanê wê ji kîjan kovarên Kurdî hatiye kopîkirin, narawestim. Tenha, ezê ji van rexne û lêkolînan dûr kevim, da bi rê û şopeke din de bimeşin - dûrî binbariya hemî lêkolîn û rexnelêgirtinan . Wilo, ezê li ser çend xalên taybetî rawestim... ew xalên ko bi ziman û civaka kurdî ve, bi karakter û jiyana kurdî ve girêdayî ne.

Hûn dipelînin, çawa ez mirovekî pelpelokî me! Û da em serê hev neêşînin, ezê zû li soza xwe vegerim. Soza min jî- eger li bala we be - ew bû, ko ez li ser şaşiyê (pirsên) rêzimanî, hevokanî (fraziolojî) û romanî, di berhemên M. Uzun de, rawestim...Û va " min sukra xwe daye ber nîr ! "

 

Rêzimanê romana " Tu "


Pêkenînokeke Rûsî li ser fêrîbûna biyaniyan ji zimên re heye, dibêje: Yê biyanî av, ji avfiroşekê, xwest, got:
- Av sar li ba we heye?
- Ne av sar, lê ava sar , avfiroşê lê vegerand.
- Naxwe ka zerikek ava bide min , yê biyanî got.
- Ne ava, lê av , avfiroşê lê vegerand.
- Te serê min qoqiland, yadê ! Tu pêşî fêrî zimanê xwe bibe, piştre min fêr bike , yê biyanî got.
Belê, aloziyên ziman û rêzimanê me pir in û cihê seknê ne. Lê nivîskarê nêr û mê ji hev cude neke, jimaran nizanibe û rewşên bernavan nas neke, tiştekî ne di rê de ye... û pir kirêt e.Di vî warî de, emê li ser çend bend û rêzên rêzimanî, di romana " Tu" de, rawestin. Ji wan:

 

1. Cînav (bernav, pronav) .


Nivîskarê me cînavên forma rast û tewandî ji hev cuda nake. Loma parçên axaftinê, di hevokên wî de, tevlîhev dibin. Wilo, kirde dibe têrker, û lêker şûna xwe nagire. Belê, nivîskar, di vî warî de, xweş dilukume, tanî nema bi ser rastiya cînavê lixweveger ve dibe (ew jî, her, yeke - "xwe " ye) .
Ez nikarim romana " tu " ji nû ve binivîsim. Lê, ezê gelek nimûneyan pêşkêş bikim, û şaşiyan, bê şirovekirin, daxim. Weku:

 

A. Cînavên kesîtî:


"..., di wê zivistana, ko te birin de, "R. 11
Bêgoman, polîsan nivîskarê me birin, ne wî polîs birin
"Belê taya tirsê te jî girtiye..." R. 32
Te kewek girt , lê tayê tu girtî.
" Axir... te heta qereqolê anîbûn."
R. 72
Wan tu anîbûn, ne te ew biribûn.
" Û te ne birin. " R. 75
Wan tu ne birin, ne te ew ne birin.
"... Ew polîsên ko hatibûn te girtibûn..." R. 76
Ne te polîs girtin , lê wan tu girtin.
". Tu rûpela yekemîn qulipand..., li ber tu bû" R. 134

Kê çi qulipand ? . Te rûpel qulipand , ne wî tu qulipandî. Û, çi li ber kê bû ? . Rûpel li ber te bû, ne tu li ber rûpel bûyî.
" : bi lez we xistin cemsekê " R. 178
Ne we ew xistin GMC de, lê wan hûn xistinê.
" . We...avêtin û ketin ser we" R. 178
Hûn hatin avêtin , ne we polîs avêtin.
" ...û we bi dîwêr ve zeliqandin."
Hûn hatin zeliqandin, ne we polîs zeliqandin.
Hûn nikarîbûn bimeşiyana. " R. 220
Hûn nikarin, lê we nikarîbû.

 

B. Cînavên arzî :


"Bi bejna xwe kin ve..." R. 86
Bejin ya kin e, lê ziman yê dirêj e.

 

C. Cînavên nîşankirinê :


" Tu bi wê dengî... ve kelegirî bûyî." R. 77
Tu bi werîs (deng) ve hatî girêdan, lê bi deng re girî (kelegirî bûyî) .
"..., têxin kunçikê..." R. 90
Têxin kû de?. Têxin wê kunçikê de.

 

D. Cînavên pirsê :


" bûn ew ?" R. 71
Gotin jê re nave, ko dîwana Cegerxwîn (D. 3) bi navê " Kî me ez" e. Û qirika Şivan bi "Kî ne em" re çiraye.
" Ew bû , yê li kêlekê bû?..." R. 74
Kê kir , kê bir ?...lê , kî bû, kî ye?
"- Kesên giliyê min dike kê ye ?" R. 91
Kesên giliyê min dikin kî ne ?
(di f. p. j. de) , yan jî: Kesê giliyê min dike kî ye ? (dif. y. j. de) .

 

E. Cînavê lixweveger:


" We xwe spartin eskeran." R. 177
(Me, we, wan...) xwe spart...lê, wan (em, hûn, ew) spartin xwe (hinan) .

2. Jimar:
Kom û tek, li ba nivîskarê me, ti rolê naleyizin. Dibêje:
"...diya te ...dest bi hedîsên wê şevê kirin" R. 25
Dê bi karekî, bi teka xwe dirabe. Dêmek, wê kir. Li vir, pîşkê "kirinê" weku makder bi bernavên kesîtî, yên forma tewandî re, nayên guhestin: (min, te, wî, wê, we, me, wan) kir.
" .Paşê rabûyî..., pîjamên bin balgih derxist, ..." R. 29
Pîjamê nivîskarê me çend parçe be jî, her dimîne pîjame - nave-. Lê, eger li serê xwe siwar bibe, gerek wan (pîjamên xwe) derxe. Wilo, dibe:" pîjamê bin balgih derxist".
"Te dîsan çavên xwe vekir, ..." R. 85
Te çavekî xwe vekir, lê herdû çav vekirin.

 

3. Daçek:


Daçek jî, li ba nivîskarê me, deryake nenas e. Di nav pêlên wê de xwe winda dike, dibêje:
"...û ti li dîya xwe derî vekir..."
R. 25
Gava dê di hundir de be, tu derî li wê (lê) vedikî. Lê ko li der ve be, tu derî ji wê re (jê re) vedikî. Dêya nivîskar jî li derve ye...dêmek: "û te derî jê re vekir".
"Li ser cihê pismamê te de hat bîra te. " R. 128
Li kû ?. Li ser cih...Lê, di kû de? Di malê de. Dêmek, daçeka "li" nîşana cihê vekirî ye, û "di" nîşana cihê girtî ye.
di mîxekî de. ..daliqand" R. 132
Bi mîxekî ve...daliqand. Lê, di qulekê de veşart.
4. Nêr û mê:
Di warê navan û rewşên nêr û mê de, nivîskarê romana "Tu", bi ser rê ve nabe. Û bê ko ji xwe re mijûl bibe, yan jî bipirse, gavên xwe çavgirtî berdewam dike.
Pêkenînokeke kurdî heye, dibêje: Ji yekî, ko xwe bi zanîna zimanê tikî paya dikir, pirsîn:
Navê kerê, bi tirkî, çi ye?
Îşeke - yê tirkîzan vegerand.
Navê çêlîka kerê, bi tirkî çi ye?.
Tirk nav lê nakin...piştî mezin dibe, navê wê jî dibe îşek. - piştî mijûliyeke dirêj bersiv da.
Belê, nivîskarê me jî dibêje:
". Kulavekî şivanan avêtîbû ser milên xwe" R. 148
", kulava ser pişta xwe girt û danî alî. " R. 150
Kulavê nivîskarê me gih nêr e, gih jî mê ye. Gih li mil e, gih jî li piştê ye ! !.
" Hespekî kalikê min hebû, hespekî rewan" R. 164
". Em divê qedrê hespa xwe jî bigrin. " R. 166
Hespê M. Uzun gih nêr e, gih mê ye. Gih mihîn e, gih jî hespê kêşê ye !!.
". Kirîvê min Bênav...diyarê min kir" R171
" Hevaltiya min û Bênavê wisan dest pê kir" R.172
Karika M. Uzun nêrûmê ye. Eger bû nêrîkî kever, nêr e. Lê ko bû bizineke kol, mê ye!!.
"...wekî her zîndanî , zîndanek bû" R. 183
", di zîndana gemarî, biçûk....." R. 184
Zîndana girtiyê me (ya nivîskar) gih nêr e, gih jî mê ye !!. Dêmek, gava girtiyê me tê de lêdanê dixwe, nêr e. Lê gava helbestan tê de dinivîse, mê ye!!

 

   
   

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011