SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

Salih Bozan: CIHAN LI REZO TENG BÛ

 
 
Min gotarên wî di internêtê de dixwandin, lê dereng min ew nas kir.
Ji hevdîtina me ya siftehîn de, weke ku ji me herduyan re xuya bû em nêzikî hev in. Ez nizam li ser çi bingehan wî dostaniya xwe da min, lê ji aliyê min ve ez dizanim çima dilê min jê re vebû. Ew mirovekî peyvên xwe dipîva, hindik daxivî, ne wek piraniyên şêniyê Cezîrê. Gava tu pê re dipeyêvî, ne bes bi rêzdarî li te guhdar dikir, belam li gotinên te difikirî.
Ew mirovekî bi hemû aliyên xwe pak bû. Siyasetê ew gemarî nekiri bû. Ew xudiyê pirînsîpên xwe bû. Du kulên wî ji min ve xuya dibûn. Yek piroblema zimanê Kurd bû, û ya din jî rewşa Kurdên Sûriyê bû.
Gava tu ji mirovekî hez dikî, yan rêzê jê re digirî, tu nikarî daxwazên wî vala vegerînî. Di 2006 de rewşenbîrên me yên Cezîrê xeber dane min ku şêwermenda serokê Sûriyê Dr. Necah Ettar dixwaze bi girûpeke rewşenbîrên Kurd re hevdîtinekê pêk bîne. Û gotin, me navê te jî kiriye listeya vê girûpê. Bi rastî min nedixwast beşdarî vê civînê bibim. Min dizanibû ku ev pêkenîkeke, çimkî min gor tecrubeya xwe dizani bû ku partiya BASS qet nêzike doza Kurdî nabe, ya din mijara hevdîtinê mijareke siyasîye, û gereg rewşenbîrên Kurd  ciyê siyasetmedaran negirin.
Loma min lêborîn ji wan xwest, ku ez nikarim beşdar bibim. Piştî demeke nêzik birêz Rezo ji min re telefûn vekir, û aşkere got, ez dixwazim tu beşdar bibî. Û bi rastî min nikaribû bigota na.
Di civîna meya ber hevdîtinê de, Rezo kêm daxivî, lê nêrînên xwe bi awayekî zelal şîrove dikir.
Cara dawiyê berî du sê heftan hate Helebê, û çend rojan kete nexweşxanê. Ez û Dr. Muhemmed Elî Ebdî çûn serdana wî. Bi dilgermeyekê me hev du ramûsa, weke ku xatirxwestina dawî bû. Em hêdîka bi hev re axivîn, ji bil ku di hundirî me de, siya mirinê hestên me tarî kiribû.
Bêguman wî rewşa xwe baş dizanibû, û dizanibû ku bi mirinê re rû bi ruye, lê dîsa gazincê tiştekî tenê kir, ku ev nexaşiya nahêle ew tiştekî bixwîne.
Cihan li wî teng bû, loma zû koçdawî bû, lê nizanim çawa dê karibe di wê gora tarî de vehêse.
Birêz Rezo, navê te di dilê me de stêrkeke venamire.
    

 

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011