SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 
 

 

Rezoyê Osê

 

Serdana Gora mamoste Rezoyê Osê

Qamişlo, 04.03.2011, Vê sibehê saet deh, birek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd di gel redaksyona kovara Pirsê çûn gundê Dekşûrî(15 km bareşî Qamişlo ye), serdana gora nivîskar û rewşenbîrê Kurd Rezoyê Osê. Yê ku ji berî salekê ve, di eynî rojê de koça dawî kiribû.

Li gundê Dekşûrî, redaksyona kovara Pirsê, ya ku rehmetî Rezoyê Osê kadiroyekî wê yê bingehîn bû, gurzek gul û kulîlkên rengîn li ser gora wî danî.. Her wiha rewşenbîrên Kurd jî gurzek gul danîn.. Piştî xwendina fatîheyê li ser canê wî, tev li dor gora wî bûn wek xelek û her yekî gotin û bîranînên xwe pêre anîn ziman.. Di wê navê re Avokat Xelîl Sasûnî jî hat û gurzek gul li ser gora wî danî..

Piştî sihbeta ku dor saetekê dirêjkir, birayê rehmetî (Bavê Azad), spasiyên xwe ji tevan re anî ziman û got: Koçkirina wî xisare ji we re berî me..

 

Konê Reş

 

Qamişlo, 04.03.2011

 

 

 

 

 

 

   
   

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011