SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

Konê Reş:

Silavek Wefadarî Ji Giyanê Mamoste Rezoyê Osê Re

 

Konê Reş

 

Li azmanê bilind îro, şevên tarî hejarim ez

Stêra min xuya nake, nema ron û zelalim ez

Rezoyê Osê

 

   Wek ku diyar e berî salekê, di rojek mîna îro de(04.03.2011), mamostayê ziman û peyva Kurdî a resen Rezoyê Osê ji nav me barkir. Bi koçkirina wî re valahiyek berz di qada rewşenbîriya Kurdî de hat dîtin.. Rehmetî ji kesên pêşî bû di gel Zagrosê Haco ku korsên zimanê Kurdî di destpêka salên 1980 î de ji xortên Cizîrê re vekirin û bi dehan xort û keç fêrî zimanê dê kirin.. Hem jî bi nivîsandinên xwe yên bi zimanê Kurdî, bi karê xwe yê rojnamevanî û her wiha bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û têvel xwedî cih û naskirî bû.. Ji bil pirtûkên wî yên bi zimanê Kurdî çapkirî û yên ku amade ne ji çapê re..

   Di vê bîranîna diltezîn de mirov nikare wî bibîr neyne, serdana gora wî neke û gurzek kulîlk li ber serê wî daneyne.. Sebaretî min, wek dostekî wî yê nêzîk nizanim bi çi gotinan wî bibîr bînim; hema ez ê berê xwe bidim gundê wî Dekşûrî..  Ser gora wî a ku niha çûk û çivîk li ser kêla ber serê wî datînin û ew jî wek min sirûdên şîniyê dibêjin; ji xakê vegeriya xakê.. Ji Dekşûrî vegeriya Dekşûrî.. Ji jiyanê bi tenê bîranîn dimînin.. Erê bi tenê bîranîn dimînin.. Belê xweş e ku kar û barê mirov di vê jiyana kurt de çandina bîranînên çak û rind be.. Pîş û sazê mirov di xizmeta welat û welatiyên wî de be.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: Tu çi tovê di xakê de bireşînî tê berê wî tovî hilînî.. Hem jî gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.. Erê em ê tev li axê vegerin..

   Belê, gelkî rind e ku mirov bîranînên çak û bedew li pey xwe bihêle.. Bêguman mamoste Rezoyê Osê jî yek ji wan kesan bû yên ku bîranînên rind li cem me hiştine.. Çiko wî beşekî mezin ji jiyana xwe diyarî welat û welatiyên xwe kiribû.. Bi gotineke din xwe kiribû weqif ji ziman û rewşenbîriya Kurdî re..

Erê di serê vê biharê de ez gurzek Nêrgiz diyarî canê wî dikim û jêre dibêjim: Na mamoste! Stêra te di asmanê welat de hêjî berz, geş û bilind xuya dike û gelek li ber ronahiya wê ber xwe dibînin..

Ji Yezdanê mezin bihêvî me ku cihê wî bihişta rengîn be.

 

Konê Reş

Qamişlo, 04.03.2011

 

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011