SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

 

Rezoyê Osê

 

Ehmedê Huseynî:

Destên Rezoyê Osê

ehmedehuseyni@live.co.uk

 

Em di bîra limişt û tofanan de, wek rimên bêhûdeyiyê, wek şevçiraxên tozê yên bajarên tozperest, wek welatên ku ji xwîna me ber bi tavsorkê ve dibezin, em; neviyên nexşeyên jibîrbûyî, di bîra kevir de; navên xwe, kavilên xwe, xweşsiwarên xwe, ol û tinaziyên xwe, kêl û kelehên xwe, êş û kemendên xwe û dest û dastanên xwe dikolin..

Em li wir bûm..

 

Em rengê herikîna xwîna birîna kevir bûn..

Em bi dilekî ji mirinan dihatin û dema em diçûn jiyanê; em seddil bûn..

 

Em li wir bûn..

di bagera xatirxwestinê de li xwelibakirina destên te digeriyam.

Bajarekî bi qasî dilê te nazik, bi qasî kenê te xweşik, li pey min di tozê de dima.

Min ji te dipirsî:De vê kurdistanê ji ser milên xwe bavêje!

De vê reşegirêdanê hînî êşan, hînî xewnan, hînî birînan û hînî kezebên şewitî yên berbangê bike!

 

Ji hespê peyvê peya bibe helbestvano!

Pênûsa xwe di çavên qederê de daçikîne, hawara min a ji kevir himbêz bike, darbesta min li ser milên peyvê bi dilopên baranê bipesinîne...!

Van welatan...

Wan sosretan...

 

Van kevokan û wan dayikên şînîhilgir li min û xwe dabeş bike!

Dabeze siwaro û li hinarkên avdarê binêre!

Li reşegulên dilê Qamişlokê binêre!

Û pênûsa mirinê ji destê xwe bavêje, ximava xwe di çiyayên bêrîkirina min de dawerivîne, min li pey xwe, wek ku mirin hêjayî deryaçeyên girî be, di nav pencên bêriyê de zuha bike!

 

Ez li wir bûm

Min gulhinarên dengê te di himbêza çîrokên dayika xwe de dilorandin

Min bajarên mirinê, wek rûpelên helbestê, yeko yeko li pey darbesta te diçirandin

Min dilê te yê nazik, bişirîna te ya ji komkujiyan, avdara te ya ji goristanên mezin, ji şehîdên mezin, ji xewnên mezin, ji xatirxwestinên mezin, ji şkestinên mezin, ji giriyên mezin û ji xwînên mezin, di ferhenga evînê de dimeyandin..

Min ji te re digot: dabeze, jiyan li me dereng bûye, çavên bendemanê bi ewran re dibezin û destên me di bagerên mirinê de pêrgî hev dibin.

De peya be siwaro!!

 

Ez li wir bûm

Li Dekşûriyê, şevistan radestî şopa rêberan û radestî silavên me dibû

Li Amedê birc û keleh di giriyê me de dixeniqîn

Li Hewlêrê destên me di taya xatirxwestinê de pûç dibûn

Û li Qamişlokê, bi hezaran qublename di çavên me de diteqiyan..

 

London

03. 03. 2011

 

 

 


 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011