SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

Bibûre

 

 Aro, di nava  xwe de,  weke  wê  roja bi sir  û serma, şikestî bû. Lê, xwîna tinaziyê di laşê wî de dikelî. Dixwest tinazan bi xwe bike, bi xweristê  bike, bi lebt û liva wan kesên xwe qurnisandî bike... Lê, cegerdarî ne dikir, ko vê sarbûna xwezayî bişikîne.

 

Destê xwe ji "Taksî"yê re hilda. Bi rakirina dest re, bû zîqîna firêman, û li hember wî, bi rengekî ne normal, rawestiya. Lê, gava Aro ber pê de çû, dît va kûçikek li ser kursiyê pêşî ye û zîq, di camê re, li pêş dinere. Ev wêne, bi pêkên pêşî re, bi serê wî ne ket. Lê, çi bike, ji  serê  xwe avêt û deriyê paş vekir, da siwar bibe.

 

Bi vekirina derî re, dengek kete guhên wî. Şifêr bû, got:

 

"Bibûre, rêwiyek bi min re heye, ez ne vala me!". Bi vê gotinê re, kela  tinazdariya Aro sar bû. Loma, derî bi zivêrî dada û bi şûn de vekişiya.

 

 Şifêr, bi qîrênî, bakir:"Bibûre, çima te derî dada!" -  Ango, çima wisa bizivêrî -. Aro, bê dengbilîn lê vegeriya, destikê derî girt, derî vekir û ji şifêr re "Biûre" got. Lê, derî vekirî hişt û bi şûn de vekişiya. Dîse, şifêr bi qîrênî, bakir: "Bibûre, çima te derî vekirî hişt!". Aro, bê dengbilîn lê vegeriya, destikê derî  girt, derî dada û ji şifêr re "bibûre" got. Lê, dengê livê ji "Taksî" yê ne hat.

 

Gava Aro lê nerî, dît va kûçik li kursiyê paş e, û şifêr badike: "Bibûre, de were, ez li yekî nala te digerim!".

 

 

 

Qamişlo

 

18. 07. 2004

 

 

 

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011