SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

 

Rezoyê Osê

Bavê Nazê:

Kê gotiye Rezo miriye?

 

Na,Rezo ne miriye û ne bi derewa dema navê wî derbas dibe, ew bi aramî û bêdengiya xwe tête ber çavên min. her dem jî, ez di bêdengya wî de ,nehêniyê dibînim ku dibe egerê giranya wî û tiştekî din...

 

Na, Rezo ne miriye û ne bi derewa dema navê wî derbas dibe, ew bi aramî û bêdengiya xwe tête ber çavên min. Her dem jî, ez di bêdengya wî de ,nehêniyê dibînim ku dibe egerê giranya wî û tiştekî din...

 

Ew tiştê din, asoyeke ku rêvalahiyekê (mesafetekê) bi xwe re dikşîne .Pêre –pêre valahî û di valahiyê de melevanî. Ji xwe, tim û tim di melevanyê de, geryanek peyda dibe. Û ew geryan ji bo dû tiştane : Rastî û resenî û ev her dû rewişt ji taybetiyên mamosta Rezo bûn .

 

Wey Xwedo ! Rastî û resenî ,dû saloxdanên herî paqij ku tenê li dev mirovî peydadibin. Ew mirov jî taybetin û gelekî kêmin. bi xwe her dû saloxdan, li cem Rezo bibûn sîtav. Van jî hişt ku Rezo ji layê gelê xwe bête hezkirin, mezinkirin û pesendkirin .

 

Rastiya Rezo di xebatê, kirin û gotinê de, dihate dîtin. Di gotinê de, derbirîna ji hinavê ,di xebatê de helwesta bi wijdanî û di kirinê de hest. Bi xwe reseniya Rezo çawa ji derbirîna ji hinavê diyar dibû, weha jî di di xebat û kirina bê dengiyê de. ji ber vê çendê ,ew di nav rewşenbîran de, dibû ew leşkerê ku qehremanî dikir, lê bêyî ku navê xwe li pey xwe bihêle ...

 

De vaye, bûye salek ku Rezo, ji nav me barkiriye û çûye. Bi çûna xwe valahiyek hişt ,ev valahiya ku nayê dagirtin û heta qunaxek dirêj wê neyê dagirtin. Tenê berhem û navê wî dişên şûna wî bigrin û jê pê ve her valahî ...

 

Bi xwe, di, vê valahiyê de, ez bi hizir xwe, berê xwe didim gora wî. Ew gora ku heta noka min nedîtiye. Û tenê bi aşopa xwe, ez dişêm texmîna cîgeh û şêweyê wê bikim û gotina ku wê bê ser zimanê min, her ew gotina ku roja mirina wî, min gotibû : "Rezo, mala te woo tu û mirin !?" çawa ev gor dikare, te hembêz bike ?Bi van gotinan ,ez awirên xwe, li hawîrdora gorê digerînim. Dîsa tenê valahî, lê bi sirek bayê sar ku pêre-pêre min ji xilmaşiyê hişyar dike û dihêle ,ez li gel wî biaxivim

 

 -  Rezo, dost û mamostê min ,ez baweriyê bi wê efsanê tînim ku dibêje : " Mirov piştî mirina xwe, bi salekê, her bi giyanê xwe ve li gel heval û mala xwe dimîne .Ew wam çawa dibîne, weha jî dibhîze .

 

Rezo, hêjayoo ev bûye salek li ser koçkirin û barkirina te ji nav me derbas bûye.Û ez di wê hizrê de me, ku dengê min tête te. ji ber vê çendê, ezê axavtina xwe li gel te bidomînim :

 

- Tê bîra te, bi hatina te ya dawî bo Duhokê min ev dêrên(malikên) hozana hozanvanê Yunanî Sapfo ku di sedsala 7tan yan 6an berî zayinê nivîsîbû? Noka ez ê dîsa van dêran ji bo te bixwînim :

 

 

Afrodêta navdar ...

 

Keça Zêvs

 

Ez di bextê te de,                               

 

Tu dilê min xemgîn neke !

 

            Were dev min ,

 

            Weku berê tu dihatî .

 

            Li ser gazî û hewara min

 

            Te dev ji koşka bavê xwe berda ,

 

            Û ji roja zêrînî tu derketî

 

            Û refên çûkan li asmanî baskên xwe li hev dan ,

 

            Û firiyan û girnijînek

 

            Li ser dêmê nemirî hiştin

 

            Te noraniyê, ji min dipirsî :

 

            Xemgîniya min ji ber çî ye ?

 

            Û bo çi, min evîn

 

            Ji xwedawendan xwestiye .

 

           

 

Rezoo !            ......

 

Wê gavê, te ji min re got, : Wergera te ne bi şiiriye, lê bi naverok û hestek şiiriye xweşe !

 

 

Li devereke din, Sapfo çend dêrên din nivîsiye ,hema ew li gora meqamê te ne : Ew dibêje :

 

            " Kî ciwane ,çavan aram dike ,

 

            Kî baş be, ,ew ciwanî bi xwe ye ."

 

                       

Rezo,tê bîra te ,min ev şîira ku şairê yunanî Kalîmax ( 310-240 berî zayînê ) ya ku tê de, bi hevalê xwe yê ku çû bû ber dilovaniya Xwedê, diaxive. Ew li ser gora wî radiweste û jê dipirse :

 

 

 

 

-Ha bêje çi di bin axê de heye ?

 

-Vira gelekî tariye .

 

-Rêka ku diçe asîmanî heye ?

 

-Na ne xêr ,ev derewe .

 

-Lê Poloton ?

 

- Çîrok e.

 

- De bila xwelî li serê me be !

 

  

Û dema ez gehiştim wê gotina hevalê şairî yê di gorê de :"Heta ji te bê, xwe li me neke mêvan ..." Te ji min re got, vê bihêle, ne dema wê ye ...

 

Ez lê borînê ji te dixwazim, noka ezê pirsyarên şairê yunanî arasteyî te bikim:

 

Ha çi li wêrê heye ?

 

Nizanim bo çi, min hest pê kir ku tu yê bi vî şêweyî bersîvê dide min: Tu bersîva min di vî warî de baş pê dizanî, ya baş tu bo min bibêje, di vê sala derbasbûyî de, çi guhertin li cem we çê bûne ?Berî her tiştî rewşa zimanê me yê edebî çawaye? û rewşa Kurdistanê bi giştî ?

 

Rezo, ez zanim tu yê gotinên Çîxov ji bo min dubare bikî û tu yê bibêjî:"behremî, di kurtayetiyê de ye ", lê her ezê nikaribim salekê, di çend ristan de ,ji bo te bêjim û bi taybet dema axavtin tête ser dû arîşeyên mezin; pirsyara ziman û rewşa gel. Loma jî, ez neçar im, bi firehî herim ser her dû pirsyaran.

 

 Rewşa Kurdistanê

 

www.netkurd.com

 

 

 





 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011