SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

 

Rezoyê Osê

Samî Ehmed Namî :

Rezoyê Osê di salvegera yekemîn de

 

 

Di rojeke wek vê rojê  de, ronakbîr, siyasetvan, nivîskar, helbestvan, û  rexnevanê  kurd Rezoyê Osê bi nexwşiya penceşera bêqudoş li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li gundê Dekşurîya Aşîta hate veşartin.

 

Navê wî Ebdulrezaqê  Elîyê Îsayê Osê ye. Di roja 10.10. 1950 an de, li gundê Dekşurî, parêzgeha Cizîrê, “Qamişlo“, hatiye dinyayê.

 

Xwendina xwe ya serete li gundê  Tenûriyê û ya navîn û bakelorya li bajarê  Qamişlo kuta kiriye, piştre mamostayê matmatîkê bû li bajarokê Tirbespiyê.

 

Di sala 1971 an de ji bo xwendinê  diçe Elmanya û piştî du salan cihê xwendina xwe diguhêze Sovyêta berê û li zanîngeha Mosko bawernameya xwe di endazyariya petrolê de werdigre û vedigere welêt.

 

Li welêt çend salan bê kar dimîne paşî li Kompaniya petrolê li Rimêlan dibe endazyar.

 

Rezo di sala 1986 an de, bi hevala jiyana xwe, Nîgara Samiyê Namî re dizewice û  dibe bavê du zarokan Salr û Rolan.

 

 

Di dema xwendinê de û  di peyre, ta demekê dikeve nava tevgera siyasî de. Ne tenê wilo, lê belê bi karekî bê westan radibû di warê fêrkirina xwendin û nivîsandina kurdî de çi li welêt û çi li Elmanya û Sovyêtistanê. Derdê wî ê herî mezin ew bû ko bikaribe û bi çi awayî be wê hezkirina xwe ji ziman û çanda kurdî re têxe dilê her kurdekî dilsozê torevaniya kurdî be.

 

Rezoyê hest nazik, zar xweş, dilpaqij , bawerpê û beşuş û dev li ken bû, bi herkesî re dost û heval bû, sûnda wî  her ev bû: Bi Xwedayê min û te…Li hember kar û  toreya kurdî têgihiştî bû, bi her kesî re dost û heval bû her û her bi peyva kurdî re mijûl bû. Doz û daxwaza wî pêşvebirina hemû şaxên zimanê kurdî bû, alîkarê nifşen nûhatî yê rewşenbîran bû. Pirê caran karê nivîsîna xwe bi paş ve di da, da ko rêziman yan rastnivîsa wan rewşenbîran durust û serrast bike.

 

Kar û xebata Rezo di warê torevaniya kurdî de, li welêt û li derveyî welêt ev bû:

 

Endamê komîta kovara Şoreşgêr li Berlînê, vekirina kursên fêrkirina zimanê kurdî  ji xwendevanên zanîngeha Moskoyê re, yek ji damezrênrên Hevbenda Kawa bo wêjeya kurdî li Mosko, endamê komîta yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, berpirsiyarê komîta weşandina belavoka Ronakbîr li Sûriya, Mamostayê kursên fêrkirina xwendin û nivîsandina kurdî li Qamişlo, digel Zagrosê Haco damezranerên kovara Stêr li Qamişlo, Endamê komîta kovara Pirs li Qamişlo, endamê komîta xelata Cegerxwîn li Qamişlo, endamê Pena Kurd…û hewd.

Çalakî  û beşdarbûnên Rezo li:

 

Ahenga sedsaliya seydayê  Cegerxwîn li Amedê û li Izmîrê, ahenga “Rojên Wêjeya Kurdî” li Amedê, konferensa Pena Kurd û Pena Tirk a di bin çavdêriya Pena Navnetewî û UNESCO de li Amedê, festîvala rewşenbîrî a yekemîn û duwemîn li Dihokê “Başurê Kurdistanê“, festîvala seydayê Cegerxwîn li paytexta Başurê Kurdistanê li Hewlêrê, ahenga Namî piştî 20 salan zindî dibe li Qamişlo, rêportajek li Yûbîla Zîvîn a bîst û pênc saliya koça dawî ya mele Ehmedê Namî li Qamişlo, Di heftiyê de rojekê pêşkêşkirina nûçeyên çalakiyên rewşenbûriya kurdî li Binxetê di “MedTv” de …û hewd.

  

Rezo nivîsandinên xwe bi van navan dixemiland: Rezo, Aro, Ebdulrezaqê Osê, Rezoyê Osê, Stêr, Azad, Pirs.

 

Ji bilî berhemên wî  yên çapkirî û yên neçapkirî, hejmarek mezin ji gotar, lêkolîn, helbest, çîrok, şano, folklor, rexne …û hwd, di gelek kovar, rojname û melperan de hatine weşandin wek: Kovara Stêr, rojnama Armanc, kovara Dugir, kovara Pirs , kovara Metîn , kovara Dengê Azadî, kovara Zanîn ….û hewd.

 

 

Berhemên Rezo yên  çapkirî:

 

Çîrokên kurdî gelêrî yên Zarokan

 

1- Dîk-dîko

2- Libhinarê

3- Bavê Hepûn

4- Şengê û Pengê

5- Finda Şemal

Berhemên Rezo yên neçapkirî:

 

1- Merganê

2- Rexna Li Rexnê

3- Tûjik

4- Xilmaşî

 

5- Helbest

 

5- Civîna pêlavan

6- Kurteçîrok

 

Ji bilî van tevan hîna hejmarek mezin ji destnivîsên Rezo li benda danehav û nijinandinê  ne.

 

 

Di wan çend salên dawî  de, bi sedema astegiyên hêzên ewlekariyê di derheqê Rezo de dihatin kirin ew bivê nevê bû ko destê xwe ji karê petrolê berde û li bajarê Qamişlo ofîseke endazyariya ceolojî veke û karê endazyariyê û çalakiyên rewşenbîriyê tê de berdewam bike. Ofîsa karê Rezo ji rewşenbîran re bûbû wargeha rewşenbîriya kurdî. Lewra helbestvan Mehfûz Mele Silêman dibêje:

 

Bi Xwedayê  min û te

Ku her ev bû  sûnda te

Zû  bû çaxê çûna te

Dil bi kul bû  ji bo te

 

 

      *     *

  

Hêlîna me xirabû

 

 Ya dost û hogira bû

Serî  li me gera bû

Dema janê  dest da te

 

 Sed heyf û mixabin nexweşiya penceşerê û mirina bêbext nehişt ko Rezoyê xemxwerê ziman û peyva kurdî, rêça xwe di warê torevaniya kurdî de bibe serî, bi lez û bez û di çaxekî ko ne çaxê wê bû, ew ji nava refê rewşenbîriya kurdî revandin.

 

 Rezo bi van kul û ês  û derdan serê xwe da xewa dawî xewa bê hişyarî,

xwe siparte dilovaniyaXwedayê  mezin.

De bere serê gelê  Kurd sax be û cihê Rezoyê Osê buhuşt be.

Êdî ezê bi van herdu malikên ji helbesta Xwedê lê xweş be, yên bi vî terzî li ser kêla gora wî hatine neqişandin, vê bîranîna xemgîn bi dawî bînim.

Li azmanê  bilind îro, şevên tarî hejarim ez

 

 

Stêra min xuya nake, nema ron û zelalim ez

 

 

(Rezo Osê)

 

 

Stockholm. 2011.03.04

 

 








 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011