SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

MERGANÊ

 

Roviyên xirbekî û segên gundekî peyman bi hev re girêdan. Navê peymana xwe kirin"Deftera Merganê". Li gorî bendû rêzên vê "Defterê", wê Rovî nêçîrê li gund bikin û nêçîra xwe bi Segan re par bikin. Gerekiya vê peymanê jî ew bû, ko Merganê, di destpêka êrîşê de, "Deftera" xwe pêş Segan bike, da li hev ewle bibin û ne her Rovî desthilatê ziyanên gund be.

Ev çîrok, bi helbestî, ji zarokan re, Rezo hûna ye û navê Merganê lê kiriye.

 

 -1-

 

Hebû, nebûsalekê

gundek li ber palekê

hem mirîşk û hem jî dîk

lêdikirin kîklûkîk

wan şevê reş û tarî

Sa dikir nobedarî

Yek Deqo bû, yek Quto

Yek Devreşoyek Tito

Xurtê wana Deqo bû

Jîrê wana Qutobû

Devreşo yê geza ye

Tito jîyê nobaye

 

 -2-

 

Bi vî kar û îşê xwe

Bi vîlik û pîşê xwe

Ne dihiştin ti teba

Ne jî Roviyên qeba

Werin dora anîşkan

bixwin dîk û mirîşkan

 

-3-

 

Rovî tev mane birçî

Çi çare ye bê qirçî ?

Merganê yek ji wa ye

Xwedya fen û fûta ye

Wê bakire Roviyan

Hemî li hev civiyan

Hatin gotin pêşniyar

Teva girtin yek biryar:

"Mergannê, her cem Segan

Bêjewan Mîr û Began

Barê we pir giran e

Çavên we li destan e

Hûn birçî û tazî ne

Bê kes û bê xwedî ne

Werin em ê bi hev re

Peymanê bidin jev re

Yek xwe bike fermandar

Kes reyînê neke kar

Fermanê bidin destan

Bes e, em û we westan".

 

-4-

 

Peyman bi hev re danîn

Ji hev re dane zanîn

Tiştê hebe bibe par

Ne serdest û ne bindar

 

 -5-

 

Segan, piştî peymanê

Xweş gotine Merganê

Werin vî gundê çeleng

Bê his û bê qîr û deng

Hene tiştên dixwazin

Mirîşk û Dîk û Qaz in

 

 -6-

 

Roviyan bê serêşî

Merganê dane pêşî

Fermana wê bi dest e

Ji kêfa ew sermest e

Êrîşeke xwe berdan

Bi lez û bê serhildan

Tito, bi dengek bilind

Bakir:xerîb ketin gund!

Segan li wî vegerand

Reyîn, bêtir wî kuland

Ew kî ne, ew çi Tat in?

Xwe bigre,va em hatin.

 

 -7-

 

Van Roviyên tirsonek

Bêcegerên bizdonek

Ji ber êrîşa giran

Peymana xwe nehildan

Bi kazîn û bizûrîn

Bi hev re, tev de revîn

Ew derketin derî gund

Xwe jimartin çak û rind

Li Merganê civiyan

Bi ser wê de giriyan

Çim pela PEYMANê

Ne daxiste meydanê!.

 

-8-

 

Wê Mergana Serheda

Rabû, bersiva xwe da:

"Ne gotin û ne peyman

têne bîra van Segan

Tanî Quto bibîne

Wê Deqo, min dirîne

Ta peymanê bixwînin

Wê çavên min derînin

Ew Devreşê dîn û har

Û Titokê nobedar

Wê çermikê laşê min

Kom bikin li serê min!".

 

 -9-

 

Wilo, Rovî ûSegan

Peyman kirin bin lingan

Navê pelka peymanê

Bû "Deftera Merganê"

Wilo, êdî tê gotin

Tê kirîn û firotin

"Ma wê kî wê derîne

yan jî wê kî bixwîne!".

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011