SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

BEW

 

 

  

-1-

 

   Silogana herî cihgirtî, li ba Rûsan, di cenga cîhanî duwemîn de:"Poduha-Mamb zabem!"bû. Ango, "Niştîman-Dê gazî dike!".  Belê, dayika dayikan niştîman e, welat e, ax, av û ba ye. Ew xaka rengîn û asmanê şîn e. Erê, dema dê dike gazî, fîxan dike û banga xwe dighîne zarokên xwe /niştecihan/, hinga zaroka şîrhelal li ber barê dayika xwe  radibe û wê ji tengasiyan derdixe, ne kul,  derd, xem û azariyên wê pirtir dike. Wilo jî, birînên wê derman dike, ne qemûşkan ji ser birînên axifî radike, da xwîn ji vî gewdê birîndar biherike.

 

-2-

 

   Xalê min pir ji min hes dikir. Min jî wilo jê hes dikir. Lê, dema ji min re" kurê çêlê" digot, ez xule dibûm û xwîn di hinarkên rûyê min de dikelî. Lê, di dev xalê xwe de bêdeng dimam. Wilo"kurê çêlê" li ba min bûbû psîkogirêk û bihîstina vê gotinê li guhên min ne xweş dihat.

 

   Carekê, di civateke gundî de, dabaşa guran hate meydanê. Her gundîkî çîrokek, serpêhatiyek, yan jî bûyerek li ser Gur, Dêlegur û şêwejiyana wan digot. Yekê ji wan serboriyan ez, ji hest û nestê min, hejandim.

 

   Ev serborî dibêje, ko rojekê yekî gundî çêleka xwe bi dara tuwê ve girêda bû. Çêlek jî di ber zihê xwe de bû. Sibehê yê gundî radibe, da serekî li çêleka xwe bide. Dîtina ko dibîne, va serê çêlekê bi qurmê darê ve şîrêz bû ye, lê golikeke nûzayî ji qêla çîlekê şîr dimije. Piştî yê gundî nêzîkî darê dibe, dibîne ko çêlekê Gurek bi darê ve kuştiye, lê serê xwe ji ser ranake. Ango bi tirs e,  ko Gur bifilite û golika wê bixwe.

 

   Min, piştî bihîstina vê serboriyê nasî, çima xalê min"kurê çêlê" ji min re dibêje. Belê, wilo digot, ji ber wî zanîbû, ko xwîşka wî/dêya min/zarokên xwe bi dev guran ve bernade û desthilat e, ko zarokên piştî mirina mêr sêwî mayî xwedî bike.

 

-3-

 

  Li gorî nûçe û bûyerên cîhanî, gelek faktor bandora xwe li rewşa Iraqê dikin. Ev yeka, di reftariya hêzên aktîv û xwedîrol de belû dibe û rû dide. Erê, her hêzek hewl dide, ko bi rola sereke, di guhertinên rojane û paşeroja vî welatî de bileyize, lê ne her hêz xêrxwaz e. Hin dixwazin Golikê bikin "Bew", da çêlek sax bimîne û bi  rola  xwe  ya  normal  rabe .  Hin, tenha  li  dohtina  çêlekê   û vexwarina  şîr  digerin. Hin jî ne zanin bew çi ye, ne jî bi çi  rolê radibe. Wilo, berjewendiyên navnetewî, herêmane/sînordaş/û yên   miletên vî welatî jî xwe dadixin meydanê. Hin hewl didin, ko ev welat  ji çerxa xwe derkeve, da di çerxa feleka wan de bigere. Hin jî,  di ber aramî, serkeftin û pêşketina vî welatî de kar dikin. Belê,  her  hêzek dixwaze vî welatî bi şêweyê xwe kiras bike. Lê çawa be, wê zarokên malê firih bixwin.

 

-4-

 

   Carekê, çêleka me kete ber zihê xwe de , lê golikeke mirî anî.  Gundîkî me, piştî zayînê, golika mirî dît, got:"Golikê bikin bew, lê wê çêlek jî bimire!".

 

   Min nizanî çi hate gotin û mebest ji vê şîretê çi ye!. Lê, piştî ko kelaxê golika mirî ji kevel/eyar/derxistin, kevel tije pûş kirin û ew bew li ber makê danîn. Hinga, min nasî mebest ji vê şîretê çi bû. Ji ber çêlekê ew kevelê bêcan/bew/alast û şîrê xwe, bi alastinê re, berda qêlê. Me firih, di şûna golika mirî de, xwar. Wilo,  çêlek ji şîr ne hate birîn û orîneke normal li ser bew /golika bêcan/dikir, bê ko zanibe hatiye xapandin û şîrê xwe ne dide golika xwe, lê dide destdoşan. 

 

Qamişlo, 20. 01. 2004

 

 

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011