SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

 

XILMAŞÎ

(Bîranînên bê kêş û bend)

 

1996

 

Pêşgotina daner

 

Gava çavên mirov diçine ser hev, lê hîna pêhesiyên din ji refleksan re amade ne, mirov dikeve rewşa xilmaşiyê de. Ango, mirov di xewa mirîşkanî de tar û mar dibe. Belê, ev rewş kokên hestewer seqet dike. Bi vê seqetbûnê re, êdî tiştekî real namîne û bi rastiya xwe diyar nabe.

Di rewşeke wisan de, îpîzotên jiyana zarokîtî tevlî yên bîrewerîyê dibin û li ber çavên min, di navbera xewn û şiyariyê de, di gijmijin. Bi vî rengî tevlîhevîke bê çarçev xwe diberde meydana hesteweriyê, da giyanekî ji aliziyan di nava xilmaşekî wekî min de biafirîne. Belê, bê çawa endîşeyên jiyana biçûkanî bi melûlî di nav xwarûpêçkên mêjî de, weku dombelanên temirandî bizava xwebelûkirinê dikin, wilo jî rewşa civak û gelê min, di salên bîreweriyê de, di hemî war û radeyen de bi xumamî, bi mij û moranî tê belûkirin. Hingî " ez " îtî tevlî " em " îtiyê dibe, kirêtî ji spehîtiyê cuda nabe, zexelî û paqijî bê sînor dimînin, neyar dibe dost, û geşê minminîkên çakbîniyê di nav yên reşbîniyê de winda dibin… Hingî hişmendî dikeve bin barê mişextiyeke bêsînor de û sergom, bê ser û şop, di beyabanên mirovaniyeke bêkêr de winda dibe. Wiilo, ez xilmaş dibim, û xilmaşiyên min êdî pêxwas û tazî li dora zîlana windabûneke bi vî rengî hev himbêz dikin, û ji kehniya civaka Kurdî xwe reha dikin. Serkehnî jî tim û tim bi zelalî diherike, da gol û govên giravî, di civakê de, şîlo bike. Ew civaka ku bêhewes dixwaze perda demên taristaniyê bbiçirîne û gavên xwe di roniyê de bavêje, ew civaka ku hewildanên xwe bi şermî dike, da ji xêza elementên evra derkeve û çerxa xwe li dora zîlana realîzmeke demane bigerîne. Lê, di vê berxwedanê de tim weke min xilmaş dimîne. Loma, mor li ber çavan dibine dêw, dost dibine dijmin, kultûr û dîrok bêsûd dimînin, mij xwe diberde ser hiş û ximûr xwe diberde ser çavan.

Êdî hişmendiya Kurdî, di vê xewneşiyariyê de, dibe Donkîxotê civaka xwe… şûrê xwe ji kalanê zingargirtî dikişîne, di bin hilgirtina gurzê Restemê Zal de xûz dibe û bi wî awayê komîk li "Kerkê Fatima" yê siwar dibe… Hinga, ez xilmaşiyên xwe bê kêş û bend ji xwe re dibêjim, dilbilînim û dinehwirînim.

Diyarî:

 

Bo wî giyanê ku bi berxwedanên xwe hebûnê bi sûde dike, bo wî kesê ku ezîtiya xwe bo qezencên giştî bi behwerî gem dike, û bo wî kesê ku xwe di rêya biserketina mirovaniyeke bêguneh de fidakar dike… van xilmaşên bê kêş û bend diyar dik im.

Rezo

Sercem

  1. Birano
  2. Çîrokên "Pîrê"
  3. Xam
  4. Çavpêvedan
  5. Tilihên dest
  6. Kêzka Zêrîn
  7. Dilşikestin
  8. Jiyan
  9. Kuftik
  10. Taristan
  11. Bûkegul
  12. Jiyana beravêtî
  13. Buhuştî
  14. Talan
  15. Doz
  16. Bêrîkirin
  17. Ciher
  18. Dem û hebûn
  19. Semtê winda
  20. Her rojeke
  21. Diyarî
  22. Me bi xwe kir
  23. Zexelî
  24. Ferheng
  25. Devhê Sultan
  26. Parastina qelsan
  27. Felek
  28. Hop-hop
  29. Bac
  30. Nêçîr
  31. Pûtê "Subhanî"
  32. Bese, bavo!
  33. Bedgomanî
  34. Guloberxik
  35. Mozên beşik
  36. Erbane
  37. Bûka baranê
  38. Zêw
  39. Nîşan
  40. Serpale
  41. REX
  42. Xecxecok
  43. Mehşer
  44. Bêzarî
  45. Mirîşk

Birano… bes e!

 

1.

Birano!

Raste…em kurê

Adam

û

Êva ne

lê…îro ji hev

başqe

û

cida ne…

ji beroşekê

naxwin…

weke hev li xwe

nakin…

çavên me bi hev bar

nabin…

êşa me

kêşa me

jan

û

xweşiyên me

silavên li hev

nakun…

zîna me

livîna me

sir û

germiya me

nahingivin hev

û

bi hev şa

nabin…

çima

em

xwe nas

nakin…!

2.

Birano!

Ez

talîşka berûyên xwe

bi

mizbûna Manga we

nadim…

Ez

gezwa darên xwe

bi

şêraniya xuşava we

nadim

Ez

ava çal

û

kehniyên xwe

bi ava qotîk

û şûşên we

nadim…

Ez

sîka darên Welatê xwe

bi sîwanên ser "pilajên" we

nadim…

Ez

bihna gul

û

geyayên xwe

bi

misk

û

emberên we

nadim…

çima

em

xwe nas

nakin…!

Li hev

nakin…!

3.

Birano!

Devê şkenikan

ne

girin…

darên gezogirtî

ne

birin…

çalên min jehir

nekin…

kehnîkên min mismit

nekin…

devî

û

daristanên min

bi agir

nekin…

pîkolê li ser gul

û

geyayên min

nekin…

çima

em

xwe nas

nakin…!

4.

Birano!

Bilûra min

ne

şikînin…

perda

azmanê min

bi

dengê top

û

balefiran

ne

çirînin…

zarokên min

razane,

wan

ne

tirsînin…

çima

em

xwe nas

nakin…!

Li nakin…!

5.

Bese…Birano!

Em

birane

li

hev

nakin

bila

du

camêr,

bê serêş,

me

ji

hev

cidakin…

me

ji

hev

cidakin…

me

ji

hev

cidakin…

17.12.93

Çîrokên "Pîrê"

1.

Law!

Me

rextên çarta

ji

fîşekên berûyî

dagirtin,

lê…

Me

bi

şilfikên zingargirtî

êrîşên xwe

birin serî.

2.

Gaca miha me

xwe

di ser cokê re

qevast,

tena wê xwiya kir..

Bizin pê kenî,

lê…

ji bîr kir

ku tirîka wê

tim zîçe

û

tena wê

tim berçave.

3.

Mijê

çiya girt

û

xwe

berda ser kumikên

sipî,

lê…

"gunehên navnasan

tenê

veşartin,

yên nenasan,

weku

hêkên qitikan

li rastê

dimînin".

4.

Me

heftê salî

ne

gote kerkê xwe:

Hooo…ooş!,

lê…

dawî

kerkê heriyê

felişî.

5.

Bi

salan

Me

çîroka şûjinê

ji

hev re

got,

lê…

dawî

Me

bîr, di latê de,

bi derziyê,

kola.

6.

Law!

Xiltê-kor

tim

di

zikê zemînê de

dixebite,

lê…

axa

aza derdixe

ser

rûyê zemînê.

7.

Zêr

di perçîçeqa qazê de

winda

dibe

lê…

" rim

di

xêşan de

winda

nabin".

8.

Ber^tehle…

Neyar

naxwe,

lê…

halet

û

hêlanên zeviyên me

pir

hêjane.

9.

Qir

bi

ser

deşta me de

hat,

lê…

me

li

ber agirê serê

çiyê,

ji

duranê ve,

xwe germ dikir.

10.

Deviyên me

dibin kûmkir

û

hilma germ

da Neyar

xwe

germ bike,

lê…

qurmikên xwernûfê

besî

kozîkên me ne.

11.

"Mirrêniya şeran

li

çiyê

tê,

lê…

li

deştê

gur

mihê

diberde".

12.

De

razin!

Ra…zin!

Lê…

jiyan

şiyarî

nabe.

22.12.93

1. Çîroka mih û bizinê çîrokeke folklorî ye. Herdu dost û hogir bûn, bi hev re diçûne çêriye. Rojeke mihê xwe di ser cokeke re qevast, dûvê wê hate hildan, bizin kenî. Mihê pirsî, çima dikene. Bizinê got:" Min bin dûvê te dît". Mihê lê vegerand:" tirîka te tim li baniye, dawiya te tim taziye, em pê nakenin!".

2. Zargotina Kurdî bi vî rengî ye:" Gunehên mezinan weku çiyane, mij wan diveşêre. Yên biçûkan weku hêkên qitkan li rastêne, mij magihe wan".

3. Kerkê heriyê: çîrokeke folklorî ye, ji çîrokên zaroka ye. Gava dolabrêsk diçine şikeftê, û her yekê bi serê kesekî xwe sûnd dixwe ku ne wê tir kiriye, keça pîrê bi serê dêya xwe sûnd dixwe. Wilo, guneh dikeve sukra keça "Pîrê" de, û keçik qerfên xwe pê dikin. Hevaleke wê dibêje:" Porkurê, ma ne heft birayê te weku heft qerasa hene, tu bi serê pîra dêya xwe sund dixwî…!". Û rê pêş dike, çawa bihêle pîra dêya wê rêya wan pêş wê bike.

Piştî "Pîrê" li keça xwe mukur tê, kerikê heriyê jê re çêdike, û jê re dibêje, ku çi bi rê de bibîne, nabe lê bisekine û ji kerkê xwe re "hoş" bibêje,lê wê kerik bifelişe û ew nagihe birayên xwe.

4. Çîroka şûjinê: Mijûliyek ji mijûliyên zarokanî ye. Yek pirsê dike, yê din bersivê dide, û tim bersiv dibe pirs. Mijûliyeke pûçe, bê sûde û gotinvegerîne, tenha zarok wextê xwe pê dikujin.

5. Ev zargotin ji serpêhatîkê hatiye der. Dibêjin, pêrebîk ji Zozanan dakete deşta Cizîrê, çend kulek (pez) ji xwe re peyde kirin, û bizava xwe bi wan dikir. Û gava siwarên desthilatê herêma ew lê hatin bac û bêşan jê bistînin, ne da wan û bi wan da zanîn, ku ji êla Ferhoyê Izêr Axa ye, û ew bac û bêşan nadin. Di vê dema giftûgoyê de, gundiyan bi serekê siwaran dabê zanîn ku pîrebiyeke bê kes û bê kûsê. Wilo, siwaran dev ji pîrebiyê berdan, lê ji wê weye ku ji ber navê F.I.Axa dev jê berdan, loma got: "Ez qurbano, şêr li Zozên dike mirênî, gur li deştê mihê diberde".

Xam

1.

Me

kabên xwe

hildan

xam

ne

hat…

Me

kabên xwe

avêtin

xam

ne

hat…

Me

kabên xwe

werandin

xam

ne

hat…

Hembervanê me

hildan

xam

anî…

avêtin

xam

anî…

werandin

xam

anî…

2.

Guhê me

kete

destê wî…

Guhê me

girt:

sê mîr

û

çikek

ji

me

xwestin.

3.

Em

kabên xwe

hîna

tavêjin…

ne

mîe,tên

ne

çik,tên…

tenha

ker

û

pik,tên.

01.01.94

1.Ev leyistik ya kurika ye. Ji çar kaban pêk tê. Derketina wê li bîst û yek libê ye (her xamek bi pênc liba ye, û lihevdana kaban bi duristî bi libekê ye. Û lihevdana ne durist liban dişewitîne, xam dimînin). Yê bi ser dikeve, guhê hembervanê xwe

digre, qerf û tinazan pê dike, tanî yê guh di destan de daxwaza yê guhgirtî, bi kaban bavêje.

Çavpêvedan

1.

Me

Nivîşt pêçan…

Berbejn

bi

bejnan de berdan

û

Bazbend de berdan

û Bazbend hilgirtin,

hilênan.

2.

Me

Nal

bi

devê deriyan ve

kutan…

Simê pêz

daleqandin

ûlepên xwînê

li

wan

dan…

3.

Me

şînok

û

Hîroo

bi

eniyan ve

kirin

Qespik

û

şeytanok

bi

kumikên zaroka ve

şêlan…

4.

Tiştekî

em

ji

çavên pîpoqî

ne

parastin

ne

hêlan.

05.01.94

Tilihên dest

Me

tilihên xwe

jimartin:

Vê, go:

da’m herin

diziyê…

Vê,go:

de…

Vê,go:

ku

û

ta…

Vê, go:

ez

şehde…

Vê, go:

pîrim,

qutim

na

gihime hevala!

05.01.94

1.Mezin, bi rengçîrokî, zarokên biçûk, yên nû bi zimênketî, dihedinînin û wan fêrî navên tilihdan dikin. Ev jimartin ketiye warê fêrbûna folklorî de, ku her tilihekê navêk heye, erkek heye, behweriyek heye û, bi ser ku ji qurmê destekîne, li hev nakin û bi hev nakin.

Kêzka Zêrîn

Me

Kêzka Zêrîn

anî…

hêdîka

l’

ber xwe

danî…

Me

bakiryê:

Qoplanî…

Moplanî…

Kêzê

perek hilanî

pê re

bir

banî,

go:

Kêz firî

ma

"kompanî"!.

06.01.94

1."Kêzka Zêrîn" yek ji mijûliyê zarokayî buhaî ye. Ev kêzik dilovane, paqije, xweşike û bi reva xwe girane. Zarok, wê li ser piştê dideynin, û destê xwe, bi gotina: Kêzka Zêrîn qoplanî moplanî, li pişt wê diteptipînin. Kêzê herdu perên zêrîn dide bin xwe û xwe qoplanî dike (xwe rast dike da bireve).

Dilşikestin

1.

Nanê min

di

tenûra tox

û

sar de

bû kûmir.

2.

Berxê min

di

mêrg

û

çîmenan de

noq da

3.

Cama dilê min

di

şerê

kezîzeran de

şikest.

07.01.94

1.Noq da= birçî ma

Zik da= têr xwar

Jiyan

Çêleka me

kayîna xwe

dike…

Aşê me

kevirê xwe

dihêre

û

keraxê me

bi

devê tevşoyê xwe

hêdî-hêdî

axa

dora

mêwa tirihdayî

dixepêre.

15.01.94

Kuftik

Me

kuftka xwe

hilda

ker hat…

Me

avêt

diz hat…

Me

werand

sofî hat…

Hembervanê me,

destegul

qot rakir…

hilda

mîr anî…

avêt

mîrê mîra

anî…

Em

mane

li

xwar…

Ew

ma

li

banî.

16.01.94

1.Kuftik (derbik): leystikeke zaroka ye. Di şevên sar û tarî de pê mijûl dibin, da wexrê xwe deras bikin. Berî destpêkê, nav li herçar rexên kuftikê dikin…Rexek sofî ye, yek dize, yek mîre û yek qote-xwirtê teva ye. Derbika xwe bi dor hildidin. Yê bi ser bikeve (rexê herî xwirt di nav komê de bîne) li pişta yê kêm siwar dibe û wî, bi çarlepkan, digerîne û qerfan pê dike, tanî yê xwar kuftika xwe weku ya kesê siwar rake.

Taristan

1.

Ciwaniyê

qeşa devê kehniyê

bi sersima xwe

şikand

û

bi

firek

ava sar

kezeba xwe

rehî

kir.

2.

Te

şûşa dilê min

bi awira xwe

şikand

û

cîhan

li

ber min

û

xwe

tarî

kir.

18.01.94

Bûkegul

1.

Em

ji

serma zivistanê

dexisîn…

Em

çilê havînî

li

ber

koziya çiq-çiqî

melisîn…

2.

Payîzï

pel

ji

makên xwe

xeyidîn,

xwe

berdane jêr

û

li

ser

serê me

cemidîn…

3.

Di

sergirtiyan de

me

lîlava germ

vexwar

û

çil rojî

seqem

ji

ser pişta me

ne

hate xwar.

4.

Buharî

darê

bi

xencî

bûkegul

ber bi pozên me

anîn

û

"diyariya sersalê"-tîpên

J-I-Y-A-N

bi

dilopên xunavê

li

ser wan

danîn.

23.01.94

1.Lîlav: ava berfê.

2.Sergirtî: Çilê ziviztanê ye. Çil rojî berf û barane,roj nade der.

Jiyana beravêtî

Di

sibatoka dîn de

pîrê

ne

dihişt

em

darikên serbiagir

bihejînin

da

Bizinên avis

ber

ne

avêjin…

Di

adarê de

hêkên Kurkên

me

xira bûn

û

çêlikên Kevokan

ji

hêlînan

hatin xwar

02.02.94

1.Di civaka Kurdî de, zarok li ber tifik û koziyên dayikên xwe dirûniştin û mijûliya xwe bi darikên serbiagir dikirin. Û ji ber ku agir yek ji kehniyên ziyanên mezine, dayikan zarok bi beravêtina bizinan ditirsandin, da darikên serbiagir ne hejînin û ziyanan, ne bi xwe, ne bi tiştên dora xwe, nekin.

Buhuştî

Em

di

nav

dûyê kozî

û

qelûnan de

razan…

Li

ber

çiq-çiqa

tizbihên sedlib

kazan…

Me

kirasên xwe

li

serên xwe

pêçan

û

dinya berda

bûne xwedî

azman…

09.02.94

Talan

Di

nêçîra xwe de

Me

Xirnik

ne

kuştin…

Me

Xifş

ne

kuştin…

Me

mak

û

çêlîk

ne

kuştin…

Me

kudikên Hirc, Şêr

û

Pilingan

ne

kuştin…

ku

mezin bûn

li

talanên me

xistin,

em

kuştin,

em

ne

hiştin.

10.02.94

Doz

1.

Me

berê xwe

da

xwedê,

doza

xwe

kir…

Gurê kotî,

Mîrê siwar

û

Mêsî jî

doz

li

me

kir…

2.

Gurê kotî

go:

gurî me!

Mîrê siwar

go:

kesim,

xwedî me!

Masîkê zêrîn

serê rakir

go:

bir;î me!

3.

Xwedê

me

dî,

bi

madgeşî,

guh

li

me

kir…

doza dilan

bi

dar ve

kir…

4.

Li vegerê,

me

dur

ne

bir…

Siwar

ne

kir…

Gurê gurî

xwîna mey

sor

l’

bejna xwe

kir.

11.02.94

1.Ev çîrokeke folklorî ye. Tê de şivanek diçe darîketina xwedê, da doza rizqferehîke lê bike.

Bi rê de dighe masîkî birçî, mîrekî nêçîrvan û gurekî gurî…Ew jî qewîtiyên xwe li şivên dikin. Li vegerê, şivan, çîroka çûn û hatina xwe ji Gur re dibêje, ku durek di hinavê Mêsî de ye, nêçîr ji şewqa wê direve, xwest ez ji xwe re derxim, lê ez bi lez bûm. Mîr jî jine, kes jê natirse, xwest ez wê bikim, lê min nekir, ez bi lez bûm. Û dermanê Gur xwîna yekî bêaqile…lê, ez bi lezim, berê min li rizqê mine. Hinga, Gur ew kuşt û xwe bi xwîna wî şişt.

Bêrîkirin

Me

bêriya hev

kir…

li

serê çiyayê Torê

hev himbêz

kir…

bûne

gulokek berf,

serjêr bûn,

mezin bûn,

gulover bûn

li

bre kenêr

li

nav bajêr

em

felişîn…

bûne Zab

û

Ferat

em

miş-mişîn…

bûne ava jiyan

ava giyan

dar

û devî

em

xuş-xuşîn…

12.02.94

Ciher

Ji

westana ber destêr

em

ketin kuna Keftêr…

ji

ber toz

û

dûmanê

Dêwa

xwe

ne

berdanê…

bi

awaz

û

tinazî

neyar

li

me

kir gazî….

Em

derketin ber derî

yekser

ciher ket serî…

Li

pêş

hêdî

ew

meşî

Me

da pey

zikreşî…

13.02.94

1.Di folklorê Kudî de, Keftar di dilovanî tê girtin. Yekî bi ceger di keve kuna Keftêr, û ciherekî tije kevir (giran) bi xwe re derbasî kunê dike. Ji keftêr re, bi dengekî zîz, dîlokan dibêje (Keftarî çakî pake, ciher lêke dey nake…), tanî ciher dike sukra wî de. Êdî, Keftar bê serêş dide pey nêçîrvan û ji kuna xwe derdikeve.

Dem û hebûn

1.

Seqema sibatê

kulîlkên behîvên me

hişk

kirin…

ew

weşandin.

2.

Germa tebaxê

hejîrên me

kirin

kerik…

ew

werandin.

3.

Bablîsokên payîzê

bênderên me

ji

hev

kirin…

kirin girîş

kirin melû

kirin gurz

û

simbil, simbil

bi

tîrêjên rojê re

şiyandin.

Me

ziviztana xwe

bi

kurtêlên nanê berûyî

derbas

kir…

em

nane sax

demsalan

em

ne

mirandin,

ne

qelandin.

14.02.94

Semtê winda

" Dengê defê j’ dûr ve xweşe"

cihê jê bê,

kêfe…geşe…

Me

nizanî

çiyê windan

weke

Segê Îwertê

ji

bazdanê

ji

westanê

Me

ling hildan

17.02.94

1.Segê Îwertê: Îwertê gundekî deşta Cizîrê ye. Dibêjin, segek li vî undî hebû, fêrî dengê daholê bû bû, û zanîbû li pey vî dengî hestû hene. Loma bi dengê daholê re har dibû, û çara mitirban jê nebû. Wilo, xwestin wî ji xwe dûr bikin. Rabûn du daholvanî dûrî hev, her yekî li ser mitikekî, danîn, da bi dorê li daholê bixin. Her ku seg, li dengê daholê, nêzîkî daholvanekî dibû, deng ji dahola xwe dibirî, û yê din dest bi lêdana daholê dikir. Seg li wî dengî divegera. Wilo lê kirin, tanî seg ji westanê ket û dengê daholê pê reş bû.

Her rojekê

Zargotin:

-Roj di şûna xwe ve

nade der.

-Gêsin ji derziyan

çênab.

 

Em

bûne

Acûc

û

Macûc,

Me

pelê sîrê qut

ne

kir…

1.

Roja yekê:

Me

bi reşka şevê re

bi sergurkîre

tov di têra xwe

kir,

kara cotê xwe

kir…

li hêlet geran

Halet nebû…

Roj,

li me,

di

şûna Karwankujê re

derket

2.

Roja didiwa:

Me

bi reşka şevê re

bi segurkê re

gore

û

çarox

di lingan kirin,

Nîr

û

Embûrên xwe

bar kirin…

li

benik geran

benik nebû…

Roj,

li me,

di

şûna Karwankujê re

hilat.

3.

Roja sisiya:

Me

4.

Roja çara:

5.

Roja pênca:

365

Roja sêsed û şêst û pênca:

Me

bi reşka şevê re

bi segurkê re

derziyên gund

kom kirin,

Hosta

bi

xwe re

birin…

li

kûrikê geran,

kûrik nebû…

Rojê,

li me,

di

şûna Karwankujê re

da

der.

366

Her rojekê:

Emê

bi reşka şevê re

bi segurkê re

kara xwe

bibin ser,

tanî

çerxa roj

di

şûna stêra sibê re

bide

der.

18.02.94

 

1.Di efsana Kurdiye olî de tê gotin, ku roja Acûc û Macûc çiyayê Qaf ji navbera xwe û dinyayê rakin û jê derbas bibin, dibe roja "qiyamê". Acûc û Macûc di reşê de kar dikin, di roniyê de xwe diveşêrin. Karê wan jî, vî çiyayî di alîsin tanî weku pelê sîrê tenik dibe. Lê ku ronî li wan dide der, hinga xwe diveşêrin, û şûna alastî dîse sitûr dibe. Roja din, ji nû ve karê xwe berdewam dikin… û wilo.

Diyarî

 

1.

Pîrê

tevnika xwe veçirî

û

ji

girê

nêçîrvanê qitikan ve

ta-ta

ji

hev bela

kir.

2.

Nêçîrvan

ne

dexistî

û

davikên xwe

ji

nûve

li

Delavan bela

kirin…

Qitik

kirin rikan

û

di

şûna Kewan de

diyarî "Paşê" kirin.

19.02.94

1.Pîrê: Pîrok, pindepîr, Tevinpîrk.

2.Berê Kurdan, li deştê, qitik bi davikan digirtin. Davik jî ji mûyên dûvê hespan dihûnandin, bi hev ve girêdan û di delavan de divedan. Delav jî, li rastepanekê mişarkî, yan jî depkî çêdikirin, û qeydkî av li wan rast dikirin (av ji çêm diherikî mişara-depê-pêşî, û ji depê-mişara-dawî diherikî çêm). Ava delavan vêl bû û dormador davdayî bû. Gava gêşê qitik li ser avê didanî, lingê qitikan dikete davikan, û li firê mû lingê wan asê digirt.

Me bi xwe kir

1.

Cûzên

riha me

nekir…

mûçingê

çare jê

nekir…

2.

Me

das anî

riha xwe kire

gurz,

di

lepê xwe

kir…

3.

Me

das avête rihê

tilihên bê qeynax

dane ber,

me

ew birîn,

xwîn li bejna xwe

kir…

4.

MûyÅen me

mane weke yên

Dêwan

û

me

xwe nas

nekir…

20.02.94

Zexelî

Me

werzînê got

û

xwe

bada…

Me

wehayê got

û

xwe

bada…

lê,

bi Rovî-rindik re

em

gêj bûn…

ne

gihane

bîst

û

çara.

21.02.94

1-2-Werzînê û Werhayê du dîlokên leyistikên keçikane folklorîne û di bingehên xwe de bi rewşa eborî, civakî û bindestiya Kurdî ve girêdayîne. Zîrekên Kurd bi ristina van dîlokan, bi rengekî veşartî, ne eşkerene destdirêjiyên sistemkaran, bi karbidestên xwe, didane nasîn. Keçik, di vê leyistikê de, gokê di tiptipînin, dîlokê di bere dibêjin, xwe li dora xwe ba didin û nahêlin goka wan bikeve. Lê ku gok gindirî, ji destê yekê derdikeve, dikeve destê ya din. Wilo, qalan li hev dikin. Di van leyistikan de, jîrbûn, xwirtbûn û sivkayî gerekin.

3.Rovî-rindik: leyistika kurika ye… rastûrê ye, eşkere ye û bê badane. Dîloka vê leyistikê jî di rewşa bedbextî, bênerxî, zexelî û xizaniyê de hatiye gotin. Çawa malxala Rovî dixwazin malbata wî, di rêya wî re, wêran bikin. Piştî tavên buharan, zarok bi lez derdikevin bênderan, nav zûrçik û Rovî-rindik dibêjin. Bi her gotinekê re serê darikê xwe diçikînin. Pişt re qulên şûna dêrik dijimêrin, gerek bîst û çar kortik derkevin. Wilo, Rovî, bi setemkaran re, bîst û çar guneh (dek û dolab), di derheqê melbata xwe de, bi pîlan kirine. Loma, gerekê lêdanê ye bi qytedaran.

Ferheng

Me

ferhenga jiyanê vekir:

"Apollo",

di nav mij

û

moranê de pêçayî,

tarî derket.

Me

girt…

Me vekir:

"Bextê me",

di nav livînê de razayî,

tazî derket.

Me

girt…

Me vekir:

"Seyûz",

bi tîpên zêrîn, li çerxa banî,

vajî derket.

Me

girt…

Me

vekir:

"Dêwê heftserî",

ji kuna makê

cêwî derket

û

tîpa

"K" ê,

ji nav kilaxê,

mazder

û

sêwî derket.

21.02.94

Devhê Sultan

Gava

Me

dena Walî

bi

zêrên Reşandê dagirt

da

gerdenên bi ristik

jê neke…

Me

Mecîdî dane

mirîşkên xwe

da

genimokan ji xwe re

bikirin…

Hinga

Devhê Sultan

ji

pix-pixê

ne

revî

û

nehkên me

libo-libo

xwarin.

23.02.94

1.Hin Waliyên Osmaniyan,li herêma Kurdistanê (wilo jî li hin heremên din)

gelek bac û bêş tavêtin ser milet, da denan ji xwe re tije zêr bikin. Û gava milet di ingirî, nekêfxweşiyaa xwe dida xwiyakirin û rikgîrî dikir, Walî, di civîneke gelêrî de digot: sebrê bikşînin, dena min berxweş bûye, nêz^k wê tije bibe û bêş nema dimînin. Lê ku ez herim, wê Walîkî denvala bê…!.

2.Sala "aîşê"-sala xela giran-, bi fermana Sultan, cendirme li genimokan (genim, ceh, garis, birinc, nîsk, nok…) digeran û dest didanîn ser wan. Cendirme, di vê gera xwe de, derbasî maleke gundî bûn, dîtin va birek mirîşk li bermalê ye, pirsîn: "hûn çi didine mirîşkên xwe?". Genimokan-malxwê bersiv da.

Sercendirme bi malxwê de verîşa, got: "milet birçiye, tu mirîşkan bi genimokan xwedî dikî!". Û ferman, bi destdanîna ser genimokên malê, da cendirman. Piştî demekê hine din hatin û li xwarina mirîşkan pirsîn. Malxwê got: " Em tiştekî nadin wan, her mirîşkekê Mecîdîkî xwe dibe û diçe bazarê genimokan ji xwe re dikire…".

  1. Imperatoriya Osmanî top bi devihan di kişandin garsînên şeran. Lê piştî devih pîr dibûn û nema bi kêrî kişandina topan dihatin, Sultan nîşanek bi wan ve dikir û ew serfiraz diberdan. Fermana berdana wan jî ew bû, ku devihê bi nîşan çi ziyanê bike, nabe kesek wî dûr bixe. Wilo, Devhê Sultan bê tirs ziyan dikirin, bê ku kesek wêribe wan dûrî ziyanan bajo. Dibêjin, devhê Sultan kete ser nehkên yekî de, dixwarin. Wî jî, ji dawiya dikanê, bi dizî dikire pix-pix, da devih dûrî nehkên wî here. Yekî ew ewş dît, gote xwedyê pix-pixê: "Birako, Devih fêrî dengên topan bûye, pix-pixa dawiya dikanê guhên wî nadagire!".
  2. Parastina qelsan

1.

Pilpilokê

kovika xwe

ji

axa liblibî

çêkir…

Heftlepokê

ew

di tora wê de

miht

û

xwar.

2.

Dûvmeqeskê

hêlîna xwe

bi

gulokê heriyê,

li ser beştan,

lêkir…

Pisîkê

çêlîkê wê

bi

naw-nawê anîne

xwar.

3.

Leglegê

erzêla xwe

bi

darikên neqandî

li ser bên

lêkir…

Zihamar

çêlîka wê

guvaşt

û

xwar.

23.02.94

1.Pilpilok:Moreke havînî ye, ji malbata pîroka (tevinpîrk) ye. Kovika xwe ji bo nêçîrê ava dike, ne ku bibe rav û ew tê de bê xwarin.

2.Dûvmeqesk (Hacîreşk, Peresêlk): Firinde ye, ji malbata çûka ye. Balindeke dilovane, hêlîna xwe di avagehan de lêdike. Hêlîna xwe, li ser beştan, di zikê hêwanan de ava dike, da tiştek ne desthilatî çêlîkên wê be.

3.Legleg: Di efsana Kurdî de (wilo jî, di efsanên pirên miletên cîhanî de) balindeke bi qudoşe, cihê hêlîna xwe lê ava bike (erzêla xwe li ser bihûnê) bextxweşî û aramî perda xwe tavêjin ser. Ev balinde ji malbata qulinga ye, nîvkovî ye, lê xwe li avegehan digre, da dûrî wêraniyên xweristê be.

Felek

Gava

Me

xwe nas kir

û

li hev banî,

Qantirê za

û

qîr

ji zikreşan

gihane

mijka banî…

Felekê

semta xwe

winda kir,

heyv xira bû

û

roj li çerxa wê

deranî…

Hinga

Çêleka me

hêk kir

û

mirîşka me golik

anî…

Êdî

Birangih li hêkên xwe

vegeran

û

qurmê keziyên me

ji

rişkan boz bûn,

sipihê

ji

nû ve

hêlîn danî…

23.02.94

1.Birangih: Nûdera sipihê ye.

  1. Rişk: Hêka sipihê ye.

Hop-hop

1.

Ji

pel-pelê

bi

zimanê me ve

hatin…

2.

Ji îsk-îskan

kurihên çavên me ziwa

bûn

û

hêsir

ji

wan

nema

hatin…

3.

Ji tep-tepê

nalên hespên me tenik

bûn

ji

siman

hilatin

4.

Em

ji devih^de hatin xwar

û

Gur

li

hop-hopa

me.

Bac

1.

Me

zîna xwe

li

Kerkê Fatimayê

kir…

Me

kurtanê xwe

li

kulihê Necdî

kir…

barê xwe

li

ser danî

û

berê xwe da Tora

Banî…

2.

Kerik firî

kulih zirî

û

me

rextê xwe,

baca rê,

ji

Kusk re

vekir.

24.02.94

1.Kerkê Fatimayê (Balbalok, Kerkê Nebî): Moreke ade ye, ji malbata kulihe. Moreke dilovane, pîqdirêje û perîkine.

2.Baca Kusk: Berê serdestên herêman baca rêyên xwe ji karwan û kuştaran distandin. Dibêjin Kuskek (moreke ade ye, ji malbata kulihe) kete pêşya du etarên bajarvanî de, û lepên xwe li ber kerê wan rakirin. Wan ji hev pirsîn:" Ev çiye, çi dixwaze?".

Yekî got:" Baca rê dixwaza". Rabûn barê kerê xwe, ji Kusk re, li wê rê vala kirin.

Nêçîr

1.

Me

Tajiyên xwe

kar

kirin…

hespên xwe

bar

kirin…

rext

û fîşekên xwe

li

dar

kirin…

2.

Taijyên me

ji

ber kîvroşkan

revîn…

hespên me

li

rastepanan

terpilîn…

fîşekên me

di

devê lûlan de man

ne

peqîn.

24.02.94

Pûtê "Subhanî"

1.

Serwanekên devihan

dar

û

devî

qelandin…

hêlîn

ketin…

Kew

ne

firîn…

çem

meçiqîn…

kevir

girîn…

bûne "Emîr"

xwedî

bîr

û

tedbîr.

2.

Çeta ketin çiyê de

şûr

û mertal

hilandin…

şimza

kirîn…

serî

birîn…

memik

dirîn…

bûne "Sultan"

xwedî

mal

û

mewdan.

3.

Gayê Eştar gurandin

xwîn bû

don…

kevel bû

kon…

don kirin findê

taristanê, ew

qurpand…

kevel hildan azmana

stêr ria, ew

çirand…

sim

û

serî

kelandin

ne

kelîn…

kizirandin

ne

kizirîn…

ew

bi

xavî

qurpandin…

gewd

birin dengê

goşt ji hestû dûr

ne

çû…

kirin megenê

goşt ji hestû dûr

ne

çû…

êdî

hildane banî

kirin

pûtê "Subhanê".

4.

Çakûçê Kawa şikandin

serî

kirin sîtilê

ne

kelî…

destik

kirin kûrikê

ne

şewitî

ne

helî…

di

tabûteke hesinî de

hilandin…

gora wî di sêlakê de

kolan

û

bi

çiyayê "Qaranî"

tiptipandin.

26.02.94

Bese, bavo!

1.

We

em girtin:

winda nebûn…

we

em kuştin:

xilas

nebûn…

di

aşan de

we

em

hêrtin…

bi

destaran

em

hûr kirin…

di

cirnan de

di

dengan de

we

em

kutan…

li

megenê

kirin…

di

kurha derziyê re

derbas

kirin…

2.

Em

bûne mîro

xanîkê we

me

hêrivand…

bûne zîro

qirika we

me

werimand…

3.

Bese, bavo!

Li

serê xwe

siwar

nebin…

em

nijadin,

emê

hebin.

26.02.94

Bedgomanî

1.

Erbanê

li

serê ting

li

navbira Welêt

lêda…

Me

"Qewlê" Zembîlfiroş bihîst

dilan

lêda

Xatûnan

kodikên êrd ber bi deng de

birin…

Em

mane

guhdar, ka Derwêşan

Xatûn

hiştin,

Xatûn

birin…

Derwêş

bi

rê ketin

xişt avêtin

û

Erbane ji sîngan

kirin…

2.

Me

"Qesîde"

li

Mizgeftê

li

paytexta dilan

bihîstin…

Me

mal berdan

em

derketin…

ji

hejandina

rih

û

serî

b’ "sira"

ketin…

Me

li

xatûnan

ne

pirsî…

ji

hiş

û

hoşe

ketin…

27.02.94

Guloberxik

Em

li

dombelanan geran

bi

ser fisgurkan ve

bûn…

li

kerengan geran

bi

ser gerbelê ve

bûn…

li

qîrafan geran

bi

ser stirîmişkan ve

bûn…

Em

westan…dawî

bi

ser guloberxikeke yekşevî ve

bûn…

Me

j’

bextê xwe behwer

nekir…

bi

hev ketin

me

l’

hev

nekir…

ber hê rexlik

me

j’

tûm

nekir.

28.02.94

1.Guloberxik: geyakî buharî-havînî ye, rengdare, pelpirçike, bê kulîlk û bê bere, di beyaran de şîn dibe. Lê, dibêjin, ku her heft salan carekê ber digre, û digre, û berê vê darikê weku gulokên berxikan (weku behîvterkan) e, di nav pelên di rengê ber de zû pîr dibe, dibe darik û nema tê xwarin. Kesê bibîne, jêke û bixwe, bext û qudoşê wî şiyar dibin.

2.Fisgurk: rengek ji rengên kavkulîlkên (kumikên) jehirdare,

weku dombelanan guravere, lê nava wê pûkê û tije tozike. Kesê bi ser fisgurkan ve bibe, xwe bextreş dibîne dibîne û roja wî bi bêqudoşî derbas dibe.

3.Gerbel: geyakî pîvazoke, zîla wî ji ya keren dirêjtir û şahîktire, bi girîze, şîrevalkî ye, ji dewaran re dibe êm.

4.Stirîmişk: rengek ji rengên kelbeşê ye. Nava qîrafên wê vala ye û qorat pê nakeve. Xweştirîn çêriye ji devehan (hêştiran)re.

Mozên beşik

1.

Me

dît:

We

çawa kulmoz

qeland..

we

sêlika qulkirî

û

cûzan

hiland…

Moza serê xwe derxist,

we

jê kir

û

ew

gurand…

2.

Wwe

nizanî, mozên li der

her

werin…

li

hêlînê,

li

kumozê,

wê bigerin…

malwêranin,

ji tola xwe

qet

naqerin…

02.03.94

Erbane

Gava

"Lûnexod" ê

li

ser heyvê

danî…

Me

behwerî bi "Quran" ê

anî,

ku

kesek nagihe stêrên

banî…

Hinga

zemîn

ji

ser vî milî

hilanî

li

ser milê din

danî…

Kwîner peqîn

û

keyv kete devê

Hûtê qiranî…

Êdî

çek

û hêza me

ma

hawar

û

lave-lav,

ma

erbana

"Subhanî"

bi

şing-şing

û

hole-mol

me

heyv

ji

devê "Hût"

deranî.

03.03.94

1.Di efsana Kurdiye olî de, zemîn li ser milê gê ye (yan jî li ser pişta mêsî ye). Ku milekî gê diweste, zemînê diguhere ser milê din, da xwe vehesîne. Bi vê lebtê re bîbelerz (erdhejîn) çê dibin û agirpij (volkan) der dibin.

2.Heyvgîrî (heyvxirabûn) jî, di vê efsanê de, ewe ku Hût (Dêw) wê digre. Loma, oldar, bi şing-şinga erbanan û lêdana tenekan vî Hûtî ditirsînin, da heyvê berde.

Bûka baranê

Me

bûka baranê kar

kir…

li

serê darekî bi cih

û

wae

kir…

li

deryê pêşî da

ax

barandin…

li

deryê dawî da

ax

barandin…

Em

li

pey bûka xwe

bi

çiya ketin.

Me

li

wir

doza xwe

kir:

"Bûka me

baran

divê…

Me

j’

xwedê arvan

divê…

Golka me

geya

divê…

zik birçiye

nan

divê…

Baranê bibar,

bibar…

Çivîka

genmê me

xwar…

sêwiya

serê hev

xwar…".

29.03.94

1.Gava baran zû nakeve, tirs dikeve dilê gundiyan ku çandiniyên wan şîn nebin, sewalên wan têr nebin û saleke bêqudoş bi ser wan de bê. Loma, di civaka Kurdî de, zarok (kesên bêguneh) bûkeke paçikî çêdikin, bi serê darekî ve dikin û derdikevin doza baranê. Mal bi mal digerin û dîloka xwe dibêjin-bûka me baran divê…-. Kebaniya malê, bi vê dozê re, avê li wan direşîne. Carna jî sîpên gundên Kurdan derdikevin "talana baranê". Berê xwe didin. Vegerandina talanan tenha bi lêraşandina avê dibe, bê şer, bê lêdan û bê pevçûn.

Zêw

1.

Êvarê

Gizîr

hilkişa serê bên,

bakir:

sibe

"Zêw" e.

Em

zû çûne

lîs

2.

Sibihî

Me

çavlixew

berê xwe

da

rêya bakur,

li

şopa keryê birçî

rast

hatin…

Me

berê xwe

da

rêya xwar

li

şûna simên garanê

rast

hatin…

3.

Danepeza

Em

birçî

li

lîsê

xwe

vegeran.

03.03.94

1.Zêw, di civaka Kurdiye olî de, xwarina firişta ye. Dana vê xwarinê rengek ji awayên nêzîkbûna azmêne, da dergehê ferehiyê ji milet re veke û xwedê bi gunehên vê civakê pê re neke. Ev xwarin di salên ziwayî de tê çêkirin û dibe xelata pakî û mêhrevaniya xwedê, da bi merdî rewşeke cincilî bi ser civakê de bîne, da pîrozî konê xwe vegire û ferehî perên xwe raxe. Êvarî dengdê dibake ku sibe "Zêw" e. Şahî, dilxweşî û dilgeşî, bi dengê pêşî re, dikeve dilên zarokan. Dêmek her maleke desthilat û her kebaniya bixwaze (tevjî dixwazin) xweştirîn xwarin li êir dike û sibihê zû lalîkan bi rêyan de rêz dikin. Gundî, bi zîç û zarokên xwe re tev, derdikevin ser xwarina firiştan, wilo jî rêbarî jê dixwin. Tev xwe bi vê xwarinê pîroz dikin û doza baranê, li xwedê, dikin.

Nîşan

1.

Gava

Serkêşê me

civata him-himî

gerand

û

got:

" Em

gihane kevîka heyvê,

pir

li

me

hilat,

Em

rûniştin.

Me

kumên xwe

ji

milan

kirin…

tûrikên xwe

ji

seriyan

anîne

xwar…

Me

çaroxên xwe xwarin,

nanên xwe

xistin

lingan…

Me

tivingên xwe

pêçan

û

silmên bexçikên xwe

li

wan

dan…

Me

pişta xwe

da

oxirê,

berê xwe

da

felekê…

2.

Hi ga

Mandêlla

dîroka bindestiyê

li

ber

çavên xwe

danî

û

tif

kire

nîşana

Sultanî.

31.03.94

Piştî 27 salan ji zindîkirina navnas û serkêşê Afrîkî Nelson Mandêlla, rejîma Tirkî ya xwînrêj xwest xwe bi xelatkirina wî paya bike, xwe rûsipî bike û xwe aştîxwaz berçav bike. Lê N. Mandêlla xelat ne siparte xwe û li ser devê sekertarq xwe got: "Kesê bi xwaze zanibe çima min ev xelat wernegirt, bila bihnekê xwe Kurd bibîne". Hinga serêşên me bi kelavajiyên xwe daketibûn.

Serpale

1.

Dengê dîloka "Nalbendo…",

di nav

çingêniya das

û

qeynaxan de

winda bû…

Simbil firîn

bistik çiqîn

Pel we0_în

û

bi ser berê dawî de

mijik rabû…

2.

Dilopên xwihdanê,

bi giranî,

sêpila xwe vekirin

û

"Ez Xelef im,Xelef im…"

bi xwe re revandin

sergom kirin…

3.

Serpalê berê xwe

winda kir

Qeynax hilandin

Das şikandin

Çarox dirandin

û

bi sergêjî,

pêxwas

û destevala

melû

ji mişk î moran re

virandin.

04.04.1994

 

 

 

 

 

 

 

Rex

1.

Me

Rexê Zeradeşt

li

serê çiyayê "Avista"

kar

kir.

Rojê

bi

şev

serek lê da

û

bi cûmek agirê pîroz

ew

bar

kir.

2.

Me

hêviyên xwe ciyandin

li

ser perên wî danîn

û ew

firandin…

Bilind rêst

Fereh rêst

û liva wî

xew ji çavan revand.

3.

Koç

û

êlên me

mane li bendê…

li

dora me

xêzeke agirî gerand.

4.

Me

Pîrozgeha xwe

li

şûna Rexê peritî

ava kir…

Xêz li me teng bû

Me

ji yazdanê pak

dilivanî

lava kir.

10.04.1994

1.Ola Zaradeştî behweriyê bi hebûna du hêzên dijraber tîne, xêr û şer. Ango, ronî û taristan. Loma, Ahora Mazda (Hurmiz) weku xwedanê azmên tê naskirin, û ronî (xêr) dibe para wî û pê ve tê girêdan. Li hemberî wî, Ahrimen (Ehremîn) dibe hevalbendê taristanê, xwedanê hemî guneh û wêraniyan. Di mîfiye Zaradeştî de, di şerê dijraberiya Ronî û Tariyê (xêr û şer) de, xwedanê roniyê dinyayê bi xêr û xweşiyê gêş dike û bi roniya xwe pîroz dike.

Rexê Zaradeş jî, di vê mîfiyayê de, çîkek ji çîkên Ahora Mazda bû, ku bi cûmek agirê pîroz dihate pêxistin û ji serê çiyakî dihate firandin. Ev Rex (Balindê gewre) ji dar û depan dihate çêkirin. Serdarên vê olê agir, li ser kohekî bilind, pê ve dikirin û ew dirivandin. Gava didanî Mezargihek li şûna wî ava dikirin (li gor behweriyên serkanên vê olê, Ahora Mazda cihê danîna Rex bijartiye, lewra şûneke pîroze û gereke bibe Mezargeh).

Xecxecok

1.

Hinga em zarok,

me

pişkojên Xecxecokan

diqelaştin û

ji hev dipirsî:

Keç e?

Kur e?.

Kumsorên berê xwe da me,

me

pişkojên xwe avêtin

û

ji

ber revîn.

Êdî…

Havînan jî çavên me

bi tiõtên sersor bar nedibûn.

2.

Piştî em bîrewer bûn,

me

nasî ku,

rengê Xecxecokê ji rengê

xwîê ye.

Êdî…me

pêşbera tacegulînan xwe,

bi Xecxecokan,

dixemiland

û

li govenda "Wan"

me

dîlana şînê ji buhara rengîn re

digerand.

3.

Bi meznayî, buhara me,

li birrîna çavan,

sor dikir…

Em

ji jimara şehîdên xwe

metmayî neman

û

me

doza tolvegerandinê nekir

15.05.1994

1.Yek ji mijûliyên zarokanê, yên buharan ew bû, dema pişkojên kulîlka Nîsanê (Xecxecok) divekirin, ji hev dipirsîn: Nêr e?. Mê ye?

(Ango: Kur e?, Keç e?). Eger nava pişkojê hîna pembe ba, keç bû. Lê ku sor ba, kur bû. Wilo, vê têderxistinokê ger û seyranên çolistana buharan xweş dikirin.

2.Karmendên dewletê, li herêma Cizîrê (li Sûriyayê), kumsor bûn. Wan bêş û bac distandin, loma şêjna wan ne xweş bû û milet ji wan zişt dibû. Dîtina wan jî weku bêqudoşîkê dinasîn.

Mehşer

 

Mizgînî hat:

"Sibe cejna Qurbanê ye".

Nanpêjan bist,

ji ber zarokan,

hilandin…

Şevê perên xwe berdan,

zarok li hev

gerandin…

Bi şêwir

û bi şîret

bist ji malan

revandin…

Mehşer hildane banî,

taristan pê

şikandin

17.05.1994

1.Gundiyan, di civaka Kurdî de, mizgîniya cejan Qurbanê, bi êgir didane hev. Loma, êvara vê cejnê, zarokan agir bi serê bistan ve dikirin (bist jî yên tenûran, yên nanpêjan, bûn) û berê xwe didane gundê jêrî xwe, da wan agadarî "sibe cejne" bikin. Ev agirpêxistin û mizgînîdan cihê kêf û şahiya zarokan bû.

Bêzarî

 

Destê me dît,

me guva4t.

Em

bi ser gewdê bêhestû ve

ne bûn,

me

nas

ne kir…

Em

bûne kolêndestan,

eniya me xuhneda,

me şerm

ne kir…

Em

behitî, mane lal,

kesî

pû bin zimanê me

ne kir…

20.04.1994

 

1-2.Gewdê bêhestû di mîfiya gelek miletan de heye, lê nav û erkên wî, li gor miletan, ji hev cuda ne. Gewdê bêhestû (li ba Kurdan: Xidirê Kesk, Xocê Xidir…) rola giyanê sermendî dileyize û dikare bi her awayî diyar bibe. Loma, dest, li ba Kurdan, di silavkirinê de bi germî têne guvaştin. Ev guvaştin jî, di koka xwe de, lêgera Gewdê bêhestû ye, lêgera wî gewdê pîroz e. Di çarçeva van behweriyan de, Xidirê Kesk dikare sê daxwazên mirovê ku wî binase bi cih bîne. Yek jîji wan karînên wî ew e, ku kesê pû binzimanê wî bike, dikare bi hemî zar û zimanên cîhanê bipeyive. Ango, kesê wî giyanî binase û daxwaza binzimapûkirinê lê bike, jîr û zana dibe.

Mirîşk

Mirîşka me

xwe

kil û neynik

kir…

Şêjna xwe

bi Dîk xweş

kir…

Qebiçî,

li lîs gera,

çare ne

kir

Me

ew li ser mijankên çavan,

bi cî

kir…

Me

hêviya hêka zêrîn

kir…

Lê,…

Bi qîjqîj

û

qudequd

ji me re

hêkeke çermî

kir…

 

25.04.1994

1-2.Di çîrokên folklorî, yên Kurdî de, mirîşka hêja hêkên zêrîn ji xwediyê xwe re dike, da wî ji tengasiyên eborî derxe û bi mîranî hemberî xanedanekî rake. Lê mirîşka bêkêr, yan jî ya bêqudoş hêkên çermî ji xwediyê xwe re dike. Hêka çermî jî, ew hêka ku kalikê sipî (kalikê ji kalsiomê) li ser nebe, lê tenha sipîk û zerik bi xaşiyekî çermî parastî bin. Tuxum ji hêka çermî çê nabe û dol pey nakeve, û bêdûnde dimîne. Wilo, bê çawa ji xwe re bêkêr e, ji xwedîyê xwe e jî bêkêr e.

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011