1. Beşê fraziologî
Di beşê fraziologî de, nivîskarê romana " Tu ",
dibêje :
-
" Tiriyên tahnebî zû serî dan.... "
R.12
Navê " serî " yê tirî, bi Kurdî, weşî ( guşî ) ye. Û
navê dara tirî, mêw e.
Dêmek, mêw wesiyên tirî digre. ..û garis, sîr,
pîvaz, kelem ( lehane ). ..... serî didin.
-
" Paşê jî we zîl, tov û sapan ji hev
cihê dikirin. ". R.12
Navê nûdera genimokan, dendikan, sîsikan û seriyên
sîr ü pïvazan ( gava nû şîn dibin ) zîle. Tov jî, ew
genimok ( genim, ceh, nîsk, nok. .. ) û dendikên ko
bo çandiniyê têne hilandin e. Lê, sap ew pûsê bi
simbile, ko hîna ne hatiye hûrkirin ( kutan,
gêrekirin ). Dêmek, piştî ko bênder gêre dibe, tê
dêran. Û genimok, di prosêse dêranê de, ji kayê têne
girtin. Belê, ka û genimok ji hev têne girtin, lê
kur û bav ji hev " cihê " dibin. Vêce, zîl di
bênderê de ç dikin !!
-
" Te xwe bi şiva êvarê baş nepixandinbû. "
Di zimanê Kurdî de, navê xwarinê wextê rojê sînor
dike. Belê, navê xwarina sibihê " taştê " ye, ya
nîvro " firavîn " e, û ya êvarê " şîv " e. Pêvî van
danên bingehîn, li ba Kurdan, sê danên alîkar, bi
navên qeletûn ( xurîn ), taştiya palan û paşîv jï
hene. Ev nav tev bi pîşkê " xwarin " re têne
bikaranîn, lê qeletûn ( xurîn ), bi pîşkê " şikandin
" re. De ka bêjin, " şîva êvarê " çiye !?.
-
" Dîya te. ..yepraxên birincê dagirtibûn.
"
Eprax ( yeprax ) têne pêçan, lê qewêrek ( bacanên
reş, xirtik. .. ) têne dagirtin, û rovî têne
hîşandin ( heşandin ).
-
", heye ko ez xwe rakêşim tasikê. "
Xwe vekişand = Xwe dûr kir. Xwe hilkişandin = Xwe bi
ser de kişandin = Xwe dirêjî tiştekî ( kesekî ) kir.
Lê, xwe rakişand = Pê ( bi wî, bi wê ) pevçû, ango,
beriztiyê. Ma nivîskarê me diberizî tasike !?.
-
" Mejiyê min bûye wekî telîsa gênim. "
Mêjî dibe weku kundirkê ( şebeşê biçûkî kal )
kelandî, weku nîvişkê tavdayî, û bûye deşo (
pêpelûka herî girane ji tênegihiştinê ). Mêjiyê min
bi xwe, bi romana " Tu " re, bûye deşo. ..ma yê we
?.
-
" ezana xwe dixwendin,. .. " R. 39
Melê bang da, azan da, lê Quran xwend.
-
", wekî dara berûyê zirav û dirêj bû.
" R. 44
Dara berûyê çiqasî zirav û dirêj be jî, di zarê
Kurdî de, ne bûye pîvan ji pesnê qamê re. Bejna
zirav û dirêj, di Kurdî de, bi dara spîndarê, şitla
rîhanê û şiva xêzeranê tê bi navkirin ( pesindan ).
-
" Nivînên, ko di kulînê de bûn,. .. "
Da kurd livînên xwe ji tozê, mişk û moran biparêzin,
stêr çêdikin. Ango, livînên xwe li cihekî ji erdê
bilind dideynin. Û bin wê bilindahiyê dikin malik.
Navên wan malikan kulînin. Dêmek, livîn li ser
kulînan têne nijandin, ne " di kulînê de ". Lê
kwarên mewîj, gwîz, benî, bastîq, helîl û nokan, di
kulînan de, di sipêrin hev. Loma, di gera sersalê
de, zarok dibêjin : " Kebaniyê destzêrînê, destê xwe
bavêj kulînê, da`t behra qirdik jê derînê "
-
"..., xwelîdankê bide ber xwe,. .. "
Mirov berdilkê dide ber xwe, lê xwelîdankê dideyne
ber xwe. Ma xwelîdanka nivîskarê me paçikî ye !!.
-" bi simbêlên...weke pûrtên jûjiyan û
çavên...wekî beqan ve. .. " R. 78
Bi ser ko ev hevoka pir dirêj bihnokan nasnake,
dimîne em bêjin, ko " pûrt " pirçika nerme. Û navê
pora qaqilkê jûjî ( jîjo ) stirî ( derzî ) ne. Wilo
jî çav ne " wekî beqan " e, lê wekî çavên beqê ne.
-
" rûyê wî tijî, simbêlên wî gir bûn. "
R. 88
Pesnê rûyê qelew ( bi goşt ) " dagirtî " ye. Yê
laxer ( bê goşt ) jî " qarûçkî " ye. Lê dibe ko rû
tije zîwan, xwirî û girêk be.
-
" Li ser serê wî, li dîwêr. ..
dardekirî bû. " R. 91
"
Li ser serê. .. " fl-k forma mildanîn, bixêrhatin û
qebûlkirinê ye. Li vir gotina " raserî wî " şûngirtî
ye. Wilo jî, morîk, benî, tizbih bi dar ve dibin.
Lê, sûret têne daleqandin. Û ev rewş du formên
hevokan distîne :
"
Sûret li dîwêr da " û " sûret bi dîwêr ve daleqand
".
-
". .., were em serî bidin wan hevalan. " R.
123
Ga gurand, serî da cîranan. Lê, serek li cîranê xwe
da. Dêmek, cudabûnek di navbera " serî " û " ser "
de heye.
"
Serek li fl-k da " = " çû serdana wî ", lê "serîk li
fl-k da " = poçek lê da.
-
" Alîkî şîne, alîkî şayî ye "
Diyare ko nivîskarê me, di warê zargotina Kurdî de,
xwe westandiye. Lê, ji bîr dike, ko kurtebêjî û ritm
rola herî giring di jiberkirin û parastina folklor
de dileyzin. Forma rast eve : " Alîk şîne, yek şahî
ne ".
-
" şixul çek e
li paşla
xwe ke
Te hewce tê, derî lê veke. .. " R. 130
Ev zargotin jî ne li gorî zarê milet hatiye, lê li
gorî zanîna nivîskarê romana " Tu " hatiye. Belê,
bar li piştê dibin, lê tişt dikevin paşilê de. Forma
rast, wilo ye : şuxul çeke, d`paşla xwe ke. Te hewce
dî, derî veke "
-
". .., girtî civiyan ser sobê. " R,132
Mirov li dora êgir dicive, ne li ser êgir. Sobe jî
koziya ( kûrika ) êgire. Loma, mirov li dora sobê
dicive, ne li ser.
-
" Wî çay tijî qedehan kir. " R. 140
Avakirina vê hevokê jî ne di forma Kurdî de hatiye.
Formên Kurdî di vî warî de evin : " Çayê rûkir ", "
qedeh dagirt ", " qedeh tije kir ".
_
" - Apo zimanê te pir xweş e. Wekî şîr zelal e. " R.
153
Bi ser ko bihnok ne di şûna rast de hatiye ( şûna
rast, piştî " Apo " ye : ( Apo, zimanê. .. " ), lê
me ne jê ye.
Di fraziologiya Kurdî de, " şîr " nîşana helaliyê ye
( weku şîrê dêya te, li te helal be ), nîşana
xweşiyê ye ( weku şîr û şekire ), lê hîç nabe nîşana
zelaliyê. Ji ber şîr bi xwe herikoxekî ne zelale (
giravî ye ). Herikoxê zelal ewe, ko mirov xxwe têre
bibîne. Loma Kurdan gotiye, flan tişt " weku hêsirên
kewa ye " - nîşana zelalî û paqijiyê ye.
-
" Kalikê min giya lib bi lib nîşan min dida "
R. 167
Mewîj, nîsk, nok, birinc,. ..morîk " lib bi lib ".
Lê geya, " ta bi ta ", " tûm bi tûm ". Û " nîşandan
" jî, di Kurdî de, ne " nîşankirine ". Wilo jî,
nivîskarê romana " Tu ", bi dirêjayî, li ser navên
geyayên " xwarbar " û yên " nexwarbar " diraweste. Û
dibêje : " Ev hemû giyayên xwarbarin..., ev giyayê
kerengê ye,. .., ev şîrik,. ... ev pûng, ev selmik,.
.. " R. 167
Kereng - Navekî serbixwe ye. Lê di parçebûnê de dibe
: Kabik ( qûnik ) a, zîl ( qorat, goşt ) a û pel (
stirî ) yê kerengê. Dêmek, " geyayê kerengê ", bi
Kurdî, nîne. Şîrik jî, ji malbata geyayên rotikî (
darikî ) ye. Ko birîn dibe herikoxekî sipî di rengê
şîr de - bi navê şîrik - diberde. Ew şîrik demûşî (
zelîqoyî ) ye, nahêle mêş û mor, di rêya birînê re,
derbasî bedena darikê bibin. Wilo jî, xwîntewrênekê
( xwerhê ) çêdike. Û ji ber ko darikeke bi heste, li
ber awazê dilovan serê xwe ditewîne. Loma, jê re "
darika Siyamend " tê gotin. Dibe xwarin ( êm ) ji
pez û dewaran re, lê nayê xwarin. Erê " pûng "
geyakî xwarbare, lê bihtir weku desinfektor (
mutehir ), ji laşê şimza û zarokan re, tê bikaranîn,
Ji ber şûştina laşê biÖûkan, bi ava pûngê, bihna lêş
xweş dike û wî paqij dihêle.
Selmik ( senemek, selemek ) nayê xwarin, lê ava wê (
piştî kelandinê ) ji bo zikçûnê tê bikaranîn. Ji
geyayên nexwarbar jî " kelemper " hatiye. Lê,
nivîskarê me nizane, ko kelepmer darika kerengê ya
hişke. Û kelemper havîn û payîzan ber bê dikeve, ne
buharan. Loma, bi Kurdî, di pesnê şepirzatiyê de
hatiye gotin : " fl - k weku kelempera ber bê ketî
ye ". Ango, demê ew daye ber şek û pekan.
-
" Guhanên mîh û bizinan ji erdê diçûn, baş
dewisîbun. " R. 173
Dû ji erdê diçe, hilm ji erdê diçe. Lê, guhan bi
erdê ve dixişiqin ( bi erdê ve diçin ). Û ax, ka,
hirî, pembo, geya têne dewisandin. Lê guhan
dizirihin, têne dagirtin.
-
" Qîrîna mî, bizin. .. " R. 183
Marîna mih û bizinan, orîna çêlek û golikan, hîrîna
hesp û mihînan, mirrîna hirç û şêran. .. Lê, "
qîrîna " mirovan, bavo !!
-
". ..cihê herî hov û bi xof. "
R. 183
Di mîfologiya Kurdî de termînek bi navê " Semirhov "
( tebayê bi terî û şipê ) heye. Dêmek, meriv (
mirov, mirhov ) ew kesê ( tebayê ) xwedî mêjî ye. Ji
ber dijraberiya " hovîtiyê " " aqilmendî " ye. Wilo,
cih nabe " hov ", lê cihê " bêhov ", di folklorê
Kurdî de, ew cihê ko kes û kûs lê nebe.
"
xof " jî gotineke Erebî ye, bi wata tirsê ye.
-
" - wekî dengekî ko heft qat ji binê erdê dihat - "
R. 187
Nivîskarê me çi dixwaze bêje !?. Ji ber " dengê heft
qat " = dengê heft bar = dengê heft car = dengê heft
deng. Lê, ne eve mebesta nivîskar ji avakirina vê
hevokê. Dixwaze bêje, ko deng wilo melûl bûweku ji
heft qatên binê erdê derkeve.
-
" Û em dizanin hûn hatine xapandinê. " R. 208
Mirov tê dîlanê, lê tê xapandin.
-
" Di nav dengên şiv, ço, şitlên hinarê,. .. " R. 216
Ji prosesê rakirina tûmek bacan ( îsot, kelem,. .. )
re, ji makmişarê û çandina wî di mişareke nû de,
şitilbelakirin tê gotin. Eger ew tûm, piştî rakirin
û çandinê ji nû ve şîn hat, jê re tê gotin : "
şitilî ", ango vejiya. Û ev şitil nazike, bi kêrî
lêdanê naye. Lê, di folklorê Kurdî de " şiva ter ",
bo îskencê, hatiye naskirin. Û ji şivên ter, şaxê (
şiva ) hinarê bi nav û denge.
-
" Te kiribûn weke seradê. " R. 218
Bi lêdanê mirov dibe " heban " ( di nepixe, tê
pivdan ), lê bi beran ( fîşekan ) û şilfên kêr û
xenceran mirov ( laş ) dibe " serad ".
Gotina " serad " di pesnê rewşeke halo de, ji ber
awayê avakirina tora wê, ketiye folklorê Kurdî de.
Serad hemî qule, parçên sax tora wê de nînin. Loma,
laşê bibe " serad " dixerime ( qulqulî dibe ). Li
min negrin, lê kulê min pirin. .. nayên gotin. Bi
ser wilo de jî ezê, di dawiya vî beşî de, bihna we
bi pêkenînokekê fereh bikim, başe ?. Dibêjin, yekî
di civatekê de destpêkir :
-Na, na, nebêjin. ..ez pênc salan li Afrîkayê mane.
Li wir yan wê te bikujin, yan jî wê bi te bikin !.
-
Û tu. .. çi bi te kirin ? -Yekî pirsî.
-Ez, yaboooo !...Kuştim.
Di mîne ez bêjim, ko girtiyên me, bi xwe, di
zîndanan de têne " pivdan ". Lê yên zîndanên Tirkan
çawa dibine " weke serad ", hûn bêjin !?.
2. Beşê avakirina hevokan
Piştî vê rawestanê, vê vehesandinê, çare ji ba xwedê
ye, lê çara min, derbarî beşê didiwan ji vê
lêkolînê, namîne. Ev beş jî bi avakirina hevokan ve
girêdayî ye. Nivîskarê hevoka rind jî ewe, yê zanibe
hevoka rast û durist ava bike. Hevoka çak, rind,
rast û durist jî ewe, ya ko avakirina wê sivik û
rewan be, ya ko bi terz û evdazên ziman, rêziman,
rêziman û rastnivîsê ve girêdayî be, û wan pêk bîne.
Dêmek, ew nivîskarê ko nav û alavan ji hev derxe,
pîsk û pesnan bi zanebûn di şûna wan de daxe, xal,
xîşk, kevan û neynûkan binase, zanibe kengî
pirsnişan, seyrnîşan û dabiran rast û şûngitî deyne
- nivîskarê hevoka rinde. Di vî war û çarçewê de,
ezê li ser avakirina hevokên romana " Tu " rawestim.
Me li hev kir ?... de başe :
-
" Tiştên, ko dê bikarana, kirin kêzê. " R. 32
Di rastnivîsa hevoka Engelîzî ( kill him, not let
him go ) de, navê vê bihnokê bûye bihnoka mirinê. Ji
ber danîna wê berî " not " fermana mirinê dide, û
piştî " not " fermana serfiraziyê dide. Lê, bihnoka
M. Uzun, di vê hevokê de, çi rolê dileyize ?.Eger
nav lê bibin, mirov dikare navê " bihnoka
pîşpêkirinê " lê ke. Gelo, çi kirin Kêzê !?...darek
kirin Kêzê !!.Na, nivîskarê me dixwaze bêje, "
Tiştên ko dê bikarina kirin, Kêzê ! " Ji ber bang ji
Kêzê re ye, ne pîş bi Kêzê dibe, weku ji danîna
bihnoka tê xwiyakirin.
-
" Te diviya, tu di dawiya xwe de daxwaz. .. "
R. 45
Nivîskarê me, ne " di dawiya xwe de ", divabû
daxwaza " komîsar " ji dêya xwe re bêje. Lê, " di
dawiya xeberdana ( peyva ) xwe de ".
-
". .., te dixwest tu ber bi wi dengî bizivirînî xwe.
" R. 73
Forma avakirina vê hevokê, ji çi zimanî hatibe
wergerandin, ne formeke Kurdî ye. Ev hevok, bi
Kurdî, halo ava dibe : " te dixwest xwe, ber bi wî
dengî de, bizivirînî ". Dêmek, hevoka " ber bi wî
dengî de " dibe hevoka navbir ( alîkar ) û " te
dixwest xwe bizivirînî " dimîne hevoka bingehîn.
-
" Te dixwest, ko tu bi kêmanî serê wî camerî
tanî ser cokênn xwe, Û tu di ser wî
xwar bûyî, ko binasî. " R. 83
Hawar, ma ev hevokeke Kurdî ye !!.Nna, na, na !!. Ev
hevok, di warê rastnivîs, rêziman û avakirina xwe
de, çewt hatiye. Eger mirov pîşkên " kirin " û "
anîn " bide ber hev û wan, di vê hevokê de, bi "
xwestinê " re veguhêze, dibe : " te dixwest,. ..
kir. .. "!. Lê, forma durist : " te dixwest,.
..bikira... ".Û tiştê nivîskar dixwaze bêje, eve : "
Te dixwest, ko tu, bi kêmanî, serê wî camêrî bînî
ser çokên xwe. ".Dêmek, hevoka bingehîn eve : " Te
dixwest serê wî camêrî bênî ser çokên xwe. ".Dawiya
hevokê jî dibe : " û bi ser wî de xwar bibî, da
binasî ".
-
" Qisa dawîya dîya te dîsan dihate bîra te,. .. " R.
84
"
dawîya dîya te ", di vê hevokê de, aloziyeke mezin
berçav dike. Û da hevok rast ava bibe, û bê alozî bê
têgihiştin, gereke hevoka navbir ( alîkar ) tê de bê
diyarkirin. Diyarkirina vê hevokê jê bi vî awayî
dibe :" Qisa dîya te , ya dawî, dîsan dihate bîra
te. .. ".Belê, hevoka bingehîn jî eve : " Qisa dîya
te dîsan dihate bîra te. .. "
-"- Zû bike lawo zû,bilezîne. R. 85
Pîşkê "kirinê". li vir,aloziyerke fraziologî di xwe
de diveşêre. Eger,em "lawo" bi "keçê"
biguherin,ferman dibe:"zû bike keçê...",ango,"zû pîş
bi keçê bike". Û,ev avakirin ne duriste. Hevok,bê
alozî,bi vî rengî ava dibe:"lawo,zû bike,zû...".
Lê,bi ser vê yekê de jî,hevok dimîne hevokeke
Tirkî,ne Kurdî. Ji ber "Oglim" ê Tirkî,bi wata
xwe,ne "lawo" yê Kurdî ye. Û hevoka Kurdî,ya ko
"lawo" bihewîne,dilovaniyekê dide xwiyakirin,ne
fermaneke leşkerî.
-". Ew fam kirin dijwar e. " R. 96
"Fam kirin "û"famkirin" du rewşên ji hev cudane.
Belê. nivîskarê me dixwaze bêje,ko famkirina bajarê
Diyarbekrê dijware. Dêmek,bê serêş,"famkirina wî
dijwar e. ".
-". Agirê sobê te germ kiribû. " R. 116
Mirov avê germ dike,lê êgir gur dike. Agir ji mirov
germ dike. Aloziya avakirina vê hevokê,rêzimanî ye.
Eger"te"bibe"tu"û"kiribû" bibe "kiribûyî",hevok bi
duristî dibe:"Agirë sobê tu germ kiribûyî". Daxwaza
nivîskarê me jî,avakirina vê hevoka dawî ye.
-
"..û di mîxekî de ko di oda xweşuştinê de bû
daliqand. " R.132
Hevoka"ko di oda xweşuştinê de bû "hevokeke
alîkare,û hebûna wê struktura hevoka bingehîn
naguhere. Lê,bi hihnokan,ne hatiye sînorkirin.
Belê,piştî"de"ya pêşî û berî"daliqand"bihnok
gerekin.
-"Ew ji saet 8-an re 5 bimîne ji derî xuta bû. " R.
148
Avakirina vê hevokê ne duriste. Bi ser vê yekê de
jî,avakirina wê ne Kurdî ye. Dem, bi Kurdî forma
"kêm"û"û" distîne. Nimûne:saet 8 kêm 5,saet 8 û 5.
Wilo,hevoka M. Uzun dibe:"ew saet 8 kêm 5 ji derî
xuya". Lê,hevoka navbir(alîkar)"saet 8 kêm 5"bi
bihnokan ne hatiye sînor kirin. Û ev tevlîhevîkê,bi
hevokê re,çêdike.
-"Û di nava xwîne de ji xwe diçum..." R. 176
Di "nava" hekê de,lê di "nav" xwîne de. Wilo jî,"ji
xwe ve diçum"ne di formeke Kurdî de hatiye. Forma
rast,bi Kurdî,ji vê hevokê re,eve:"di nav xwî nê de
gevizîm "û"ji dest xwe diçum".
-"Piştî gereke kurt. ..,te anîn dereke." R. 182
Bê ko mirov li ser şaşiyên rêzimanî,di vê
hevokê,raweste,hevok bê dawî kutayî dibe. Belê,"anîn
dereke" çawa?. Dereke nerm,dereke germ. dereke
terî,dereke sar,dereke bi tirs....!?.
-",teng û ji dinê dûr,de diviya...." R. 184
Dibêjin,yekî gundî xwest tinazên xwe bi melayêgund
bike. Rabû pelika şemiyê,ji roznamê rakir,danî
pêşiya pelika înê û pirsî:
-Seyda,îro çiye?
-Îro,îne-melê lê vegerand.
-Na seyda,şemî ye. -wî got.
Bi vê gotinê re melê destê xwe avête rozname û lê
meyzand,dît ko rast şemî li pêşya îne ye,got:"de bi
pêxembran,vaye min 50 sal emir kiriye,heta niha min
weye,ko în berî şemiyê tê!".
De,"bi xwedê û pêxembran",ev 25 salin ko ez mijûlî
Kurdî dibim,hîna min bihnok di vî warî de nedîne!.
-". Çima ji tirsan,hundîre te her diçû zêdetir
dibû?" R. 206
Nivîskarê me,çi dixwaze bêje!. Gelo,ji tirsa,nava
wî(zikê wî) diçû!?. Gelo,tirsa nava wî,bi wext
re,zêdetir dibû?. Çilo be,hevok ne durist hatiye
avakirin, û,bi kêsimê xwe,ne hevokeke Kurdî ye.
-"Ji dengên kursiyan diwuya,ko li pêşiya te dereke
rûniştin" R. 207
Ez di bextê we de me,ma ev jî hevoke!. Nivîskarê me
dixwaze bêje,ko "li dereke nêzîk,li pêşiya
te,rûniştin". Yan jî,"ji dengên kursiyn dixuya,ko
nêzîkî te rûniştin". Ev"dereke"ya ne di şûna xwe de
hatî,hevokê ji kokê dihêrivîne.
-"Weke ko dibêje ro tuneye,heyv,stêrk tune ne. Çawan
gelekî dihate înkarkirin?..."
Li vir,bi ser ko hevok ne durist hatiye
avakirin,rewş bi tiştên ne desthilat ve tê girêdan.
Dêmek,seyrnîşan(!)di şûna pirsnîşane de gereke.
-"Ev çawa pirs bû?. " R. 209
Nivîskarê me ne pirsê dike,lê ji pirsên bersivdarên
xwe matmayî dimîne. Dêmek,şûna pirsnîşanê,seyrnîsan
gereke. Lê,dîse hevok bi Kurdî saz nabe. Hevoka
Kurdî,di vê rewşê de,bi vî rengî ava dibe:"Ev çi
pirs bû!". Yan, "ma ev jî pirs bû!".
-"Her derên te mîna,ko tu ketibûyî nav destarê êş
diêşiyan.". R. 212
Ez li beşê fraziologî venagerim,û şaşiyên pêve
girêdayî nema berçav dikim. Lê,di warê avakirina
hevokan de,hevoka bingehîn eve:"Her derên te
diêşiyan". Gotinên din tev dikevine bejna hevoka
şirovekirinê de. Wilo,şûna rast ji danîna bihnokan
re,berî "mîna"û"berî diêşiyan"berçav dibe. Dêmek M.
Uzun pergalên rastnivîsê jî,bi duristî,pêknayîne.