|
Salih
Bozan: CIHAN LI REZO TENG BÛ
Min gotarên wî di internêtê de dixwandin, lê dereng
min ew nas kir.
Ji hevdîtina me ya siftehîn de, weke ku ji me
herduyan re xuya bû em nêzikî hev in. Ez nizam li
ser çi bingehan wî dostaniya xwe da min, lê ji aliyê
min ve ez dizanim çima dilê min jê re vebû. Ew
mirovekî peyvên xwe dipîva, hindik daxivî, ne wek
piraniyên şêniyê Cezîrê. Gava tu pê re dipeyêvî, ne
bes bi rêzdarî li te guhdar dikir, belam li gotinên
te difikirî.
Ew mirovekî bi hemû aliyên xwe pak bû. Siyasetê ew
gemarî nekiri bû. Ew xudiyê pirînsîpên xwe bû. Du
kulên wî ji min ve xuya dibûn. Yek piroblema zimanê
Kurd bû, û ya din jî rewşa Kurdên Sûriyê bû.
Gava tu ji mirovekî hez dikî, yan rêzê jê re digirî,
tu nikarî daxwazên wî vala vegerînî. Di 2006 de
rewşenbîrên me yên Cezîrê xeber dane min ku
şêwermenda serokê Sûriyê Dr. Necah Ettar dixwaze bi
girûpeke rewşenbîrên Kurd re hevdîtinekê pêk bîne. Û
gotin, me navê te jî kiriye listeya vê girûpê. Bi
rastî min nedixwast beşdarî vê civînê bibim. Min
dizanibû ku ev pêkenîkeke, çimkî min gor tecrubeya
xwe dizani bû ku partiya BASS qet nêzike doza Kurdî
nabe, ya din mijara hevdîtinê mijareke siyasîye, û
gereg rewşenbîrên Kurd ciyê siyasetmedaran negirin.
Loma min lêborîn ji wan xwest, ku ez nikarim beşdar
bibim. Piştî demeke nêzik birêz Rezo ji min re
telefûn vekir, û aşkere got, ez dixwazim tu beşdar
bibî. Û bi rastî min nikaribû bigota na.
Di civîna meya ber hevdîtinê de, Rezo kêm daxivî, lê
nêrînên xwe bi awayekî zelal şîrove dikir.
Cara dawiyê berî du sê heftan hate Helebê, û çend
rojan kete nexweşxanê. Ez û Dr. Muhemmed Elî Ebdî
çûn serdana wî. Bi dilgermeyekê me hev du ramûsa,
weke ku xatirxwestina dawî bû. Em hêdîka bi hev re
axivîn, ji bil ku di hundirî me de, siya mirinê
hestên me tarî kiribû.
Bêguman wî rewşa xwe baş dizanibû, û dizanibû ku bi
mirinê re rû bi ruye, lê dîsa gazincê tiştekî tenê
kir, ku ev nexaşiya nahêle ew tiştekî bixwîne.
Cihan li wî teng bû, loma zû koçdawî bû, lê nizanim
çawa dê karibe di wê gora tarî de vehêse.
Birêz Rezo, navê te di dilê me de stêrkeke venamire.
|