|
PEZKOVÎ
Rezoyê Osê - Qamislo
-1-
Dema
Kulehên Necdî
Rûpelên dîrokê kirkivandin,
Em
Bûne abonementên lîsteya mirinê…!
Hinga
Me
Navê Xalxalokê kire "Kêzika Hecê"
Û
Navê kerkê pîrê kire:
"Kerkê Fatimayê"…!
Kire:
"Kerkê Nebî"…!
-2-
Em,
Bi demê re,
Li "Kerkê Nebî" siwar bûn…
Me pistên xwe vekirin,
Li ser serên xwe,
Kirin kofî
Û
Me,
Li ber dergehên kelehan,
Ala ser hilda…
Hinga
Heftê û du bablîsok li me rabûn…
Û…
Em ketin kûrika mirinê.
-3-
Siya Dest û zevî
Li ber barê me
Ranebûn…
Me
Xwe,
Di kuna Keftêr de,
Vesart…!
Dema roj
li me
hilat,
Em
Bûne dêwên heftserî…
Hinga
Me dev li xwe kir
Û
Xwe,
Di xwîna xwe de,
Gevast…!
-4-
Di
Buharê de,
Em
Li dengê Pezkoviyan
siyar bûn…
Me
Zanî gonxwarin hatiye qedarê..
Hinga
Me
Bi sersimên xwe ax kola
Û
Hebûna xwe berçav kir…
-5-
Nêçîrvanan,
Li pêjna simên me,
Li marîna hevbanîna me,
Xwe berdane desta Hewlêrê…
Û
Kustina Pezkoviyên avis
Kirin armanc…!
Hinga
Em
Li ser xaka pîroz, xaka gonxwarinê,
Dane ber tîrên
"Kevanên Necdî"
Û
Bi silfên sûrên zingargirtî,
sûrên kevnezemanî,
Dane gurandin…!
Xwîna me bû gol…
Û
Em
Di roja Qurbanê de
Bûne qurban…!
-6-
Em
Bi sivanê Pezkoviyan
Behwer in, ku
Wê
Bilûra hinekirî
Ji kirasê wê derînin
Û
Karexezalan,
Li dengê wê, rakin sevînê…
Hinga
Wê
Destên me jîndar bibin
Û
Demsal wê,
Di çerxa xwe de
Bigerin..
|