|
Bibûre
Aro, di nava xwe de, weke wê roja bi sir û
serma, şikestî bû. Lê, xwîna tinaziyê di laşê wî de
dikelî. Dixwest tinazan bi xwe bike, bi xweristê
bike, bi lebt û liva wan kesên xwe qurnisandî
bike... Lê, cegerdarî ne dikir, ko vê sarbûna
xwezayî bişikîne.
Destê xwe ji "Taksî"yê re hilda. Bi rakirina dest
re, bû zîqîna firêman, û li hember wî, bi rengekî ne
normal, rawestiya. Lê, gava Aro ber pê de çû, dît va
kûçikek li ser kursiyê pêşî ye û zîq, di camê re, li
pêş dinere. Ev wêne, bi pêkên pêşî re, bi serê wî ne
ket. Lê, çi bike, ji serê xwe avêt û deriyê paş
vekir, da siwar bibe.
Bi vekirina derî re, dengek kete guhên wî. Şifêr bû,
got:
"Bibûre, rêwiyek bi min re heye, ez ne vala me!". Bi
vê gotinê re, kela tinazdariya Aro sar bû. Loma,
derî bi zivêrî dada û bi şûn de vekişiya.
Şifêr, bi qîrênî, bakir:"Bibûre, çima te derî
dada!" - Ango, çima wisa bizivêrî -. Aro, bê
dengbilîn lê vegeriya, destikê derî girt, derî vekir
û ji şifêr re "Biûre" got. Lê, derî vekirî hişt û bi
şûn de vekişiya. Dîse, şifêr bi qîrênî, bakir:
"Bibûre, çima te derî vekirî hişt!". Aro, bê
dengbilîn lê vegeriya, destikê derî girt, derî dada
û ji şifêr re "bibûre" got. Lê, dengê livê ji
"Taksî" yê ne hat.
Gava Aro lê nerî, dît va kûçik li kursiyê paş e, û
şifêr badike: "Bibûre, de were, ez li yekî nala te
digerim!".
Qamişlo
18. 07. 2004
|