|
Bavê
Nazê:
Rezo-Aro, ji me xeyidî û çû...
Doh êvarî, dostê min yê ku heta-heta ez deyndarê wî
me, ji me xeyidî û çû.. Ew çû piştî êşeka dirêj û bê
dawî...
Ji xwe, di vê dawiyê de, Rezo êşek li ser êşa ku her
dem pê re heval bû, zêde bû.
Êşa pêşî êşa milet û welatê wî bû û êşa duyem jî,
êşa nexweşiya wî ya giran bû. Her dem jî, kengî ku
ez li gel diaxivîm, min jê dipirsî : Kengî emê zora
vê êşê bibin? Ewî digot: “Xwedê bê erê nêzîk...” Lê
êşê ew bir û çûna wî bû êşa dilê hevjîn, zarok û
binemala wî û ya rast ya hemû kesên ku wî dinasin...
Erê ew çawa ji ber êşa miletê xwe diêşiya, niha jî
miletê wî.
Her çendê, ez li ser valahiya ku Rezo ji me re hişt,
biaxivim, ezê nikaribim, heqê wê bidim...
Bi vê yekê, diyar dibe ku Rezo mirovekî taybet bû û
ciyekî wî yê taybet, di nav miletê wî de hebû.
Aya ew taybetî ji çi dihat?
Berî her tiştî, ji xebata wî ya bê etlahî, ji bo
doza milet û welatê wî, dihat. Ji xwe Tolstoy ji mêj
ve nivîsîbû: “Dunya, li ser milê kesê ku bêdeng
dixebite, rawestyaye...- Ew bi xwe, li xwe
vedigerîne- na, her wiha jî li ser milê wî
digere...”
... Erê, Aro, ji me xeyidî û çû..Ew çû û valahî di
meydana xebat û jiyana xwe de hişt. Lê di dilê me
de, tu carî ciyê wî vala namîne. Ew jî dihêle, ew
her dem bi me re be û bi giyanê xwe wê her û her
zindî be. Bi taybetî, ew min vedigerîne wê qunaxa
naskirina me ji hev re û bi vê jî, ezê hîn bêtir wî
bi we bidim naskirin...
...Sal, sala 1975, li Moskow, carekê Seîd ji min û
Mihemed re got: “Hevalekî me hatiye, ez dixwazim, wî
bi we bidim naskirin...” Ew heval Rezo bû. Bi xwe,
dema min ew dît hîç ew nekete çavên min. Ew jî, ji
ber cil û bergên wî û porê wî. Di wê qunaxê de, ez
weku hemû koministan, min bi çavên xirab li kesê
porê xwe dirêj dikir û şarlisto li xwe dikir,
dinêrî. Rezo jî di hevdîtina me ya pêşî de,
şarlistoyeke pir fireh li xwe kiribû û pêlaveke
penîbilind li pê kiribû, porê wî girtibû heta ser
stûyê wî. Min xwe negirt û jê re got: “Eve çiye, ma
tu şerm nakî, çima te wiha bi serê xwe kiriye?”
Rezo, bêdeng û çavên matmayî li min nihêrî. Li vir
Seîd xwe avet nav gotinê û got: “Diyare, modêl hîn
negehiştiye cem we koministan. Ez dibêjim, kengî ew
modêl nemîne, hunê hingê bidin pey.” Û ya wî derket.
Lê piştî çend rojekê, dema min Seîd dît, min jê
pirsî: “Ev çi kes bû, te ji me re anî, ma kesekî din
nebû ku hun ji xwe re bikin heval?!”
Wê çaxê, weku her dem, bi bêhnfirehî Seîd li min
vegerand: “Rezo hevalekî pir başe, heger tu nezîk wî
nas bikî, tu nêrîna xwe biguherî...”
Way xwedo çi qasî Seîd di gotina xwe de rast bû!
Rezo-Aro her dem ji nêrîna peşîn nedihate
pesendkirin, lê bi demê re, hedî-hêdî di çavên kesên
ku ew ji wan nenas bû, mezin dibû û weku tête
xwestin dihate dîtin.
Dure Mihemed Ebdo, li ser nêrîna me ya peşîn bi
henekî her dem dubare dikir: “Bi wê pêlava
penîbilind û şarlistoyê te meşa te dibû ya
kosmonaftê ku li ser heyvê dimeşiya...” Mihemed bi
gotina xwe re, lasayîkirina wî dikir... Her dem jî,
Rezo bêdeng digirnijî.
Roj bi roj, baştir me hev nas kir û nêrînên me di
pirsa netewî de pir nêzî hev dibûn, vê jî hişt
dostaniya me bi hêztir bibe.
Sala 1976, pertûka Salnîkov li ser Lîtkîn hate
weşandin. Lîtkîn jî qehremanek ji şoreşa Oktobirê bû
û bi netawa xwe kurd bû. Ji bo me jî, bibû cihê
şanaziyê. Di vê navê re, carekê Rezo hate cem min
malê û min ew pertûk nîşanî wî da. Ewî got: “Ez
tênagihêm, hun edeb dixwînin, lê tiştekê ji bo edeb
nakin. Hema vê pertûkê wergerîne...” û min jî dest
bi wergerê kir. Jixwe, ev pertûk bû egerê wê yekê ku
“Komala Kawa ji bo çanda kurdî” bête damezrandin. Û
ji bo min jî ew bû gava pêşîn, ji bo nivîskariya
min. Û kengî min li gel Ebdî Hecî “Çiya û Çek” ya
Cewms Olderêç wergerand, hema pêre-pêre min dest bi
nivîsîna romana xwe ya peşîn “Çiyayên bi xwînê
avdayî”, kir. Min, wê çaxê bi erebî dinivîsî û kengî
min roman bire serî, kê pêşniyar kir nema tê bîra
min, da ku em li ser binivîsin werger ji zimanê
kurdî. Ji wan çar damezrênerên “Komala Kawa...”
(Rezo, Seîd, Mihemed Ebdo û Ez), Rezo baştirin kes
bû ku kurdî dizanî. Me li ser pertûkê nivîsî wergera
ji kurdî: Rezo. Pertûk jî, di bin navê Bavê Nazê
hate weşandin. Li vir, me li hev kir ku di paşerojê
de, pêdiviye Rezo bi wergera ji zimanê erebî ji bo
zimane kurdî rabe.
Weku em dibînin Rezo rê li ber “Komala Kawa” vekir
ku me bi zimanê erebî pertûkên xwe diweşandın, êdî
xwest ku riyeke din li ber me veke, ewî got; çawa be
gerek hun xwe fêrî zimane kurdî bikin, jixwe, li gel
ku Rezo peymangeha niftê li Moskow dixwend, her wî
sala 1979-ê mamostayetiya zimanê kurdî dikir. Heftê
carekê û du caran şagirdên kurd yên ku dixwestin xwe
fêrî zimanê kurdî bikin, Rezo wan fêr dikir. Ez jî
yek ji wan şagirdan bûm. Xweş tê bîra min, ew
pertûkên ku ji bo fêrkirina zimanê kurdî pir sade
bûn, hema bêje ji bo şagirdên seretayî bûn. Armanca
van pertûkan, fêrkirina xwendina zimanê kurdî bû. Çi
wêneyên giyaneweran hebûn, navê wan jî li bin bûn.
Min bêjeya “Çêlek”, “çilek” xwend. Mamosta Rezo ne
bêxeyd got: “Mala teyo, heger tu nizinî bixwînî, ma
tu wêneyê çêlekê jî nabînî?!”
Em hemû keniyan.
Jixwe, ew kesê ku romana min ya “Çiyayê bi xwînê
avdayî” bixwîne, dê bibîne ku min diyarî Rezo kiriye
û tê de nivîsiye: “Heger ne ew ba, ez ne dibûm
nivîskar.” Gelek caran li ser vê yekê pirs dihatin
kirin, ew çawa tu bê Rezo nedibûyî nivîskar?
Li vir, fere bête gotin, heger ne Rezo bûya wê
“Komala Kawa” çenebûya. Jixwe, bi avakirina “Komala
Kawa”, min dest bi werger û nivîsê kir. Lê ji bilî
vê yekê, rola Rezo ji bo nivîsîna romana min ya
pêşîn jî hebû. Ewî heftê carekê, riya xwe bi min
dixist, ji bo ku ew beşên ji romanê dihate nivîsîn,
bixwîne. Heger bihata min tiştek nû ji romanê
nenivîsîba, xwe dixeyidand. Û çi cara ku beşek ji
romana bixwenda pesnê min dida û digot: “bidomîne.”
Ev jî bû egerê ku palder li cem min ji bo nivîsê çê
bibe.
Mamosta Rezo sala 1980-ê xwendina xwe bire serî û
vegeriya welat. Xebata wî piştî vegera wî pir aliye,
pêwistiya xwe bi vekolînên taybet heye. Ji ber vê
çendê, ezê vî warî bihêlim ji bo paşerojê.
... Û gotina dawî ku min dixwast ez ji momastê xwe
re bibêjim, eveye: “Rezo mala teyo, tu û mirin!”
|